http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/02/12/feature-01

Terorîzm |

Îraqîyên ku di rêzên milîsên ser bi Îranê ve li Sûrîyayê şer dikin nikarin vegerin malê

Hesen Obêdî li Bexdayê

Di icons tw 35 Di icons fb 35

Ev wêneyê xaksipartina endamên milîsa ser bi Îranê ve, tevgera Hereket el-Nuceba, yên di şerê Sûrîyayê de hatine kuştin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Milîsa Ketaib Hizbulah merasîmeke xaksipartinê ji endamên xwe yên li Sûrîyayê hatine kuştin re li dar dixin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Ev wêneyê xaksipartina endamên milîsa ser bi Îranê ve, Esaib Ehil el-Heq, yên di şerê Sûrîyayê de hatine kuştin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Endamên Esaib Ehil el-Heq endamên din ên milîsa ser bi Îranê ve yên li Sûrîyayê hatin kuştin bi xakê dispêrin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve li bajarên Îraqî kampanîyên tecnîdkirin dest pê dikin bo ciwanan li hember pereyan tevlî rêzên xwe bikin, yan jî wan neçar dikin ku tevlî wan bibin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Milîsên Îraqî yên ser bi Îranê kampanîyên tecnîdkirinê li bajarên Îraqî pêk tînin bo ciwanan bi rêya peran û gefxwarinê tevlî rêzên xwe bikin, pisporan û xelkê ji Diyaruna re ragihand.

"Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê" (Pasdaran) û Hêza Qudis ya ser bi wê ve giranîyê didin deverên hejar bobo ciwanan ji rê bibin û wan bişînin şerê Sûrîyayê, wan wiha got.

Wan got ku lê dema ku ew ciwan tên kuştin yan birîndar dibin li Sûrîyayê, malbatên wan nema piştgirîyê û alîkarîya aborî werdigirin.

Endamên milîseke ser bi Îranê ve xaksipartina ciwanekî Îraq ku di şerê Sûrîyê de hatiye kuştin amade dibin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Milîsên çekdar li Îraqê, ku pir nêzî Hêza Qudis in, ev şeş sal in ku hebûna wan li Sûrîyayê heye, û li wir tawanan û binpêkirinan pêk tînin.

Milîsên herî xuyayî ev in: Ketaib Hizbulah, Lîwayê Ebû Fedil el-Ebas, Esaib Ehil el-Heq, milîsa Tifûf, Ketîbeyên Seyid el-Şuheda, Lîwayê Kefîl Zeyneb, Hereket el-Nuceba û Ceyş el-Mu'emel.

"Ofîsên van milîsan hene û ew bi awayekî nehênî sîpek û ciwanên malbatên xizan tecnîd bikin û wan bi pereyan bixapînin, û ew destpêkê pereyeke gelek didin wan ku carinan digihêje 9,000 dolaran," peyvdarê êlên Nînewayê Şêx Muzahim Huwêt ji Diyaruna re ragihandibû.

Wî daxuyand ku pişt re mûçeyeke mehane ji kesê çekdar re yan malbatên wan re tê terxankirin.

"Ew ne tenê pereyan bi kar tînin, belê carinan gefxwarinê û tirsandinê," wî got.

"Min dirhemek jî wernegirtîye"

Esma Casim Qurêşî, 38-salî, jinbîya çekdarekî Îraqî ye ku di Gulana 2015an de li li gundewarê Helebê hat kuştin dema ku wî li tenîşt rejîma Sûrîyayê û çekdarên Îraqî û Îranî şer dikir.

"Heta aniha, min dirhemek wernegirtiye û ez nizanim biçim ku bo alîkarîyê werbigirim," Qurêşî, ya ku li Sektora 43 a Bajarê Sedir, li rojhilatê Bexdayê dijî.

"Sazîyên hikûmeta Îraqî daxwaza belgeya mirinê dikin," wê got, û da zanîn ku bi tenê belgehek li ba wê heye ku dibêje mêrê wê li Sûrîyayê hatiye kuştin -- lê ev belgeh wê mafdar nake ku ew mûçeyê li gorî Yasaya Şehîdên Terorîzmê werbigire daku debare xwe û her du kurên xwe bike.

"[Mêrê min] bi tenê mûçeyên du mehan wergirtibû berî ew were kuştin," wê ji Diyaruna re ragihand.

"Ez nizanim kî ew tecnîd kir yan ew ji rê bir, lê ew çû [bo Sûrîyayê] ji bo xatirê me û daku heft kaxezên dolarab [$700] werbigire," wê got.

Fadil Saidî, 29-salî, ev çend meh in ku bi belaş li Nexweşgeha Yermûkê li Bexdayê tê dermankirin.

Lê doktorê ku ew çareser dikir ew şîret kir ku biçe derveyî Îraqê bo tedawîyê ji ber xeterî heye ku ew felc bibe ji ber birîna pişta wî, ya ku Îlonê ew tûş bû dema ku wî li tenîşt rejîma Sûrîyayê li bajarê Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê şer dikir.

Saidî ji Diyaruna re got ku ew ji alîyê kesên wî tecnîd kirin hat xapandin, û ji dema ku "ew bi birîndarî ji Sûrîyayê vegerîyaye wan dînarek ji wî re neşandiye".

Hevdem, "hevalên min tevlî artêşa Îraqî bûn bo şerê DAIŞê bikin û aniha wan hemû mafên xwe wergirtine û ew cihê rêzgirtina civakê ne", wî got.

Milîsên çekdar wan ji rê dibin

"Bi dehan Îraqîyên rêşaşkirî hatin kuştin an birîndar bûn li Sûrîyayê û mucenedên ku Îran piştgirîya wan dikir soza xwe ne bi wan û ne bi malbatên wan re bi cih neanîn," emîd Mihemed Ebdulah ji Diyaruna re got.

Ebdulah dîyar kir ku ev zilam soz bi wan re hatibû danîn ku dermankirina wan were dapoşînkirin û ku ew û malbatên xwe heta piştî ji Sûrîyayê vegerin jî dê fînansa darayî werbigirin.

Ebdulah got ku çêdibe dermankirina wan li nexweşxaneyên hikumî yên Îraqî bêpere be, "lê bernameya dermankirina ku bo hêzên Îraqî, endamên Hêzên Heşda Şaebî û hêzên êlan hatiye dayîn ên ku li dijî DAIŞê şer dikin, wan tê de nahundirînin."

Wî anî ziman ku "eger partîyek hebe û neçar bibin pê re têkildar bibin, ew yan Îran yan Sûrîyayê ye."

"Ci kesê ku van derbasî şerê ne şerê wan dike, ew tam berpirsyarîya wan digire ser milê xwe," êndamê Hêzên Hevbendîya Niştîmanî ya Îraqî Mihemed Ebdulah Meşihedanî got.

Kiryarên van komên çekdar "ne qanûnî ne li gorî madeya 8an a makezagona Îraqî," pisporê siyasî Ehmed Hemdanî anî ziman.

Hemdanî ji Diyaruna re got ku qanûn dibêje "divê destwerdan di welatên din de neyên kirin," ku divê Îraq peywendîne baş bi welatên derdorê re biparêze û nabe ku ev yek bibe xaleke lawazkirina ewlehîya çi welatî.

Wî got ku dewlet neberpirsa van milîsên çekdar e, û da zanîn jî ku eger wê ev yek kir "naxwe hikûmet pişta wan digire û beşdarbûna xwe di şerê li Sûrîyayê de teqez dike."

Tu vê mijarê diecibînî?
7
0
Di icons no

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan Captcha