Nûçeyên Iraqê
Ol

Qaîda bang bo jinavbirina DAIŞê û xelîfê wê yê "zendîq" Bexdadî dike

Salaam Times

Ev wêneya daxuyanîyeke Qaîdayê ye ku li dijî ''Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, ew di 29ê Kanûna kekem de hatiye girtin. [Dosya]

Ev wêneya daxuyanîyeke Qaîdayê ye ku li dijî ''Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, ew di 29ê Kanûna kekem de hatiye girtin. [Dosya]

Qaîdayê şermezarînameyeke dijwar di derheqê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û serokê wê, Ebû Bekir Bexdadî de derxist, û bang li Misilmanan li her deverê kir ku serî hildin û rêxistinê birûxînin.

Daxuyanîya, ku Dezgeha Beyan bo Berhemên Mîdyayî ya Qaîdayê roja 29ê Kanûna Yekem belav kir, giranîyê dide şermezarkirina DAIŞê û dîyarkirin ku êdî dem hatiye ku bi yekcarî rêxistin were têkbirin.

"Îroj, paş ku bandor û karîgerîya wê û xeterîya wê li Şamê kêm bûye, wê gelek şax li gelek qedan û gorepanan vekirin ku ziyan gihandin mucahidînan û gendelî û tawankarîyên bêhtir li dijî xelê pêk anîn," daxuyanîyê wiha dest pê kir.

"Rêxistin careke din xwe berhem dike [li deverine din ên cîhanê] bo rûpeleke nû ji xiyanetê û koledarîya ji ajendayên biyanî yên gumanbar re binivîse, û nîşan dide ku ew bikirêgirtîya ajansên hewalgirî yên cîhanî ye."

Ev skrînşot ji vîdyoyeke DAIŞê hatiye wergirtin ku tê de endamên wê li Rojhilatê Afrîqyayê dîyar dibin, li herêma ku rêxistin dixwaze li wir şaxên xwe belav bike paş rûxana "xîlafeta" li Îraq û Sûrîyayê. [Dosya]

Ev skrînşot ji vîdyoyeke DAIŞê hatiye wergirtin ku tê de endamên wê li Rojhilatê Afrîqyayê dîyar dibin, li herêma ku rêxistin dixwaze li wir şaxên xwe belav bike paş rûxana "xîlafeta" li Îraq û Sûrîyayê. [Dosya]

Endamên Tehrîr el-Şam, ku rêxistineke ser bi Qaîdayê ve ye, di perwerdahîyeke li ser çekan de li nêzî Idliba Sûrîyayê, roja 14ê Mijdarê dîyar dibin. [Dosya]

Endamên Tehrîr el-Şam, ku rêxistineke ser bi Qaîdayê ve ye, di perwerdahîyeke li ser çekan de li nêzî Idliba Sûrîyayê, roja 14ê Mijdarê dîyar dibin. [Dosya]

"Wan dest bi çandina fitneyê, belavkirina bêbextîyan û jihevxistina rêzan kir," daxuyanîyê wiha got.

"Ceng li nêzî bidawîhatinê ye."

Munafiqtîya Qaîdayê

Hewlên berdewam ên Qaîdayê bo xwecudakirin ji DAIŞê bi rêya angaştkirina exlaqdarîyê munafiqtîyeke mezin e.

Ji dema damezrandina Qaîdayê, rêxistin hewl dide ku Îslamê li gorî xwe bi awayekî çewt şirove bike, weke çawa DAIŞ dike, bo rewakiria kuştina bêsûcan li seranserê cîhanê.

Bi sedan sivîl hatin kuştin dema ku Qaîdayê balyozxane li Kînyayê û Tanzanîyayê di sala 1998an de teqandin, û wê bi hezaran kes di bûyerên 11ê Îlona, 2001an de, li Amerîkayê kuştin, armanca serekî ya Qaîdayê jî bi dirêjahîya van salan xwînrijandin bû.

