Nûçeyên Iraqê
Ol

Xiristyanên Îraqî vedigerin li dêrên Enbarê nimêj dikin

Sêf Ehmed li Enbarê

Endamekî şandeya Xiristyanî ya serdanê dike mûmeyekê li Dêra Qedîs Korkîs li Enbarê vêdixe. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remaîdyê hatiye wergirtin]

Endamekî şandeya Xiristyanî ya serdanê dike mûmeyekê li Dêra Qedîs Korkîs li Enbarê vêdixe. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remaîdyê hatiye wergirtin]

Keçeke Xiristyan dergehê Dêra Meryama Qîz li Enbarê vedike. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin] 

Keçeke Xiristyan dergehê Dêra Meryama Qîz li Enbarê vedike. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin] 

Xiristyanên Kildanî vedigerin da ku li dêrên Enbarê nimêj bikin ji Bexdayê û bajarên Îraqî yên din. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin] 

Xiristyanên Kildanî vedigerin da ku li dêrên Enbarê nimêj bikin ji Bexdayê û bajarên Îraqî yên din. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin] 

Malbatên Xiristyan ên ku di Kanûna Duyem vedigerin da ku serdana dêra Qedîs Saoua bikin. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin]

Malbatên Xiristyan ên ku di Kanûna Duyem vedigerin da ku serdana dêra Qedîs Saoua bikin. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin]

Malbatên Xiristyan li dêra Qedîs Saoua di serfaneke vegerê ya nû de dicivin. [Wêne ji stasyona Radyoya Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin]

Malbatên Xiristyan li dêra Qedîs Saoua di serfaneke vegerê ya nû de dicivin. [Wêne ji stasyona Radyoya Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin]

Xiristyanên Îraqî vê dawî serdana navçeyên Enbarê yê Hebanîya û Xalidîyayê dikin da ku di sê dêrên ku ketine rewşeke ziyankirî de nimêj bikin.

Niştecîyên xwecihî û berpirs di nav wan de gelek Misilman di meha Kanûna Duwem de tevlî Kasolîkên Kildanî bûn da ku nimêj bikin li dêrên parêzgeha Enbarê ya Qedîs Korkîs û Dêra Meryema Qîz.

Ev hilkeftina Yekem bû ji dema têkçûna "Dewleta Îslamî" ve û bala hejmareke malbatên Xiristyan ji Bexdayê herwiha nûnerên ji Dêrên Encumena Îraqî kişand.

"Li navçeya Xalidîyayê şahî û kombûna Kasolîkên [Kildanî] ya yekem hat dîtin," serokê encumena bajar Elî Dawûd ji Diyaruna re got.

Malbatên Xiristyan li Dêra Qedîs Saoua dicivin di vê serdana vegerê ya dawî de. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin] 

Malbatên Xiristyan li Dêra Qedîs Saoua dicivin di vê serdana vegerê ya dawî de. [Wêne ji Êzgeha Şebab li Remadîyê hatiye wergirtin] 

Dawûd got ku mêvanên Xiristyan ji bajarên Îraqî yên din bi dilgermî ji alîyê niştecîyên xwecihî û berpirsên hikûmetê ve hatin pêşwazkirin, ên ku di xizmeta nimêjkeran de beşdar bûn.

Endamine şandeya ku hatiye "bi bûyerê gelekî kêfxweş bûbûn", Dawûd got, û destnîşan kir ku hilkeftin dîyar dike ku "Îraq dimîne yekbûyî û xelkên wê hevûdu hemêz dikin û hev qebûl dikin".

Taxa Sîsî li navçeya Xalidîyayê "wêneyekî piçûk e ji Îraqê re, cihê ku tu dikarî dêran li rex mizgeftên Sine û Şîian bibîne", wî got, wî anî ziman ku bi dehên salan "hemû bi aramî dijîn".

Vegera aramîya li Enbarê hişt gengaz be ku hemû kom û mezhebên olî careke din bişahîyên gelemperî bi hev re bikin.

"Piştî rizgarbûna ji komên terorîst ên DAIŞê, xelkên Enbarê aniha dikarin bi awayekî ewle û aram bijîn û ji nû ve avahîyê bikin," serokê komîteya ewlekarî ya encumena navçeya Xalidîyayê Ibrahîm Fehdawî got.

Reftarê koma Kildanî û dema ku malbatên Xiristyan dikarin bi awayekî azad di kolanên Xalidîya û Hebanîyayê bigerin "disepîne ku aramî û ewlehî heye û jîyan li Enbarê vegeriyaye rewşa normal", wî ji Diyaruna re got.

Planên zemînsazîyê û vegerê

"Dêrên li Sîsî di nav cihên olî yên herî girîng in ku niştecîyên xwecihî karîbûn wan biparêzin," Fehdawî got.

Xebat berdewam in da ku van cihan saz bikin û ji nû ve ava bikin, wî anî ziman, ji ber girîngîya wan a dîrokî ji hemû xelkên Enbarê re.

Heta zor ji DAIŞê ve li gelekan hatibû ku ji wîr derkevin, malbatên Xiristyan bi salan bi aramî li gel malbatên Sinî, Şîiî, û Kurd jîn , Şêx Mihemed Xelfawî, kesayeteke êlî ya navdar li Sîsî, got.

"Xiristyan jîyana xwe bi salan bi awayekî normal dijîn, Hebanîya mala werzîşvan û helbestvanên Xiristyan bû," wî ji Diyaruna re got, û helbestvan Sergon Bûlus weke mînak dîyar kir "ji ber ew wêjevanekî gewre yê dehênerî ye".

"Piranîya malbatên Xiristyan, di nav wan de malbata min, li Sîsîyê jîn," Sêfan Metî, endamê şanda Xiristyan a serdan kir ê ku aniha li Hewlêrê dijî, got.

"Ez cîranên me nas dikim mîna Dêya Mihemed, a ku dikana şêranî ya kevin a wê ye û cîranê me Hacî Setar," Metî ji Diyaruna re got.

"Kolanên Sîsî di bîrewerîya min de hatine kolan û vê yekê em han dan ku em serdana malbatên xwe li Enbarê bikin ," wî got, û anî ziman ku ew aniha vegeriyaye, plan dike ku gelek caran serdanê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500