Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Pêşmerge hevkarîya li dijî DAIŞê zêde dikin

Xalid Taî

Berpirsên serbazî yên Kurd û Îraqî vê dawîyê gereke din a civînan pêk anîn ku roja 6ê Sibatê li Hewlêrê dest pê kir bo nîqaşkirina hevkarîya di navbera her du alîyan de di şerê li dijî paşmahîyên DAIŞê de. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hatiye wergirtin]

Berpirsên serbazî yên Kurd û Îraqî vê dawîyê gereke din a civînan pêk anîn ku roja 6ê Sibatê li Hewlêrê dest pê kir bo nîqaşkirina hevkarîya di navbera her du alîyan de di şerê li dijî paşmahîyên DAIŞê de. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hatiye wergirtin]

Hêzên Kurdî û yên Îraqî dê operasyonên ewlehî yên hevbeş encam bidin bo jinavbirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandarîya Operasyonên Îraqî Çarşemê (6ê Sibatê) ragihand.

Daxuyanî paş gereke nû ji civînan ku 4ê Sibatê li Hewlêrê di navbera şandeya Îraqî bi serokatîya Cîgirê Serleşkerîya Artêşên, ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarelah, û û nûnerên Pêşmegeyan û Wezareta Hundir a Herêma Kurdistanê hat lidarxistin hat.

Hejmarek ji civînan di navbera her du alîyan de di dawîya 2018an pêk hat, di nav decivîna 26ê Kanûna Yekem di navbera berpirsên Wezareta Berevanîyê û Wezareta Pêşmergeyan li Bexdaya paytext.

Herdu alîyan li hev kir ku "bi canê yek tîmê bixebitin û xalên girîng destnîşan bikin, rê li ber her derbasbûneke bi dizî ya terorîstan bigirin û bi hev re erdê kontrol bikin", li gorî daxuyanîyeke Wezareta Berevanîyê.

Civînên vê dawîyê giranî dan sê xalên serekî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl Înê ji Diyaruna re ragihand.

Xala yekem bang bo "pêkanîna lêgerîneke meydanî ji deverên ku dikevin di navbera xalên hêzên artêşa Îraqî û Peşmergeyan de kir", Resûl daxuyand.

Xala duyem têkildarî "veguhertina agahîyên hewalgirî di navbera herdu alîyan de derbarê çalakî û tevgerên endamên terorîst de ye", Resûl eşkere kir.

Resûl got ku xala sêyem ji damezrandina navendên hevbeş bo hevahengîkirina tevgera yekîneyên serbazî pêk tê.

''Heman dijmin''

Resûl da zanîn ku dê hêzên Îraqî û Kurdî "şerê paşmahîyên DAIŞê yên ku vê dawîyê çalak bûne û penageheke ewleh li deverên ku dikevin di navbera xalên artêşa Îraqî û Pêşmergeyan de dîtine bikin".

Wî got ku dûrahîya di navbera van xalan de li hinek deveran kîlometreke û li hineke din 20 kîlomitir e.

Resûl got ku paşmahîyên DAIŞê sûdê ji berfirehîya rûbera navçeyê dibînin da ku xwe veşêrin û êrîşan li ser gund û bajaran pêk bînin, û teqez kir ku ev dever "dê bi baldarî werin ramaliştin û dê hemê paşmahîyên terorîstan yên ku hewl didin ku selametî û ewlehîya welatîyan têk bidin bên armanckirin".

Wî got ku hejmarek ji endamên DAIŞê xwe li gundewarên Hewîcayê û girên Hemrînê vedişêrin û hewl didin ku êrîşan pêk bînin daku bibêjin ku hîna rêxistin maye.

"Lê em operasyonên parêzî li dijî wan pêk tînin," wî got.

"Hevkarîya me bi Pêşmergeyan re dê xebatên me yên bidawîkirina xeterîyan van paşmahîyan xurt bike."

Resûl teqez kir ku herdu alî "heman dijminê" wan heye û armanca wan bidawîkirina terorîzmê û parastina welatîyên ji hemû netewe û çîn û tayîfeyan e.

"Pêşmerge beşek ji pergala berevanîya Îraqê ne, û ew xwedan xebat û xwegorîkirinên giranbuha ne di şerê li dijî DAIŞê de," wî got. "Em dixwazin ku vê hevparîyê xurt bikin û têkilîyên di navbera xwe de germtir bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez ji destpakîya her kesekî ji Hewlêrê bi guman im. Ezmûn [ên berê] nîşan didin ku ew bi tenê elementek bûn ku her operasyoneke ser asteke bilind bo vegerandina rewatîyê vala derdixistin, yan jî armanca wan ew bû ku rê bidin hêzên Mesûd ku deverên nû kontrol bikin. Di hemû haletan de, artêşa Îraqî dê ew alî be yê ku dê xwînê û têçûnan bide di pêngavê de jiber tehedîyên rû birûyî wê tên. Hevdem, dê Pêşmerge li dijî endamên DAIŞê parastî bin.

BERSIV BIDE