Nûçeyên Iraqê
Analîz

Îran "lingê xwe" kûrtir di hundirê Sûrîyayê de radide bi rêya lihevkirine aborî ya nû

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şandeyeke Îranî ya hikumî li civînekê amade dibe, civîna ku bû encama 11 lihevkirinên aborî yên nû di navbera Sûyayê û Îranê de di 28ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Medyaya Civakî hatiye wergirtin]

Şandeyeke Îranî ya hikumî li civînekê amade dibe, civîna ku bû encama 11 lihevkirinên aborî yên nû di navbera Sûyayê û Îranê de di 28ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Medyaya Civakî hatiye wergirtin]

Lihevkirinên nû yên Sûrîya û Îranê li ser îmze kirine di vê heftîyê de dê rê bidin rejîma Îranî ku bandora xwe di rêya kontrolkirina aborî de bihêle û xwe ji cezayên li ser hatine sepandin, vedize.

Herdu welatan roja Duşemê (28ê Kanûna Duyem) li ser 11 lihevkirin û bîrnameyên têgihaştinê îmze kirine di nav de rêkeftina "hevkarîya aborî ya srtatîjîk ya domdirêj" ku xurtbûna hevkarîyê di navbera Şam û alîgireke wê ya sereke de, armanc dikir.

Lihevkirin gelek war hembêz kir di nav de, aborî, çand, perwerde, binesazî, veberanîn û niştekirin, ajansa SANA ya bi ser hikumetê ve ragihand.

Serokwezîrê Sûrî Îmad Xemîs got ku ew "peyamek bo cîhanê ye derbarê hevkarîya Sûrî-Îranî de," û wiha dewam kir "sazîyên qanûnî û birêveberî" bo kargehên Îranê yên dixwazin li Sûrîyayê vebiranînê bikin û "bi karîgerî nûavakirinê" bikin.

Bazirganên Îranî û Sûrî li konferansekê li Şamê amade dibin, ku ji bo xurtkirina hevkarîyê di navbera herdu alîyan de tê lidarxistin. [Wêne ji Medyaya Civakî hatiye wergirtin]

Bazirganên Îranî û Sûrî li konferansekê li Şamê amade dibin, ku ji bo xurtkirina hevkarîyê di navbera herdu alîyan de tê lidarxistin. [Wêne ji Medyaya Civakî hatiye wergirtin]

Lihevkirin du bîrnameyên têgihaştinê di navbera desthilatên rêyên hesinî li herdu welatan de, dihindirînin herwiha di navbera desthilatên taybet bi wan ku vebiranînê han didin de.

Derbarê binesazîyê de, nûavakirina keştîgehên Tertûs û Laziqîyayê jî hebûn, herwiha avakirina kargeheke enrejîyê bi karîna 540-megawat, li gorî Xemîs.

Wî anî ziman ku herwiha "bi dehan proje li sektorê neft û çandinîyê hene."

Îran "lingê xwe di Sûrîyayê de radide"

Îran, bi rêya îmzekirina lihevkirinên bi hikumeta Sûrîyayê re, hewl dide "kûrtir lingên xwe" bi awane qanûnî di Sûrîyayê de rade, ligel bangên navdewletî ku hew destwerdanê di welatên Ereban de bike, lêkolînerê Navenda Şerq a Lêkolînên Stratîjîk û Herêmî Samî Xêt got.

Xêt ji Diyaruna re got ku dê ji Sûrîyayê re pir zehmet be ku van lihevkirinan bi dawî bike "bêyî ku tu lêçûnên mezin li şûnê nede xezîneyê."

Wî got ku Îran li pêş demê dixe "da kontrolê li ser prosesa nûavakirinê li Sûrîyayê bike piştî gelek salên şer ku beşine mezin ên bajar, gund û binesazîyê wêran kir," ku gelek welat dilê xwe bi van projeyan xweş dikin.

Xêt got ku dawîn lihevkirin Sûrîya dixe jêr rehma "Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî" (Pasdaran) ji ber piranîya kargehên Îranî yên projeyan li Sûrîyayê pêk tînin girêdayî Pasdaran in.

Xêt destnîşan kir ku ev kargeh dê "fînanseke din bide Pasdaran di dmekê de ku çavkanîyên wê yên fînanskirinê yên gerdîşî rastî leleyên dijwar tên ji ber cezayên navdewletî yên li ser hatine sepandin."

Xêt dîyar kir ku di nav lihevkirinên roja Duşemê de, yek ji wan bi standina rêkarinan bo pêkanîna muamelatên diravkarî di navbera Îran û Sûrîyayê detêkildar dibe.

Parêzerê Banka Navendî ya Îranê Ebdul Nasir Hematî ragihand ku dê bankeke Îranî-Sûrî ya hevbeş were avakirin û navenda wê dê li Şamê be, li gorî çavkanîne medyaya Îranî.

Xêt ragihand ku lihevkirin dê bihêle Tehran ji cezayan dûr bikeve û "hejmareke mezin a diravan di rêya Sûrîyayê re peyda bike da ku kêmanîyên di sazîyên Pasdaran de ji ber cezayan dagire."

Xêt got ku weke vê lihevkirinê dihêle hikumeta Sûrî "hevparekî tekûz ê Pasdaran be û wê fînansa bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500