Li Rojihlata Navîn, Qaîdayê berpirsyarîya xwe ji hejmareke bê hesab a teqînên xwekujî û kuştinan ragihand. Bi taybetî li Îraq û Yemenê,Qaîda sedemê teqîna kîna tayifgerî û nearamîyê, teqandina dibistanan, mizgeftan û sazîyên hikûmetê bû. Wê hinek caran bê dûdilî jin û zarok dikirin armancên xwe.

Îroj, şaxê Qaîdayê Tehrîr el-Şam berdewam e di rewakirina rijandina xwînê de, ligel îşkencekirin, teqînên xwekujî û sêdaredanên bi komel.

Hilweşana ''xîlafeta'' DAIŞê

DAIŞê 99% ji xaka ku nav lê kiribû "xîlafet" ji dest daye, xîlafeta ku Bexdadî sala 2014an li Îraq û Sûrîyayê ragihandibû.

Xewnên rêxistina terorîst ên damezrandina dewletekê tarûmar bûnçaxê ew ji Mûsila Îraqê hat derxistin di Tîrmeha 2017an de û paş ew ji paytexta xîlafeta ku qaşo wê ragihandibû li Reqaya Sûrîyayê di Cotmeha 2017an de hat derxistin .

Paş van şikestinên mezin, çekdarên DAIŞê li navçeyên biyabanî yên Sûrîyayê asê mane û êdî nikarin angaşt bikin ku zevî li jêr destên wê heye.

Di demekê de ku hinek şaxên ser bi DAIŞê ve li Afrîqayê serî hildidin, bi taybetî li Somalya û Nîcêryayê, Bexdadî bi xwe di peyameke 55- xulek de, ku medyaya DAIŞê di 22ê Tebaxê de weşandibû mukir hat ku DAIŞ ji ber nekseyên li Rojhilata Navîn hejîyaye.

Di bûyerekê de ku dibe nîşaneke şikestina rêxistinê li ser erdê be, Bexdadî ragihand ku "pîvana serkeftinê yan jî binketina mucahidînan ne girêdayî jidestdayîna bajarekî yan bajarokekî ye".

Wî balkişand ku dispilîn di nava rêzên paşmahîyên mayî yên rêxistinê de tune ye û bang li alîkarên xwe kir ku nîşanên serhildanê di nava rêzên zilamên xwe de bişopînin. Wî bang li hemû endamên DAIŞê ji netewe, ol û etenîkan kir kuxwe ji şerê navxweyî û nakokîyan bi dûr bixin.

Wî bang li şopedarên rêbaza xwe kir ku dest ji "ol, hedarîyê û cîhadê" bernedin.

Felaketên DAIŞê di derheqê Musilmanan de

DAIŞ "û xelîfeyê wan ê zendîq" Bexdadî "bi awayekî zelal û bi mebest" wêneya Îslamê xerab dikin, daxuyanîya Qaîdayê got.

"Endamên rêxistina Bexdadîyê fêlbaz bê dil in û nikarin tekstan weke tê xwestin têbigihin, ji ber hişên wan mişt xirûr e û canên wan mişt serhişkî û xwemezindîtinê ye," daxuyanîyê got.

"Lewra, yekane tiştê dikare were kirin bi van zendîqan re ew e ku miro vîna Xwedê li hember wan pêk bîne, bi rêya rawestandina berfirehbûna wan û jinavbirina wan. Û rewatîya vê yekê bi te re heye."

DAIŞê gelek caran nimêjker di ser nimêjê de kuştin û mizgeft teqandin, û jin û zarok kuştin, û xanîyên sivîlan şewitandin û êrîş berdan ser mizgeftan.

Gotinên hişk ên DAIŞê di derheqê şopdarên DAIŞê de di demekê de tên ku têgihişta têkildarî xiyanetên DAIŞê yên bi navê Îslamê hatine kirin zêde dibe, û vê yekê hişt ku şerên navxweyî di rêxisitnê de rû bidin û rêzên wê ji hev bikevin.

