Nûçeyên Iraqê
Aborî

Pêşesazîya serbazî ya Îraqî xetên berhemdayînê vedike

Xalid Taî

Wezîrê Pêşesazîyê yê Îraqî Salih Ebdula (navenda) berhemdayîna xwecihî ya hawînan seh dike. [Wêne ji Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî hatiye wergiritin]

Wezîrê Pêşesazîyê yê Îraqî Salih Ebdula (navenda) berhemdayîna xwecihî ya hawînan seh dike. [Wêne ji Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî hatiye wergiritin]

Pîşesazîya şerbazî ya Îraqî di van salên dawî de tê vejîyandin di rêya vekirina xetên berhemdayînê yên nû yên ku hêzên çekdar bi berhemên serbazî yên sereke dabîn dikin, berpirsekî hikûmî got.

"Plan heye ku vî sektorê vejînin," peyvdarê Wezareta Pîşesazîyê Ebdul Wehîd Şumerî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku vê yekê dest pê kir bi biryara têkilkirina 14 kampanîyên pîşesazîya serbazî di yek dezgehekê de tê naskirin weke Kampanîya Pîşesazîyên ya Giştî Serbazî.

Wî got ku hikûmetê damezrandina kampanîyê qebûl kir, ya ku destpêkê weke kompanîya Pêşesazîyên Serbazî hat naskirin, di Tebaxa sala 2015an de, û di sala 2016an de, wê dest bi berhemdayîna pêşnimûneyên hawinan û mûşekên 107 milîmitir kir.

Pisporekî teknîkî yê Îraqî li ser berhemdayîna navgînên çekdar ên serbazî li Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî kar dike. [Wêne ji Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî hatiye wergiritin]

Pisporekî teknîkî yê Îraqî li ser berhemdayîna navgînên çekdar ên serbazî li Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî kar dike. [Wêne ji Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî hatiye wergiritin]

Şimerî got ku di van çend salên tê de, pêşesazîya serbazî dê giranîyê bide berhemdayîna pêdivîyên şer û çekên sivik û biçûk.

Di destpêka vê salê de, Kompanîya Pîşesazîyên Serbazî ya Giştî dest pê kir giranî da "çar xetên berhemdayînê yên yekkirî", wî got.

Wî got ku ev yek berhemdayîna xeteke bo sazkirina navgînên çekdar, du xetên bo sazkirina mayînên dijî navgînên çekdar û balefirên kifşkirinê yên bê balefirvan û xeta çaremîn bo berhemdayîna cureyên hawînan ên cuda dihundirîne.

Kargeha çêkirina navgînên çekdar ên serbazî karîna wê heye ku 180 navgînan her salekê çêbike, di rêya hevkarîya bi sektorê taybet ê xwecihî re, Şimerî got.

"Wezaret hewl dide ku bala kampanîyên xwecihî û yên biyanî bikişîne yên navdar û pispor da ku weberhênanê derbarê pîşesazîyên serbazî de bikin," wî got, û anî ziman ku "samanên me yên mirovî têrê dikin".

"Tenê hewcedarîya me bi piştgirîya darayî heye da ku em xetên berhemdayînê yên bêtir damezrînin," wî got. "Em gihêştine hejmarek ji kompanîyan, û çend sozên cidî yên weberanînê hene."

Wezareta di pêşangehên yên ewlehî û berevanîyê lsalane li Pêşangeha Navdewletî ya Bexdayê beşdar dibe, cihê ku komeke berhemên serbazî û teknîkî tên pêşkêşkirin, Şimerî not kir.

"Armanca me ew e ku em berhemên serbazî yên pêşketî yên ku pêdivîyên sazemenîyên me yên serbazî peyda dikin saz bikin," wî got.

Kêmkirina hawirdina serbazî

"Em xwe dispêrin van xebatan da ku em pêdivîyên hêzên xwe di warê çêkirina serbazî de peyda bikin," peyvdarê Wezareta Berevanîyê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku vejîyandina pîşesazîya serbazî dê abora niştimanî qayim bike, herwiha ew dê hewcedarîya me me bi hawirdina çek û pêdivîyên serbazî kêm bike û derfetên kar di kargehên berhemdayîna serbazî de dê çêke.

Xefacî ragihand "em xwedî şîyana çêkirina çekên serbazî yên pêşketî ne, ku hem pisporî hem jî jîngeha weberanînê peyda ne, û bi tenê çavkanîyên darayî astengîyan çêdikin."

Xefacî got "sazîyên me yên serbazî destpêşxerî standin û mûşek û çekên sivik û navîn ku hêzên me bi wan tên biçekirin çêkirin."

Xefacî got ku "em bi hêvîya zêdekirina berhemdayîn û cihêrengîyê ne, ji ber ku ev yek şîyana me ya serbazî xurt dike."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Wehabî, hûn terorîst in.

BERSIV BIDE