Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwendekarên pijîşkî yên Idlibê nerazîbûnê li dijî Tehrîr el-Şam nîşan didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwendekarên pişîjkî yên Zanîngeha Felatê ya Navdewletî li Idlibê li dijî biryaya Tehrîr el-Şam a girtina zanîngehê nezarîbûnê nîşan didin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwendekarên pişîjkî yên Zanîngeha Felatê ya Navdewletî li Idlibê li dijî biryaya Tehrîr el-Şam a girtina zanîngehê nezarîbûnê nîşan didin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwendekarên pijîşkî li Zanîngeha Felatê ya Navdewletî li Idlibê xwenîşandanan li dar dixin bo protestokirina girtina zanîngehê, li gorî biryareke "Hikûmta Felatê" ya ser bi Tehrîr el-Şam ve.

Biryara rawestandina çalakîyên xwendinê li zanîngehê dê bibe encama mehrûmkirina bi hezarên xwendekaran, ji salên xwendinê yên cuda, ji xwendinê, çalakvanekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku xwendekarên pişîjkî yên zanîngehê rojane xwenîşanan girê didin li dijî vê biryarê.

"Biryara rawestandina çalakîyên xwendinê li zanîngehê bi behaneya ku zanîngeh rêdan wernegirtiye hatiye standin," Idlibî got.

Şandeke "Hikûmeta Felatê" ya Tehrîr el-Şam hatiye Zanîngeha Felatê ya Navdewletî li Idlibê pişkinîn dike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Şandeke "Hikûmeta Felatê" ya Tehrîr el-Şam hatiye Zanîngeha Felatê ya Navdewletî li Idlibê pişkinîn dike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku rewş ne girêdayî rêdanê ye, û ew bi tenê encameke ji redkirina birêveberîya zanîngehê ji daxwazên Tehrîr el-Şam ên destdanîna li ser zanîngehê re.

Wî got ku ev yek ji destnîşankirina berpirsyarên Tehrîr el-Şam û ferzkirina fermanên tund têkildarî cilan û cudakirina xwendekarên xort û keç pêk tê.

Wî bal kişand ku pêşeroja xwendekaran di xeterîyê de ye, ji ber Tehrîr el-Şam rê li ber wan girt ku navên xwe di zanîngehine din de li herêmê binivîsin bi behaneya ku zanîngeh ne fermî ye û lewra naverokên wê yên akadîmî nayên qebûlkirin.

Idlibî got ku nerazîbûnên xwendekaran û kampanyayeke di medyaya civakî de, bi navê nerazîbûnên "berdilkên sipî" hêdî hêdî encaman bi xwe re tînin.

Wî got ku ya qaşo jê re tê gotin Hikûmeta Felatê şandek şand bo nîqaşkirin bi birêveberîyê re û gihiştin bi rêkeftineke ku herdu alîyan razî bike.

Idlibî teqez kir ku zanîngeh hemû standerên minhac, akadîmî û lojistî pêk anîne, lewra "hewcedarî bi rêdanê tune ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji ber ku bawernameyên zanîngehê bi wan re nînin, ew fena Boko Heram perwerdahîyê qedexe dikin.

BERSIV BIDE