Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Enbar bi dehan fêrgehên bo kesên xwedî pêdivîyên taybet vedike

Sêf Ehmed li Enbarê

Birêveber û mamosteyan şerît qut kirin da ku bi awayekî fermî fêrgehekê bo kesên xwedî pêdivîyên taybet vekin li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Birêveber û mamosteyan şerît qut kirin da ku bi awayekî fermî fêrgehekê bo kesên xwedî pêdivîyên taybet vekin li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Şagirtên xwedî pêdivîyên taybet waneyekê li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê amade dibin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Şagirtên xwedî pêdivîyên taybet waneyekê li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê amade dibin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Mamosta û xwendekar xwe ji wêneyekê re amade kirin di vekirina fermî ya wanegehekê bo xwendekarên xwedan pêdivîyên taybet de li Enbarê di Kanûna Duyem de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Mamosta û xwendekar xwe ji wêneyekê re amade kirin di vekirina fermî ya wanegehekê bo xwendekarên xwedan pêdivîyên taybet de li Enbarê di Kanûna Duyem de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wanegeheke taybet bandewarîya xwendekarên xwedan pêdivîyên taybet dikin li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wanegeheke taybet bandewarîya xwendekarên xwedan pêdivîyên taybet dikin li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê tên pêşwazîkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê tên pêşwazîkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Parêzgeha Enbarê bi dehan wanegehên nû vekirine, wanegehên hatine dîzaynkirin da ku pêdivîyên zarokên xwedî pêdivîyên taybet pêk bînin, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Ev gav piştî rahînankirina karmendên hînkirin û perwerdekirinê derbarê rêbazên fêrkirina xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet di hemû astên xwendinê de tê.

"Enbar rastî wêrankirineke mezin hat di vê dema bûrî de ku hejmareke mezin ji kesên kêmendam û xwedî pêdivîyên taybet li pişt xwe hişt," Xelîl Debab, serperiştekî perwerdeyî li Birêveberîya Perwerdeya Enbarê, got.

Di nav wan de hejmareke mezin bê dest û ling in, wî ji Diyaruna re got.

Xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet waneyekê li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê amade dibin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet waneyekê li fêrgeha Nubelayê li Felûcayê amade dibin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Birêveberîya Perwerdeyê ya Enbarê 100 fêrgeh li Remadîyê ji xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet re vekirine bo hemû astan û kar dike ku wanegehên din veke di meha tê de," wî got

Herwiha birêveberîyê 200 wanegehên din ji xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet re bi hemû astan li deverên cuda li Felûcayê vekirin, weke gave pêşîn, li gorî Mihemed Salih, birêveberê perwerdeyê li Felûcayê.

"Wanegehên hatin vekirin li fêrgehên seretayî, navîn û bilind piştî ku ev fêrgeh bi materylên hînkirin û fêrkirinê hatin dabînkirin," wî got.

Rahînankirina mamostayan

"Karmendên hînkirinê ji alîyê komîteyên serperiştîyê yên pispor ve hatin rahênankirin derbarê têgînên fêrkirina xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet û çawa bi wan re bidin û bistînin ji alîyê derûnî ve berî alîyê perwerdeyî," wî got.

Ew hatin fêrkirin bê çawa minhac bidine zarokên xwedî pêdivîyên taybet bi awayekî ku fêrkirinê hêsan bike, wî got.

"Dora 340 xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet hene li Felûcayê û deverên derdora wê, û xebat berdewam e daku wanegehine bêtir ji wan re li fêrgehên bajêr vekin di dema tê de," wî anî ziman.

"Di dema borî de, hejmara xwendekarên kêmendam, xwedîyên netebatîya derûnî û yên xwedî pêdivîyên taybet bilind bû," Fehed Rawî, mamostayek li navçeya Hîtê, bal kişand ser dagirkarîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Hejmareke xwendekarên ker û lal heye , ên ku herwiha "piştgirî û guhdana taybet dixwazin", wî ji Diyaruna re got.

"Bîst û du wanegehên ku dikarin 200 xwendekaran bihewînin ji xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet re hatine vekirin li Hît û Bexdadî li rojavayê Remadîyê," wî got.

"Karmendên fêrkirinê yên hemû astan hatine rahînankirin daku wan wanegehan dagirin," wî anî ziman.

Şîyan bo hînbûnê

"Hemû navçeyên Enbarê bi hewcedarî vekirina wanegeh û fêrgehan bo xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet û berfirehkirina materyalên xwendinê û fêrkirinê yên pêwîst bo fêrkirina wan xwendekaran û misogerkirina dabînkirina hemû qonaxên xwendinê ne," Rawî ragihand.

"Xwendekarên xwedî pêdivîyên taybet xwedan ezûm, zîrekî û behredarîyan in," Ehmed Anî, endamekî stafê fêrkarîyê li navçeya Rawayê wiha got.

"Tenê pêwîstî bi hebûna matryalên serekî [yên xwendinê], û stafên fêrkarî [yên perwerdekirî] bo dayîna peyrewên fêrgehan û perwerdahîyê di hemû astên xwendinê de," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Anî dîyar kir ku mamoste li ser çawanîya fêrkirina xwendekaran bi bikaranîna pêwistîyên fêrkirinê û "alavên nûjen ên fêrkirinê".

Wî da zanîn ku ev materyal û teknîk alîkarîya xwendekaran dikin di têgihiştina waneyan de û ew di fêrbûna bi baştirîn karînên xwe "bêyî kêşe û asteng".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500