Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Karwaneke hêzên li dijî DAIŞê li bakur-rojhilatê Hesekê rastî êrîşê tê

AFP û stafê Diyaruna

Otomîleke serbazî rastî guleberdanê hat di 21ê Kanûna Duyem de li cihê êrîşeke xwekujî ya DAIŞê li ser karwaneke QSD û hevpeymanîyê li ser rêyekê li bakur-rojhilatê parêzgeha Hesekê. [AFP]

Otomîleke serbazî rastî guleberdanê hat di 21ê Kanûna Duyem de li cihê êrîşeke xwekujî ya DAIŞê li ser karwaneke QSD û hevpeymanîyê li ser rêyekê li bakur-rojhilatê parêzgeha Hesekê. [AFP]

Piştî êrîşa xwekujî roja Duşemê (21ê Kanûna Duyem) ya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser karwaneke hevpeymanîya navdewletî û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li Hesekê pêk anî, hevbendîya Erebî- Kurdî soz da ku şêrê wan dê berdewam bike.

"Xwekujekî ku otombîleke bombebarkirî diajot, karwaneke hêzên Amerîkî û yên QSD li ser rêya Şedadê- Hesekê li bakur-rojhilatê Hesekê kir aramnc, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê ragihand ku pênc endamên QSD di êrîşê de hatin kuştin, lê peyvdarekî hevpeymanîya navdewletî ragihand ku tu kuştin di rêzên hêzên Amerîkî de tune ne, û QSD ragihand ku tenê ziyanên madî hene.

DAIŞê ev êrîş di rêya kanala xwe ya Amaq re angaşt kir.

"Êrîşeke xwekujî bi otomîleke bombebarkirî hewl da êrîşî pagereke hevbeş bike, pagera ku ji şervanên me û hêzên hevpeymanîya navdewletî pêk dihat û bi misyoneke xwe li ser rêya Şedadê radibû," QSD di daxuyanîyekê de ji ajansa ANF, ya Kurdî re, ragihand.

Daxuyanîyê destnîşan kir ku "hêzên me rêkarên pêwîst pêk anîn û êrîş vala derxistin û bi tenê ziyanên madî hene."

Daxuyanînyê anî ziman ku "weke van êrîşan îsbat dike ku DAIŞ li hember herifandina xwe stratîjîyeke nû pêk tîne û êrîşên xwe di vê çarçoveyê de zêdetir kirine, û şanên xwe yên razayî xistine tevgerê de."

"Em dê xebata xwe berdwam bikin heta hemu herêmê ji terorê rizgar bikin û hemû şanên wê yên razayî wêran bikin bo dîsan rêxistina terorîst dernekeve holê û xwe li jêr navine nû ji nû ve ava neke," daxuyanîyê wiha bi dawî kir.

Tu qurbanî di nava hêzên Amerîkî de tune ne

Hevpeymanîya navdewletî teqez kir ku êrîş bi otombîleke bombebarkirî pêk hat, lê got tu zîyan negihaşt hêzên Amerîkî.

"Karwaneke hevbeş ya Amerîkî û hêzên hevpar yên Sûrî îroj rastî êrîşeke bi otombîleke bombebarkirî li Sûrîyayê hat," peyvdarê hevpeymanîyê Şon Ryan di medyaya civakî de got. "Tu zîyan di refên hêzên Amerîkî de nebûn."

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand ku êrîşker xwe bi wesayiteke QSD de teqand.

Dîdvanekî ji AFP re got ku teqîn li rêbendeke pişkinînê ya Hêzên Kurdî, 12 kîlometiran li derveyî Şedadê, pêk hat di dema derbasbûna karwanê di wî cihî re.

Dîdvan got ku wî dengê balafirinan bihîst, berî ku dever bi temamî ji hêla şervanên Kurd ve were dorpêçkirin.

Hêzên ewlekarîyê yên Kurdî, yên bi navê Asayîşê tên naskirin, gotin ku êrîş 10 metreyan dûrî rêbendeke pişkinînê, li derveyî Şedadê, pêk hat.

Şervanên QSD şerê çekdarên DAIŞê dikin bo wan ji dawîn asêgeha wan li rojhilatê Sûrîyayê, nêzî sînorê bi Îraqê re, derxînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500