Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şervanên QSD bajarokê dawî yê di destê DAIŞê li Sûrîyayê kontrol dikin

AFP

Duman bilind dibe paş bombebaranên li parêzgeha Dêra Zorê di demekê de ku wesayitên QSD li Hecînê cih digirin roja 15ê Kanûna Yekem, rojekê piştî kontrolkirina QSD ji asêgeha DAIŞê re. [Delîl Sulêman/AFP]

Duman bilind dibe paş bombebaranên li parêzgeha Dêra Zorê di demekê de ku wesayitên QSD li Hecînê cih digirin roja 15ê Kanûna Yekem, rojekê piştî kontrolkirina QSD ji asêgeha DAIŞê re. [Delîl Sulêman/AFP]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dest danî ser dawîn bajarokê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Sûrîyayê Çarşemê (23yê Kanûna Duyem), Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Ev serencamaêrîşeke berfireh e, ku QSD di Îlonê de bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî dest pê kir, û bi vê yekê rûbera di destê rêxistinê de li nêzî sînorê bi Îraqê re pir biçûk bûye.

Girtina bajarokê Baxozê hişt ku çekdarên mayî yên DAIŞê yên ku kêferata mirinê dikin li çolistanê û bistanên li dirêjahîya berava bakurî ya Hewzê Feratê belav bibin.

"Operasyonên lêgerînê li Baxozê didomin bo dîtina endamên DAIŞê yên ku hîna xwe li wir vedişêrin," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman daxuyand.

"Aniha dê QSD berê xwe bide zevîyên çendinîyê yên li nêzî Baxozê," wî got.

Dora 4,900 kesan, ku piranîya wan endamên malbatên çekdarên DAIŞê ne, û 470 çekdarên DAIŞê, ji Duşemê ve ji navçeyê revîyane, Ebdul Rehman derengîya şeva Sêşemê ragihand.

Ji wan, bi tenê roja Sêşemê 3,500 kesan xwe radestî hêzên QSD kir.

Ew bi dehên wesayitên ku QSD dabîn kirin hatin veguhestin.

Ketina Baxozê paş girtina QSD ji Hecînê, bajarokê herî mezin ê navçeyê, û bajarokên Şefaa û sûsayê di heyama çend heftîyên dawî de tê.

Bi hatina pêla nû dora 27,000 kes ji deverên ku berî aniha di destê DAIŞê de bûn ji destpêka Kanûna Yekem ve bar kirine, di nav de 1,800 tundrewên ku xwe radest kirine, Rewangehê ragihand.

Rewangehê got ku DAIŞ bi tenê di 10 kîlometrên ducar de li Dêra Zorê asê maye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500