Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran hewl dide berjewendîyên xwe di rêya karên nûavakirinê re li Sûrîyayê berfireh bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Berpirsê Cîhad el-Bîna Mihemed el-Hac, welatîyekî Libnanî ye (L), bi berpirsekî hikûmeta Sûrî re dicive da ku rêkeftinên aborî yên Sûrî-Îranî yên nû hevaheng bike. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Berpirsê Cîhad el-Bîna Mihemed el-Hac, welatîyekî Libnanî ye (L), bi berpirsekî hikûmeta Sûrî re dicive da ku rêkeftinên aborî yên Sûrî-Îranî yên nû hevaheng bike. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Tirs di nav niştecîyên Şamê de zêde dibe ku rêxistineke Hizbula wê bi rê ve dibe û Îran temwîla wê dike hewl dide ku karê xwe di gelek waran de berfireh bike da bigihe projeyên karê giştî li bajar, çalakekî xwecihî got.

Dezgeha Cîhad el-Bîna projeyên nûavakirin û zemînsazîyê li paytexta Sûrî bi rê ve dibe, çalakvanekî bi navê Mihemed Bêk got.

Ev gava ku kontrola dezgehê li ser karên giştî qayim dike, ziyan gihande berjewndîyên karmendên hikûmeta Sûrî û kesên bi girêbest kar dikin û "ew gaveke ku niştecîyên bajar pêşwazîya wê nakin", wî ji Diyaruna re got.

Wî balkişand ku Cîhad el-Bîna serperiştîya rakirina molozan dike ji bedêla dezgehên hikûmetê, tevî ku ofîsên xwecihî, karmend û pêdivîyên bo cîbicîkirina van karan berdest in.

Karkerên ku ji Cîhad el-Bîna re kar dikin şîretan derbarê karê ku divê li Şamê were cîbicîkirin werdigirin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Karkerên ku ji Cîhad el-Bîna re kar dikin şîretan derbarê karê ku divê li Şamê were cîbicîkirin werdigirin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Wî got ku bi dehan belêndarên ku bi dehên salan ev kar di rêya payeyên yekser yan qebalekirina gelemperî ji hikûmetê re dikirin gazinan dikin, ji ber ew bê kar in û karmendên wan jî bê kar in.

Berdewambûyîna Berfirehbûna berjewendîyên Îranî

Cîhad el-Bîna, ya ku weke baskê avakirinê yê Hizbûla kar dike û temwîlê yekser ji Îranê werdigire, ji alîyê Xezîneya Amerîkayê ve di Sibata 2007an de hat destnîşankirin û rastî gelek sizayan hat di sala 2017an de.

Li gorî binavkirina Wezareta Xezîneyê, "Cîhad el-Bîna metodên xapînok bi kar anîn da ku temwîlê ji projeyan re ji rêxistinên pêşxistinê yên navdewletî werbigire".

"Hizbula Cîhad el-Bîna ji bo hewcedarîyên xwe yên taybet bi kar tîne herwiha da ku piştgirîya cemawerî bi dest bixe bi rêya dabînkirina xizmetguzarîyên avakirinê yên sivîl," Stuart Levey, Wekîlê Wezareta Karûbarên Terorîzmê û Hewalgirîya Darayî, got.

Bekê da zanîn ku dîyar e ku rewş li Şamê wiha ye, cihê ku dezgeh li wê deverê çalak e "û dîyar e ku hewleke xuyayî ya Îranîyan heye ku xwe weke rizgarkir û dilxwazên xizmetkirina berjewendîyên xelkên Sûrî bidin xuyakirin".

"Cîhad el-Bîna ofîsan li gelek taxên Şamê vedike bi bihaneya şopandina karê ku ew cîbicî dike," wî got.

"Girîng e ji wan re ku alên Îranî û sloganên dezgehê li kolanan hildin û, hevdem ligel rûmaleke medyayî," Bêk anî ziman.

Wî got ku dezgehê biryar daye ku hemû karên giştî bi rê ve bibe, û heta komkirina gemarê jî, û hêza kar ya Sûrî bê kar hişt.

Dîyar e ku Cîhad el-Bîna armanc dike "ku zorê li karkeran bike ku ji dezgehê re kar bikin û mûçeyên xwe jê werbigirin da ku civaka Sûrî bixe jêr kontrola xwe", wî got.

Wî got ku piranîya wan dudilî ne ku bikevine jêr van fişaran, tevî vê yekê piranîya yên ku tevlî wan dibin ji ber şertûmercên xwe yên malî neçar in.

"Ajandeyên dîyar" li pişt nûavakirinê

Ajandeyên dîyar li pey çalakîyên Cîhad el-Bîna li Şam û parêzgehên din hene, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanca sereke ya dezgehê ew e ku berfirehbûna desthilatdarîya Îranî li Sûrîyayê hêsan û bi elz bike, bi rêya dabînkirina xizmetguzarîyên civakî û cîbicîkirina projeyên giştî.

"Sedema duyem û ya girîngtir ew e ku Îran nêt dike ku destên xwe deyne ser gelek projeyên nûavakirinê berî ku operasyonên serbazî bi temamî bi dawî bibin," Besam got.

Ev yek ji ber Îran dizane ku hejmareke mezin ji welatan hewl didin ku sûdê ji projeyên nûavakirinê li Sûrîyayê yên piştî şer wergirin, wî anî ziman.

Wî got ku hejmareke mezin ji belêndarên Îranî derbasî bazara Sûrî bûne di rêya damezrandina kampanîyan bi welatîyên Sûrî re.

Ji bo Cîhad el-Bîna, "karê ku ji alîyê vê dezgehê ve tê cîbicîkirin ne hemû belaş e", wî got, û not kir ku ew projeyan di rêya wezaretên Sûrî re cîbicî dike li ser bingeha girêbestên hevbeş ku rê, kehrebe û binesazîyan dihundirînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dema ku Îsraîl û Amerîka yên ku tiştê êrîşên wan ên asmanî û bi destê DAIŞê û sîxurên wê yên ku pere û çek û çekdar ji Erebistana Siûdî û berazên Kendavê wêran kirine ava bikin, wê çaxê Îran û Hizbulah nayên pêşwazîkirin. Ev yek tekfîrçîyan û tundrewan, ên ku pêşmahîyên koletîya Saûlî û benî Îsraîl in, ên ku di nava gelên herêmê de xwe veşartine.

BERSIV BIDE