Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Alozî di navbera komên girêdayî Qaidê de li Sûrîyayê gur dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Huras el-Dîn, li gundewarê Laziqîyayê tên dîtin, ên ku destên wan di alozîyên nû yên bi Tehrîr el-Şam re hene. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Huras el-Dîn, li gundewarê Laziqîyayê tên dîtin, ên ku destên wan di alozîyên nû yên bi Tehrîr el-Şam re hene. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Di van rojên dawî de, hevdem ku têkilîyên wan bi Tehrîr el-Şam re alozdar bûne, çekdarên Huras el-Dîn ketine rewşa amadebaşîyê de li deverên li jêr kontrola komê li hawîrdorên parêzgehên Idlib, Heleb, Laziqîya û Hemayê, çalakekî xwecihî got.

Sivîlên li van deveran ditirsin ku pêleke nû ya şer di navbera komên çekdar ên girêdayî Qaidê de biqewime, çalakekî ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku alozîya zêde ya di navbera herdu koman de hişt ku şerekî medyayî di navbera wan de çêbibe, û Huras el-Dîn Tehrîr el-Şam têk bir û ew hevalbendîya tundrew gunehkar kir ku ew hewl dide wê bixe jêr kontrola xwe.

"Huras el-Dîn daxwaz kir ku Tehrîr el-Şam prere û çekên ku serkirdeyê Tehrîr el-Şam Ebû Mimemed Colanî ji wan dizîne dema ew ji Qaidê veqetiya û Enîya Nusrayê damezrand vegerîne," Esaf got.

Çekdarên Tehrîr el-Şam li derdora parêzgeha Idlibê pagerîyê dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Tehrîr el-Şam li derdora parêzgeha Idlibê pagerîyê dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Ceyş el-Îslam çekên xwe nemayiş dikin li Sûrîyayê. Koma ku beşek e ji Huras el-Dîn, Tehrîr el-Şam bi dizîya çekên xwe tohmetbar kir. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Ceyş el-Îslam çekên xwe nemayiş dikin li Sûrîyayê. Koma ku beşek e ji Huras el-Dîn, Tehrîr el-Şam bi dizîya çekên xwe tohmetbar kir. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Enîya Nusrayê aniha koma serdest e di hevalbendîya Tehrîr el-Şam de.

Herwiha Huras el-Dîn aniha daxwaz dike ku Tehrîr el-Şam çekên ku wê dest danîye ser wan di pêngava dawî de radest bike, da ku hemû parêzgeha Idlibê bixe bin kontrola xwe de.

Alozî di navbera koman de

"Serkirdeyê Huras el-Dîn Samî Urêdî û Ebû Humam el-Şamî Tehrîr el-Şam tohmetbar kirin ku ew hewl dide ku bi komên tundrew ên li deverê qayil bike ku ji alîyê Artêşa Sûrî ya Azad ve tê kontrolkirin," wî got.

Li gorî Esaf, deverên li jêr kontrola Huras el-Dîn bi awayekî dîyar di rewşeke hişyarîyê de ne û berdewam li endamên Tehrîr el-Şam digerin.

Esaf got ku alozî çêbû ji ber ku Tehrîr el-Şam du serkirdeyên Huras el-Dîn girtine, Ebû el-Turab el-Lîbî û Ebû Mihemed el- Hemewî, yên ku fermandarên rêza yekem a Qaidê ne li Sûrîyayê.

Huras el-Dîn sala par hat damezrandinû ji endamên ku xwe dispêrin îdîolojîya Qaidê û tevlîbûna di rêzênTehrîr el-Şam red dikin pêk tê.

Ew heft komên çekdar dihewîne: Cund el-Eqsa, Serîyet Kabul, Jund el-Şerîya, Seraya el-Sahil, Ceyş el-Badîyayê û Ceyş el-Melahim, ligel bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Esaf daxuyand ku hejmareke mezin ji van çekdaran ne Sûrî ne, dîyar kir ku wan aniha li derdora devera li jêr kontrola Tehrîr el-Şam cih girtiye, û raserî devera li jêr kontrola rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500