Hêzên polîsê Enbarê endamên sê komên terorîst ên cuda girtin di operasyonên ewlehî yên dawî de li ser bingeha raportên ji alîyê welatîyan ve, serokê polîs liwa Hadî Kesar Erzayic îro Sêşemê (22ê) Kanûna Duyem ji Diyaruna re got.
Milîsan hewl dida "xwe di nav niştecîyan de veşêrin û şanên razayî ava bikin da ku ziyanê bigihînin ewlehîyê", wî got.
"Li ser bingeha agahîyên ku me ji jêderên hewalgirî yên di nav niştecîyan de wergirtin, me bi baldarî çavdêrîya van koman kir heta wê çaxa ku me karî endamên wan dorpêç bikin û bigirin," wî got.
Wî got ku Kom ji çekdaran pêk tê, şeş ji wan li bajarê Felûcayê, sê li Kermayê û çar li Remadîyê xwe diveşartin.
Ew "mikur hatin ku wan di kiryarin terorî de li dijî sivîlan cih girtiye", wî got, û not kir ku çekdarên li Kermayê hatin girtin berpirs bûn ji tawanên ku di nava salên 2007 û 2008an de qewimîbûn.
Pirên bawerîyê bi welatîyan re
Erzayic dîyar kir ku xebatên polîsê Enbarê di çarçoveya planeke ewlehî ku bi hevkarîya bi yekîneyên serbazî yên din û ajansên hewalgirî re ên hatin cîbicîkirin ji dema ku operasyonên serbazî li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dawî bûn li Enbarê.
"Plan li ser esasê alîkarî û avakirina pirên bawerîyê bi niştecîyan re tê danîn," wî got.
"Me têkilîyeke xurt bi wan re danîye û ew aniha me bi hemû agahîyan hewcedarîya me bi wan heye zêde dikin û ew me yekser her tiştê gumanbar agahdar dikin," wî anî ziman.
Erzayic daxuyand ku herwiha databêseke ewlehî bo malbatên bêwar ên vegeriyan deverên xwe yên resen hatiye sazkirin.
"Ev yek pir girîng e di planê [ya ewlehîyê] de, ji ber agahî derfetê didin ku em bi awayekî lezgîn terorîstan destnîşan bikin û wan bişopînin," Erzayic got.
Erzayic teqez kir ku ewlehî li bajarê Enbarê hatiye parastin bi saya polîsê lezgîn û polîsê civakê, herwîha hêzên beşê hewalgirî û lêpirsînê.
"Rewşeke pir ewlehî û aramî li hemû bajaran peyda ye," wî got, û teqezî li ser girîngîya xalên pêşkinînê, çavdêrîkirina tevgera navgînên ku ranahêjin numereyan, û hebûna xebateke hewalgirî ya xurt bo rêgirtin li ber êrîşên terorî kir.
Erzayic eşkere kir ku DAIŞ hîn hewl dide ku nûçe û gotgotên sexte belav bike da ku niştecîyan bitirsîne û moralên wan nizim bike.
"Em dixwazin ji niştecîyên xwe re teqez bikin kû bajarên me ewle ne û dê ewle bimînin jî bi saya bawerîya we bi hêzên we yên ewlekarî."
Bereketa Xwedê li we be!
BERSIV BIDE1 KOMÊNT