Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Diyalayê di tevgerê de ne bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê

Xalid Taî

Fermandarîya Polîsê Diyalayê roja Duşemê (27ê Kanûna Duyem) civîneke awarte bi serkirdeyên xwecihî û serbazî re li dar xist bo nîqaşkirina rewşa ewlehî li parêzgehê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Fermandarîya Polîsê Diyalayê roja Duşemê (27ê Kanûna Duyem) civîneke awarte bi serkirdeyên xwecihî û serbazî re li dar xist bo nîqaşkirina rewşa ewlehî li parêzgehê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Paş ku pêleke êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên vê dawîyê li parêzgeha Diyalayê tirs xiste dilê niştecîyên xwecihî de, mezinên êlan soz dan ku ew dê li rex hêzên ewlehî rawestin di operasyona derkirina bermahîyên rêxistinê de.

Fermandarîya Polîsê Diyalayê roja Yekşemê (27ê Kanûna Duyem) civîneke awarte bi serkirdeyên serbazî û ajansên hewalgirî re li dar xist bo nîqaşkirina rewşa ewlehî li parêzgehê û dariştina pilanên pêşerojê bo xurtkirina ewlehîyê.

Berpirsayaran di daxuyanîyekê de bi çavekî biçûk li van êrîşên dawî nêrî "dibe ku ew bûyer li her parêzgehê biqewimin".

Ev bûyer "nayên wateya ku hinek dever ketine jêr kontrola komên DAIŞê yên terorîst", wan got, û wan medya han da ku bi dîqet deqîq be dema ew bûyerên mîna van rûmal bike.

Serkirdeyên êlan û kesayetên navdar li parêzgeha Diyalayê civînekê di Adara sala 2018an de amade dibin, a ku wan tê de teqez kir ku ew dê piştgirîya hêzên ewlehî di şerê wan ê li dijî DAIŞê bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

Serkirdeyên êlan û kesayetên navdar li parêzgeha Diyalayê civînekê di Adara sala 2018an de amade dibin, a ku wan tê de teqez kir ku ew dê piştgirîya hêzên ewlehî di şerê wan ê li dijî DAIŞê bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

Hevgirtina ajansên ewlekarîyê û alîkarîya wan a xurt bi hikûmeta xwecihî û niştecîyan re "roleke mezin gerand di peydakirina jîngeheke ewle de li parêzgehê", berpirsan got.

Êrîşên terorî bi piranî li gundên li hewdê Weffa, Ebû Deyda, û Xaneqînê bûn, di nav de Ebû Xenzîr, Ebû Kerma, Celebî û Şeyxî.

Êl li dijî DAIŞê digihin hev

Êlên Diyalayê roja Pêncşemê (24ê Kanûna Duyem) "tevgereke bi giştî" bo rûbirûbûna DAIŞê ragihand, piştî bermahîyên rêxistinê bi dizî derbasî gundan bûn li deverên bakurî û rojhilatî yên parêzgehê.

Wan got ku wan hêzên xwe kirine rewşa amadehîyê de daku alîkarîyê bikin di derkirina şanên mayî, li gorî berpirsên xwecihî.

Şêx Heysem el-Hûm, serkirdeyê êla Nedayê li Diyalayê got ku di van rojên dawî de çekdaran dest bi zincîreke êrîşên terorî kir, êrîşên ku endamine ewlehîyê tê de jîyana xwe ji dest da.

Bûyer roja Yekşemê qewimî dema ku çekdaran êrîşî xaleke pêşkinînê kir li Xaneqînê, û çar karmendên ewlehî tê de birîndar bûn, wî ji Diyaruna re şirove kir.

Êrîşkar ber bi cihekî nenaskirî ve reviyan.

"Berî sê rojan, leşkerek ji alîyê nîşanbazekî ve li devera Mayayê , li bakur û rojhilatê Diyalayê hat kuştin," el-Hom got.

Wî teqez kir ku hêzên ewlehîyê "karekî baş dikin da ku parêzgehê biparêzin û ewlehîya niştecîyan misoger bikin di rêya şopandina bermahîyên DAIŞê de".

Wî got ku DAIŞ hewl dide ku sûdê ji erdnîgarîya Diyalayê ya zehmet û bistanên wê werbigire da ku çekdarên xwe careke din bide hev û êrîşên xwe bi awayekî zexm bike.

Hûm got ku hêzên ewlekarîyê tu delîvê nadin rêxistinê bo bigihêje vê armancê, û da zanîn ku ew erkên xwe pêk tînin "bi piştgirîya xelkê deverê û bi hevahengî ligel şervanên êlan".

Hûm daxuyand ku şervanên êlan û kesayetên deverê "piştgirîya xwe bo birayên xwe yên di rêzên polîs û artêşê de nû dikin", û wiha dewam kir "û ew amade ne ku terorîstên mayî têk bibin û çalakîyên wan ên tawankarî nehêlin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500