Endamekî DAIŞê yê berê ku xwe li Parêzgeha Nangerharê radest kir vê dawîyê, qala çend kiryarên navxweyî yê rêxistinê li Afxanistanê kir.

"Me digot dibe ku ev xîlafeteke Îslamî ye, lê paşê em têgihiştin ku ew kesên biyanî ne û yarîyeke cuda dibin serî," Herat Xan, 55-salî, yê ku bo heyama du salan di nava rêzên DAIŞê şer kiriye wiha got.

"Wan pîremêrên me kuştin û zarokên me srejêkirin," wî ji Salaam Times re got. "Me hemû tişt bi çavên xwe dît lê belê me nedikarî em ji kesî re qal bikin, ji ber ku eger me wiha kiribaye, wan dê em jî kuştibane. Lewra em bêdeng bûn."

"Li tenîşt kuştina zarokan, çekdarên DAIŞê malên sivîlan talan kirin, û tecawiza seksî kirin, zor li xelkê kirin û agir berdan dibistanan," Baz Mihemed Dawar, pêremêrekî ji Derbazê, ji Parêzgeha Cewazcanê, wiha got.

"Çar endamên DAIŞê keçeke 19-salî ya ku tevlî wan bûbû girtin, û ew ji mala wê anîn baregeheke DAIŞê û hemû endamên rêxistinê bo heyama çar heftîyan tecawiza seksî lê kirin,"

Hewla mayînê

Şerê di navbera DAIŞ û Qaîdayê de diqewime "berhemekî xwezayî yê îdyolojîyên ku ev tevgerên olî yên tundrew pê bawer dikin e",şirovekarê siyasî Ednan Humêrî berî aniha wiha ji Meşariqê re ragihandibû.

Her alî dixwaze ku kontrola xwe li ser tevahîya devera ku hebûna wê li wir heye bisepîne û her alîyekî "hevrikê xwe ku hewl dide beşekî ji desthilatdarîyê ji xwe re bibe ji nav bibe", wî got

Qaîda hewl dide ku girîngîya xwe ji raya giştî re rewa bike, bi taybetî ku ew dizane ku DAIŞ li ber nemanê ye.

Kampanîya ku rêxistin li hember DAIŞê pêk tîne bo vegerandina gelek çekdarên ku çûne nava rêzên DAIŞê û himbêzkirina wan di nava rêzên Qaîdayê de ye.

Ev cenga di navbera DAIŞê û Qaîdayê de bê şik dê bidawîhatina DAIŞê bi lez bike, Îman Recem ji Navenda Ehram bo Lêkolînên Siyasî û Stratejî wiha got.

Lê belê "dê DAIŞ bi hêsanî li hember êrîşên Qaîdayê ji nav neçe, û lewra dê cenga di navbera wan de herdu alîyan lawaz bike û wan ji alîyê şervan, çek û peran ve qels bike", Receb ji Meşareq re sala par diyar kiribû.

Tu vê mijarê diecibînî?

6 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev hemû kom zarokên ajansên Amerîkî ne, ev ne têkildarî Îslamê ne, Îslam ola aştîyê ye, ola peydabûnê ye.

BERSIV BIDE

DAIŞ, Qaida û Amerîka ji dîrokê re şermeke mezin in. Ew tev hevalbendên Cihûyan in. Dê Xwedan bi qudreta xwe tolê ji wan hilîne, Ew fatihê herkesî ye.

BERSIV BIDE

Ti nav ji terorê nîne. Yan DAIŞ e yan jî Qaidê. Divê herdu jî werin tinekirin.

BERSIV BIDE

Laenet li we be DAIŞ, Qaîda û Ezher! Kesên bi rûmet di nav we de tune ne!

BERSIV BIDE

Ol wate şîretkirin.

BERSIV BIDE

Em Musilman zimanê me dirêj e lê ew kêm ked in! Di şûna baştirkirina wêneya Îslamê li Rojava, ew DAIŞê û Qaîdayê şermezar dikin. Û tu alternatîv li ba me tune ye.

BERSIV BIDE