Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq gelek hêzan dike tevgerê bo asêkirina sînorê bi Sûrîyayê re

Xalid Taî

Fermandarine serbazî yên Îraqî rêkarên ewlehîyê yên li dirêjahîya sînorê Îraqê yê bi Sûrîyayê re teftîş dikin di 9ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarine serbazî yên Îraqî rêkarên ewlehîyê yên li dirêjahîya sînorê Îraqê yê bi Sûrîyayê re teftîş dikin di 9ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqê hêzine din li devera sînorî ya bi Sûrîyayê re bi cih kir weke gaveke parêzî li dijî êrîş an hewldanên derbasbûna paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), pisporekî ewlehîyê yê Îraqî ji Diyaruna re Duşemê (11ê Sibatê) ragihand.

Pisporê ewlehîyê Seîd Ceyaşî got ku sînorê Îraqî-Sûrî "amadekarîyên serbazî yên giran û xurtkirina yekîneyên li wir bichkirî dibîne."

Ceyaşî dîyar kir ku "hêzin zêdetir tev topavêj û çekên giran hatine şandin bo devera sînorî."

Hêzên Îraqî rêzerêkarin bo parastina devera sînorî standin, di nav de belavkirina balafirên koleçanê, burcên çavdêrîyê, nuqtene pasdarîyê û kamerene bo dîtina şevê.

Serokê Îraqê Berherm Salih xebatên rûbirûbûna terorê bi wezîrê Berevanîya Fransayê Florens Parly re giftûgo kir di dema serdana wî ya Bexdayê de di 8ê Sibatê de. [Wêne ji ofîsa serokatîyê hatiye wergirtin]

Serokê Îraqê Berherm Salih xebatên rûbirûbûna terorê bi wezîrê Berevanîya Fransayê Florens Parly re giftûgo kir di dema serdana wî ya Bexdayê de di 8ê Sibatê de. [Wêne ji ofîsa serokatîyê hatiye wergirtin]

Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand ku "hîna hebûna hinek terorîst li erdên Sûrîyayê li nêzî sînorê bi Îraqê re heye, lê terorîst hin bi hin bandora xwe ji dest didin."

Ceyaşî da zanîn ku "belavkirina serbazî ya vê dawîyê beşeke operasyonên parêzî ye da karibin li hember her rewşeke awarte rawestin û rê li ber derbasbûna terorîstan bigirin, nemaze piştî zexta serbazî ya giran a li ser wan hatiye kirin."

"Îraq ji nebaştirîn senaryo re amade ye," wî dîyar kir. "Serkeftina li dijî DAIŞê bi xwîn û qurbanîne giranbuha pêk hatiye, û em naxwazin paşmahîyên vê rêxistina terorîst ji Sûrîyayê birevin û derbasî welat bibin û dîsa gefan li ewlehîya bajarên me bixwin."

Piştevanîya Fransî

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ên hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wan dike ragihand ku ew êrîşa dawîn dibin ser dawîn molgehên DAIŞê li derdora gundê Baxozê li nêzî sînorê bi Îraqê re di êvar Şemîyê de, piştî sekineke ku bêhtirî heftîyekê dirêj kir da bihêlin sivîl birevin.

Hêzeke topavêjê ya Fransî, ku li bîyabana newala Feratê di hundirê Îarqî de weke beşeke hevpeymanîya navdewletî bealvbûyî ye, gelek êrîş li dijî DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê bi mûşekine ji celebê 155-mm pêk anîne.

Mûşek, ku heta 40 kîlomtreyan diçe, bi ser armancine milîtanî yên bijartî li Sûrîyayê de ketin.

"Em nêzî kêmtirî 10 kîlometran ji xêzên pêşîn in," eqîd Franswa Recis Leciryê, fermandarê Hêza Xebatê ya Wagramê , koma topavêjî ya Fransî ya di hevpeymanîya navdewletî de, da zanîn.

Leciryê, yê ku foca wî ya 68an beşdarî vegerandina Mûsilê ji DAIŞê di 2016an de bû, dibêje ku "çend sedek çekdar li Baxozê mane, ne bêhtir," AFP ragihand.

Wî got "Mûsil şerekî neh mehan û bi 10, 000 mûşekan dom kir. Li ser vê yekê, çar meh derbas bûn û em li ser 3,500 guleyan in."

"Dawîbûn nêzîk dibe," peyamek ji Wezîrê Berevanîyê yê Fransî Florans Parly ê ji Bexdayê serdana cihê Hêza Xebatê ya Wagramê li Qayîmê kir roja Şemîyê.

"Terorîst bê rêber û bê hevpeywendî ne, herwiha di nava gelemşeyê de ne û li ber tunebûnê ne. Ji ber wilo ka em dawî li vî şerî bînin," wezîr ji koma ku ji 40 leşkerên Fransî pêk tê re got ên serperiştîya mîtingehê dikin li gel 100 leşkerên Amerîkî.

Parly, yê Îna borî gihaşt Bexdayê, rêzegiftûgoyin bi berpisine Îraqî yên payebilind re çêkir derbarê xebatên herdu dewletan ên rûbirûbûna terorê.

Pisporê ewlehîyê Ceyaşî destnîşan kir ku "ev serdana ku piştî ya Wezîrê Derve yê Fransî Jan Îv Le Dryan a serkeftî tê, peywendîya xurt a Îraq û Fransayê tîne ziman.

Wî got ku "Misyona sebazî ya Fransî piştevanîya xwe ji Îraqê re berdewm dike ji hêla serbazî, rahênankirin û şêwirê, herwiha beşdarbûna wê ya sereke di rakirina DAIŞê ji Sûrîyayê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xebatin binirx. Ji kerema xwe nexşeyeke herêmê pê re rê bike.

BERSIV BIDE