Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rêjeya revandinê li Bexdayê gelekî kêm dibe

Ala Husên li Bexdayê

Polîsê Îraqî li seranserê Bexdayê belav bûne, ya ku gelekî operasyonên revandinê lê kêm bûne. [Wêne ji Polîsê Bexdayê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî li seranserê Bexdayê belav bûne, ya ku gelekî operasyonên revandinê lê kêm bûne. [Wêne ji Polîsê Bexdayê hatiye wergirtin]

Operasyonên revandinê yên ku heme bibêje rojane li Bexdayê diqewimîn di van salên dawî de heta rêjeyeke mezin kêm bûne, û tenê çend bûyerên hindik aniha hatine ragihand, Encumena Dadmendî ya Bilind ya Îraqê di Mijdarê de îlan kir.

Heta demekê, pêleke operesyonên revandinê yên xwedî handanên siyasî û tawanî li bajar hebûn bo ku fidyeyê wergirin, piranîya tawanan li Bexdayê li Resafayê li rojhilatê berava Dicleyê diqewimin.

Îlana encumenê dîyar dike ku pêşketinek ketiye performansa ajansên dadmendî û ewlekarî de di şerê li dijî diyardeya revandinê de.

Encumenê ragihand ku di van her sê salên dawî de, 374 kesên gumanbar derbarê tawanên revandinê hatin girtin, û wê not kir ku ev takekes tevlî komine organîzkirî ne, komên ku ji sê heya 14 endaman pêk tên.

Endamên polîsê Îraqî pagerîyê li Bexdayê dikin. [Wêne ji Polîsê Bexdayê hatiye wergirtin]

Endamên polîsê Îraqî pagerîyê li Bexdayê dikin. [Wêne ji Polîsê Bexdayê hatiye wergirtin]

Dadmendîya Îraqî 638 hukm derbarê van tawanan birîn, 90% ji wan hukmê mirinê bûn, lê yên mayî hukmê muebed bûn.

Ev hejmar halatên dadgehên temambûyî dinimînin û ew halatên ku hîn lêpirsîn di wan de berdewam e nahundirînin, Sêf Mihemed ji ofîsa agahîyan ya Encumena Damendî ya Bilind ji Diyaruna re eşkere kir.

"Ew hale hemû ji alîyê yekînîya dijî revandinê ya Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatin destnîşankirin, ya ku ji alîyê dadgerekî ve ji Dadgeha Lêpirsînê ya Navendî ve hatiye serperiştîkirin," wî got.

Çareserkirina koka sedemên tawanê

Divê xebatek hebe bo lêkolînkirina sedema bingehîn ya van tawanan, pisporê ewlehî Sefa el-Asim got, bo were destnîşankirin "gelor ew di pêvajoya terorîzmê yan tawana organîzkirî de hatine kirin".

"Piranîya operasyonên revandînê çêbûne ji ber betalîya ku berfireh belavbûyî ye û ji ber kêmbûna derfetên kar ji ciwanan re," wî ji Diyaruna re got.

Vê yekê ew han dan ku di operasyonên revandinê de beşdar bibin ji ber fideyeyê bo berjewendîyên komên tundrew ên mîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yan komên tawanbar, wî got.

Asim got ku bi dawîbûna şerê li dijî DAIŞê, ewlehî vedigere Bexdayê û bajarên başûrê welat, û not kir ku piranîya xebatên ewlehî "giranîyê didin şerên dûr ji bajarên li navend û başûrê welat".

Pisporê qanûnî Heyan Xeyat got ku dadmendîya Îraqî di rêya du kenalan re bi tawanên revandinê re danûstandinê dike: weke tawaneke cînayî yan weke tawaneke terorî.

Danûstandina bi tawanên revandinê re "li gorî Qanûna Sûckirinê ya Îraqî hejmar 111 a sala 1960 ne" wî ji Diyaruna re got, lê danûstandina bi revandinên têkildarî terorê li gorî Qanûna Dijî Terorîzmê yê hejmar 13 ê sala 2005an ne.

Wî got ku herdu qanûn hemû şêweyên revandinê çareser dikin, eger ew ji alîyê komên terorî ve hatibin handan yan bi mebesta standina pereyan bi zorê, bazirganîkirina bi endamên, koletîya cinsî yan jî heta ji ber mebestin malbatî be jî.

Herdu qanûn "cezayên rêgirîyê dihundirînin, piranîya wan digihine îdamkirin yan girtina heta hateyê", Xeyat got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500