Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Li Îraqê nêzî 14,000 qurbanîyên DAIŞê di komgoran de ne

Xalid Taî

Paşmahîyên mirovî di hundirê komgorekê de li navçeya Hewîcayê li Kerkûkê di 18ê Kanûna Yekem de tê dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên mirovî di hundirê komgorekê de li navçeya Hewîcayê li Kerkûkê di 18ê Kanûna Yekem de tê dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Li gorî raporine fermî, herî kêm termên 14,000 qurbanîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di komgorinan de li seranserî Îraqê hatine veşartin, û hîna desthilatdarî gorên nû dibînin.

Di 18ê Kanûna Yekem de, polîsê federal komgorek dît li rojavayê navçeya Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê.

Goristan li nêzî gundê Ebûl Cîs li devereke ku bi navê daristana Bayîr li beşê birêveberîya Ebasî ye, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Hemdanî wiha ji Diyaruna re got.

Hemdanî got ku gor hestî û qehfên kesine nenaskirî ku ji hêla DAIŞê hatine kuştin, dihindirîne gava Hewîcayê li jêr destên DAIŞê bû.

Pisporine Îraqî komgorekê li parêzgeha Selahedînê di Adara 2018an de vedidin ku termên Îraqîne ku ji hêla "Dewleta Îslamî" hatine kuştin dihundirîne. [Wêne ji Birêveberîya Komgoran ya Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporine Îraqî komgorekê li parêzgeha Selahedînê di Adara 2018an de vedidin ku termên Îraqîne ku ji hêla "Dewleta Îslamî" hatine kuştin dihundirîne. [Wêne ji Birêveberîya Komgoran ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hemdanî dîyar kir ku "hejmara teqîq a qurbanîyan ên di gorê de hatine veşartin ne dîyar e, lê li gorî çavkanîyên me, ne kêmî 70 terman hatine binaxkirin."

Hemdanî anî ziman ku teftîşa destpêkê ya deverê, ciline deryayî dît ku nîşanê bi hebûna qurbanîyan ji sivîlan dide û belkî jin û zarok jî di nav de bin, herwiha xebatkarine serbazî.

Hemdanî ragihand ku têline hesînî jî li deverê hatin dîtin, ku milîtanan bo girêdan qurbanîyan berî serjêkirin an kuştina wan ji nêz ve, bi kar tanîn.

Ev goryek ji gelek gorên ku piştî DAIŞê hatin dîtin û ev yek "hovîtya rêxistinê û tawanên wê yên li dijî niştecihên Îraqî tîne ziman, Hemdanî got.

Bêhtirî 200 komgoran li Îraqê

Raporteke NY ku di 6ê Mijdarê de hat belavkirin, ragihand ku 202 komgor li Îraqê hatin dîtin, termine kesine ku ji hêla DAIŞê hatine kuştin, dihindirînin.

Piranîya van goran li parêzgehên Kerkûk, Nînewa, Enbar û Selahedînê ne.

Hemdanî ragihand ku "NY desthildarên xwecihî agadar kir ku gorên nû bên parastin û bi wan neyê lîstin da tu delîlê ku DAIŞê tawanbar bike, neyê windakirin.

Şandeyeke fermî ji Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî, ajansa hewalgirîya Kerkûkê û Sazîya Şehîdan gor di 20ê Kanûna Yekem de teftîş kir.

Hêzên ewlekarîyê û yên êlan devera gorê dîtin piştî barîna baraneke xurt li ser termên mirovî ku di bin axeke qam de hatine veşartin, şaredarê Hewîcayê Şeban Cibûrî ragihand.

Cibûrî ji Diyaruna re got ku ji çaxa ku gor hat dîtin, birêveberîya wî derbarê vê yekê de desthilatên hikumetê û rêxistinên navdewletî agadar kir, û teftîşeke seretayî hat çêkirin.

Cibûrî dîyar kir ku "em li benda tîmeke pispor in bo derxistina goran û destnîşankirina hejmara qurbanîyan, çawa û kengî hatine kuştin û ew kî ne, di rêya taqîkirina cînatên terman re."

Hejmareke nenaskirî ya qurbanîyan

Cibûrî got ku DAIŞ sivîl bê serûber dikuştin, nemaze ew kesên ku hewl didan ji deverên li jêr kontrola wê birevin an jî ew kesên di hêzên ewlekarîyê de dixebitîn.

"Naskirina hejmara gîyanên ku bi destên van terorîstan hatine standin di çaxa kontrola wan li ser bajarên me de, zehmet e," wî got. "Wan qurbanîyên xwe bi xwîneke sar kuştin û termên wan li cihine nenaskirî veşartin."

Devera Hewîcayê komgora herî nû ye ya hatiye dîtin, peyvdarê Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî Elî Beyatî ji Diyaruna re got, û da zanîn jî ku "ew goreke ji gelek komgorên hatine dîtin."

Beyatî destnîşan kir ku hejmara giştî ya qurbanîyan nêzî 14,000an e, da zanîn jî ku eger heye komgorine din werin dîtin.

Beyatî got ku termên 1,258 qurbanî ji 28 komgoran heta niha hatin rakirin, çar gor li Dîyalayê, yek li Nînewayê û 23 li Selahedînê.

Planin bo derxistina hemû komgoran

Beyatî anî ziman ku derxistina komgorekê ne tiştekî hêsan e.

Beyatî dîyar kir ku "hinek gor bi mayînan hatine çandin, û destpêkê divê werin paqijkirin paşê werin vekirin."

Wî got ku "herwiha kêmbûn di pere û tîmên pispor de heye ku karibe terman bêyî ku wan li bin guhê hev bixin yan bi delîlên tawanê bilêzin derxînin."

Beyatî anî ziman ku û pêwîstî bi taqîkirineke cînatan jî heye, ku bo naskirina qurbanîyan tê bikaranîn.

Hikumeta Îraqî di 4ê Kanûan Duyem de ragihand ku wê "planeke giştgîr bo derxistina hemû komgoran danîye vê salê".

Wî ragihand ku derxistina van deveran "li gorî pîvanên navdewletî û li gorî qanûna Îraqî bo vekirina komgoran tê kirin."

Beyatî wiha bi dawî kir, bo ev yek bi awayekî rast were pêkanîn, divê Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî, Sazîya Şehîdan, desthilatên bijîşkîya dadwerî, Encumena Dadgeha Bilind, û polîsê xwecihî di dest de bin heta ku karibin van operasyonan pêk bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500