Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sivîlan dike mertalên zindî li Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev sivîlên Sûrî karîbûn ji dawîn asêgeha li jêr kontrola DAIŞê ya li Dêra Zorê birevin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ev sivîlên Sûrî karîbûn ji dawîn asêgeha li jêr kontrola DAIŞê ya li Dêra Zorê birevin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Çalakvanekî xwecihî ragihand ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çeperên xwe li dawîn molgeha ku li jêr destê wê ye li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê asê dike bi rêya bikaranîna sivîlan weke mertalêm zindî.

Sivîlên ku karîbûn ji deverên li jêr kontrola DAIŞê birevin di rojên dawîn de ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) re gotin ku hejmarek mezin a niştecihên xwecihî nikarin derkevin, çi ku ji hêla rêxistina tundrew hatine girtin, mîdyavan û çalakvanê civakî Emar Salih ji Diyaruna re got.

Salih dîyar kir ku li gorî sivîlên karîbûn birevin, kesên mayî li molgehê weke mertalên mirovî tên bikaranîn da êrîşa li dijî wan were astengkirin.

Wî got ku DAIŞ "dizane ku hêzên hevpeymanîya navdewletî û QSD jîyana sivîlan naxin metirsîya yekser," û da zanîn jî ku ev gav bandor li bipêşveçûyîna hêzan kir û hişt di çend rojên borî de operasyonên xwe hêdî bikin.

Endamine Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li nêzî devera ku DAIŞê sivîl weke mertalên mirovî bi kar tîne tên dîtin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamine Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li nêzî devera ku DAIŞê sivîl weke mertalên mirovî bi kar tîne tên dîtin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Malbat bo kampên koçberan hatine veguhastin

AFP ragihand ku di çaxa ku QSD û hevpemanîya navdewletî êrîşên xwe zêde kirine di heftîyên dawî de, bi hezaran sivîl ji deverê derketine.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, bêhtir ji 36,000 kesan, piranîya wan jin û zarok ji malbtên DAIŞê ne, ji Kanûna Yekem ve di rêya korîdorên mirovî re yên ji hêla QSDê ve hatin vekirin revîyane.

Rewangehê ragihand ku ev hejmar nêzî 3,000 çekdarên DAIŞê jî dihundirîne.

Lê belê ji çaxa ku bi sedan kes gihaştin erdên QSD di meha borî de, herikîna sivîlan pir kêm bûye.

Salih destnîşan kir ku malbatên revîyayî bi alîkarîya QSD bo kampên koçberan hatin veguhastin.

Wî got ku ev malbat bi hev re di peywendîyê de bûn da nas bikin kî nikarîbû bireve û ku belkî ew di nava DAIŞê de weke mertalên mirovî bi kar tên.

Salih anî ziman ku xebatên dûrkirina DAIŞê xwe dispêrin çavdêrî, operasyonên sekvanîyê û destnîşankirina korîdorên ewle bo sivîlên mayî.

"Xuya ye êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê selametîya sivîlan di ber çavan re derbas dikin," wî dîyar kir, " ku kêm dubare dibin û êrîşî armancine destnîşankirî ku baş hatine bijartin, dikin."

Salih got ku hingê, endamên DAIŞê li tu deverê nayên dîtin, ev tê wateya ku ew xwe di hundirê tunêlan de vedişêrin, ev yek jî rêbazeke berbelav e.

Operasyonên çavdêrîyê ji demê heya demê tenê tevgera jinên DAIŞê dibînin, li gorî endamên QSê yên li nêzî dawîn molgeha DAIŞê bicihbûyî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500