Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq 108 sîpeyên biyanî bi girêdana bi DAIŞê re tawanbar dike

Xalid Taî

Sîpeyên ku di zindanên zaroakn de bicih bûne perwerde, guhdana tendirustî û xizmetguzarîyên nûtahîlkirinê ji wan re tên pêşkêşkirin. [Wêne ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hatiye wergirtin]

Sîpeyên ku di zindanên zaroakn de bicih bûne perwerde, guhdana tendirustî û xizmetguzarîyên nûtahîlkirinê ji wan re tên pêşkêşkirin. [Wêne ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hatiye wergirtin]

Îraq dide dûv sîpeyên biyanî yên ku destên wan di tawanên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatine kirin heye, û ew misoger dike ku ew dê rastî darizandineke dadmend werin û mafên wan ên qanûnî dê werin parastin, pisporan ji Diyaruna re got.

Encumena Dadmendî ya Bilind a Îraqî roja 31ê Kanûna Yekem îlan kir ku di sala 2018an de 108 sipeyên biyanî hatine tawanbarkirin ji ber ew tevlî DAIŞê bûbûn, û dadgehên Îraqî 31 mêr û 77 jin dadgeh kirin.

Ev zarokên çekdarên biyanî ne, yên ku çûne Îraqê da ku di nav rêzên DAIŞê de şer bikin.

"Sîpeyên biyanî yên gumanbar in ku tevlî DAIŞê bûne rast darizandineke dadmend tên," Tariq Herb serokê Komeleya Çanda Qanûnî ji Diyaruna re got.

DAIŞê zarok di nav refên xwe de tecnîd kirin dema wê rûberin ferih li Sûrîya û Îraqê kontrol dikirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

DAIŞê zarok di nav refên xwe de tecnîd kirin dema wê rûberin ferih li Sûrîya û Îraqê kontrol dikirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

"Dadgehên Îraqî yên têkildar lêpirsînê derbarê tawanên terorîst de dikin ên guman heye ku van sîpeyan heta asteke mezin destên wan tê de heye," wî got.

Wî teqez kir ku arizanidin bi rêbazekî guncan tên cîbicîkirin, dadgeh parêzerekî berevanîyê ji bo kesên gumanbar destnîşan dike û hukim tê weşandin tenê dema ku delîlekî vebir tê dîtin.

Wî dîyar kir ku rêbazên darizandinê û lêpersînê li gorî peymanên navdewletî ne, û not kir ku sîstema dadmendî cudahîyê di navbera Îraqî û biyanîyan de nake.

"Qanûna Îraqî li ser hemû sîpekan tê pêkanîn, bêyî ku pûte bê dan bi netewe, ol an jî necad," wî teqez kir.

Qanûna Îraqî sipeyan pênase dike weke ku ew takekeseke di navbera temenê neh heta 18 salî de û destûrê dide xizmekî wî ku berevanîya wî bike heta eger ne parêzer be jî.

Divê rûniştinên darizandin nepenî bin da ku nasnameya yê sîpe biparêzin û qanûna Îraqî destûrê nade dadgehê ku hukimê îdamê li sîpekan bibire.

Sîpeyên girtî yan ên tawanbar di Zindana Reftarsazî ya bo Sîpekan de bi cih bûne, cihê ku ew di programên nûtahîlkirinê de hatine qeydkirin û pena , guhdana tendirustî û şîret ji wan re tên dabînkirin.

Mafên sîpeyan tên parastin

"Sîstema dadmendî ya Îraqî dîyar e û pabend e ku li gorî prosedûrên qanûnî kar bike di haletên sîpekan de," Fatin Hilfî ji Komisyona Bilind ya Mafên Mirov got.

"Derbarê jin û zarokên biyanî yên têkildarî DAIŞê, me serdana wan kir û me rewşa wan a giştî şopand," wê ji Diyaruna re got.

Wê got ku lêpirsîn û darizandinên dadmendî derbarê sîpeyan li gorî prosedûrên qanûnî ne û mafên wan tên parastin.

Wê dîyar kir ku zarokên li jêr temenê neh salî di lêpirsînê de ji dayîkên xwe nayên veqetandin, û anî ziman ku di rewşên ku dêyek gunehkar e ji ber têkilîya wê bi DAIŞê re, guhdan ji zarokên wê re tê dabînkirin.

"Dibe ku hin ji van zarokan bo welatên xwe werin şandin li ser bingeha xwesteka xizmên wan di rêya kenalên Dîplomatîk re," Hilfî got.

Di 30 Kanûna Yekem de, Îraqê 30 sîpe ji Rûsyayê yên ku dêyên ji Daxistan û Şîşan bûn û ji ber bersûcên têkildarî terorîzmê hatibûn tawanbarkirin.

Wê got ku piştî vê yekê "giftûgoyên dualî yên teqrîben salekê berdewam kirin" hebûn.

"Îraq mafên sêwîyên ku dêûbavên wan endamên DAIŞê yên biyanî bûn û mirin yan ên dayîkên wan tawanbar bûn ji ber bersûcên terorîzmê," Îsam Feylî, yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê hîn dike, got.

Wî got ku eger welatê zarokê yê resen bixwaze ku wan radest bike, Îraq dê qebûl bike, li jêr şert û mercên bîrnameya têgiştinê.

"Ji bo sîpeyên biyanî ên hatine girtin ji ber bersûcên terorîzmê, ew dê werin guhestin bo navendên nûtahîlkirinê da ku hukmê xwe li wir biqedînin," wî got.

"Îraq pabend e bi mafên mirov û danûstandina mirovî û qanûnî bi van sîpeyan re û bi nûtahîlkirina wan ew erkê xwe yê exlaqî jî cîbicî dike," Feylî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500