Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirs: Fransa bi hevkarîya xwe ya bi Îraqê re pêbend e

Xalid Ta'î

Serokwezîrê Îraqî Adil Ebul Mehdî pêşwazîya hevtayê xwe yê Fransî Jean-Yves Le Drian kir di serdana wî de bo Îraqê roja 14ê Kanûna Duyem. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Adil Ebul Mehdî pêşwazîya hevtayê xwe yê Fransî Jean-Yves Le Drian kir di serdana wî de bo Îraqê roja 14ê Kanûna Duyem. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Fransayê xebatên xwe yên piştgirîkirina Îraqê bi rêya xurtkirina têkilîyan bi serokaîya wê re û peydakirina alîkarîyê û rahînê ji artêşa Îraqî re.

Di serdanekê de bo Îraqê roja 14ê Kanûna Duyem, Serokwezîrê Fransî Jean-Yves Le Drian ji serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî re got ku her du welat ketine "qonaxeke nû" de di pêwendîyên xwe de, AFP ragihand.

Di serdana ku du rojan dirêj kir, Le Drian bi hevtayê xwe yê Îraqî, Wezîrê Derve Mihemed Hehîm re civiya, bo nîqaşkirina pêwendîyên dualî û bo xweşkirina zemînê bo serdaneke Serokê Fransî Emanuel Makron.

Hekîm rola jîyandar a ku Fransa digerîne di piştgirîkirina Îraqê de di şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de di çarçoveya hevpeymanîya navdewletî û warên mirovî, çandî û perwerdahî de bilind nirxand.

Leşkerên Fransî û Îraqî rahînaneke fîzîkî ya hevbeş di baregehên Firqeya 6ê ya Artêşa Îraqî de roja 19ê Kanûna Duyem. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Leşkerên Fransî û Îraqî rahînaneke fîzîkî ya hevbeş di baregehên Firqeya 6ê ya Artêşa Îraqî de roja 19ê Kanûna Duyem. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Le Drian jî ji alîyê xwe ve teqezî li ser girîngîya têkilîyên dualî yên di navbera herdu welatan de kir, û hêvî kir ku pêşketin û hevkarî di warên aborî, ewlehî, serbazî û çandî de pêk bên.

Wî herwiha pêbendîya Fransayê bi piştgirîkirina hevgirtin, ewlehî û serwerîya Îraqê kir.

Rayedarên Fransî ''pêşwazîyê dikin"

Tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Bervanîyê yê Fransî Florence Parly serdana Îraqî bike bo nirxandina pêşveçûna rahînerên Fransî yên ku kar li ser baştirkirina amadebaşîya leşkerên Îraqî dikin.

Dê serdan "asta pêbendîya Fransayê bi piştgirîkirina Îraqê nîşan bide", parlemantarê Îraqî ji parêzgeha Diyalayê, Ebdul Xaliq Ezawî, yê ku di komîteya parlemanî ya ewlehî û berevanîyê de cih digire wiha anî ser ziman.

Îraq pêşwazîya rayedarên Fransî dike, "ji ber ku Fransî xwedan bandoreke erênî ne li ser ewlehîya welatê me", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em hertimî Fransa weke welatekî hevalbend ê ku bi hêzdarî alîkarîya me kiriye di şerê DAŞê de û serkeftina li dijî DAIŞê raçav kir," wî got. "Wê roleke girîng gerand û hîna jî digerîne di nêçîrkirin û bidawîanîna hebûna endamên terorîst."

Wî got ku Fransa alîkarî daye Îraqê jialîyê rahînana serbazî ve, û daxuyand ku "Fransa berdewam e di beşdarîya bi hêz de bo avakirina artêşa Îraqî û karînên wê yên şerkirinê, bo ew karibe welat biparêze û aramîyê misoger bike".

Di heman demê detopxaneya Fransî roleke "girîng li Enbarê gerand", serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd ji Diyaruna re ragihand.

Êrîşên topxaneya Fransî armancên DAIŞê li Sûrîyayê dikin hedef di çarçoveya erkdarîyên Hêza Wagramê, û rêxistin lawaz kirin û "aniha weke xetên berevanîyê yên herî girîng ên sînor tên hejmartin".

Wî got ku ev hebûn nîşan dide ku Fransa "pêbendîyên xwe yên şerkirina terorîzmê pêk tîne".

Alîkarîkirina bihêzbûna Îraqê

Têkilîyên dîrokî yên Îraqê bi Fransayê re hene û "Îraqî helwestên wê yên erînî têkildarî karûbarên welat bilind dinirxînin", Îsam Feylî, mamosteyê zanistên siyasî li Zanîngeha Mustenserîyayê, wiha şirove kir.

"Hîna li bîra wan e ku çawa Fransa bê dûdilî kete tevgerê bo piştgirîkirina wan dema ku DAIŞê êrîş kir bajarên wan," wî ji Diyaruna re got.

Ji 2014an ve, Fransa alîkarî di jinavbirina karînên DAIŞê de kir bi rêya armanckirina baregehên wê û zêdekirina êrîşên asmanî û topbarankirinê, û agahîyên hewalgirî yên têkildarî tevgerên DAIŞê ji hêzên Îraqî re pêşkêş kirin.

Artêşa Fransî 1,200 leşker di çarçoveya xebatên dijberîya terorê de xistin tevgerê li sûrîyaya, bi rêya operasyonên cewî, topbarankirinê û bi rêya rahînankirina artêşa Îraqî.

Wî daxuyand ku serdanên berpirsên Fransî bo Bexdayê "nîşanên zelal têkildarî berdewamîya Fransayê di polîtîkayên piştgirîkirina Îraqê de bo dîsan dewlet hêz û serwerîya xwe vegerîne", Feylî got.

Armanca serekî ya Fransayê avakirina hêzeke şer a têr rahînankirî ya Îraqî ye, hêzeke ku xwedan zîrekî û zanîn be daku teknolojîyên şerkirinê yên nûjen di şerên zîrek de bi kar bîne û xwedan karîn ku torên dijmin têk bide," wî got.

Feylî hêvî kir ku ev serdan û civîn dê bibin encama rêkeftinên serbazî û muzekerenameyên hevkarîyê û dê "odeyeke operasyonên hevbeş were damezrandin bo veguhestina agahîyan û ezmûnên ewlehî".

Wî daxuyand ku herdu welat kar li ser "qayimkirina hevkarîyeke aborî ya bihêz dikin" û ev yek jî yek armanca Îraqê ya pêşxistina bajarên ji DAIŞê hatin rizgarkirin bi cih tîne.

Di sala 2017an de, Fransayê qerzekî bi behayê 430 milyoon euro ($512 milyon) ji Îraqê re dirêj kir bo alîkarîkirin di pêkanîna çaksazîyan de û baştirkirina rewşa xizmetguzarîyên giştî.

Di serdana xwe ya dawî de, Le Drian ragihand ku Fransa dê qerzekî bi behayê milyarek euro ($1.1 milyar) li ser çar salan bide Îraqê bo alîkarîkirina nûavakirinê di serdemê paş-DAIŞê de, AFP ragihand.

"Karsazên Fransî amade ne ku beşdarîyê di nûavakirina Îraqê de bikin," Le Drian ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tevahiya nuçeyan

BERSIV BIDE