Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî didin dûv bermayîyên DAIŞê piştî kuştina sê birayan li Selahedînê

Xalid Taî

Bermayîyên DAIŞê di meha Sibatê de sê bira kuştin ên ku dombelan li zincîra çîyayê Mexûlê li parêzgeha Selahedînê didane hev. [Wêne li ser medyaya civakî hat weşandin]

Bermayîyên DAIŞê di meha Sibatê de sê bira kuştin ên ku dombelan li zincîra çîyayê Mexûlê li parêzgeha Selahedînê didane hev. [Wêne li ser medyaya civakî hat weşandin]

Berpirsekî serbazî yê mezin soz da ku hêzên Îraqî dê bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên xwe li zincîra çîyayê Mexûlê tine bikin, çend rojan piştî ku rêxistinê sê bira li deverê kuştin.

Endamên DAIŞê roja Pêncşemê (7ê Sibatê) sê mêrên ciwan revandin-- Saed, Mihemed û Omer Casim el-Hemadî -- ew ji gundê Meşakê ne li Bêjî, li bakurê parêzgeha Selahedînê, dema ku wan dombelan didane hev.

Piştî rojekê, hêzên ewlehîyê laşên birayan li erdê goirêdayî li devera Şêx Elî li zincîra çîyayê Mexûlê hatin dîtin. Li gorî hat ragihandin ji pişt ve fîşek berdabûne wan.

"Kampanyayên me bo şopandina bermayîyên DAIŞê êrîşkirina ser baregehên an dê ranewestin heta ew werin tinekirin û çalakîyên terorîst li zincîra çîya bi dawî bibin," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Yekîneyên servazî Îraqî nêzîkî çîyayê Mexûlê li parêzgeha Selahedînê hatine belavkirin da ku bidine dûv bermayîyên DAIŞê. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Yekîneyên servazî Îraqî nêzîkî çîyayê Mexûlê li parêzgeha Selahedînê hatine belavkirin da ku bidine dûv bermayîyên DAIŞê. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Tundrewên ku xwe li çîyayên Hemrînê û li bexçeyên Hewîcayê vedişêrin herwiha dê werin armanckirin, wî got.

Hêzên Îraqî "oparasyonên kwalîte li çîyayê Mexûlê û hevpeymanîya navdewletî êrîşên asmanî yên dubare li dijî terorîstên xwe di şkeftan de vedişêrin cîbicî dikin", wî got.

Balefirên kifşkirinê pagerîyê li çîyayên Mexûlê dikin, wî got,"em kar dikin da ku em agahîyan berhev bikin û operasyonên hewalgirî zêde bikin derbarê deverên ku terorîst xwe lê vedişêrinda ku wan wêran bikin".

"Em gelekî xwe dispêrin xebatên hewalgirî û çavdêrîya cewî," Resûl got, û wî not kir ku çîya û deverên xwedî erdnîgarîyeke dijwar li parêzgeha Selahedînê yên ku tevgera yekîneyên serbazî yên giran sîînor dikin.

The murder of the three brothers "hewldaneke ji alîyê bermayîyên terorîst da ku bala medyayyê bikişînin di rêya tawanên xwe re û da bihêlin ku gel bawer bike ku hîn ew hîn hene û hîn bandora wan heye", Resûl got.

"Lê em teqez dikin ku ev tenê endamin têkçûyî ne û newêrin xwe ji gel re bidin xuyakirin û operasyonên wan ên terorîst delîl in ser newêrekîya wan," wî got.

Şermazarîkirina berfireh

Kuştina her sê birayan ji alîyê gel ve hat şermezarkirin û bang da ku bidine dûv wan û wan tawanbarên ciza bikin.

"Tawan çikosîya terorîstan û gendelîya wan teqez dike," endamê encumena parêzgeha Selahedînê ji Diyaruna re got.

Du ji qurbanîyan xwendekarên zanîngehê bûn û yê sêyem xwendekarê fêrgeha amadeyî bû.

"Endamên DAIŞê li çîyayên Mexûlê di navbera deverên el-Fûsa û Xanokayê hene," wî got.

"Divê em destûrê nedin wan ku deverên çîyayî ji xwe re bikin penagehin ewle û jêdereke gefê li ser niştecîyên gundên nêzîk," wî teqez kir.

Di destpêka vê mehê de balefirên şer ên hevpeymanîyê launched fierce strikes on ISIS hideouts li çîyayê Mexûl û Hemrînê bi hevahengîya bi Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ya Îraqî.

Heşt veşartgehên DAIŞê di operasyonê de hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500