http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/01/18/feature-01

×
×

Mafên Jin |

Jinên Îraqî li Mûsilê projeyên kar ava dikin

AFP

Bi rêya Twitterê pêwendîyê bike Bi rêya Facebook pêwendîyê bike

Li jêr serwerîya DAIŞê, jinên Îraqî nedikarîn tiştekî bêyî destûra hevjîn an jî bavê xwe bikin, lê îroj rewş cuda ye, û ew karsazîyên xwe li Mûsila Îraqê dadimezrînin.

Li jêr serwerîya tundrewan ew pir bê rol bûn -- û nedikarîn tiştekî bê destûra bav û hevjînên xwe bikin -- lê îroj rewş cuda ye û wan dest bi damezrandina karan li Mûsilê kiriye.

Bi tîpên sor "Dêya Mustefa û zarokên xwe" hatiye nivîsîn li ser firoşgeheke biçûk, di nava deryayekê de ji firoşgehên bi navên mêran.

"Di destpêkê de hinekan bi çavekî ne baş li min meyze kir, lê tu derfet li pêşîya min nebû ji bilî vekirina firoşgeha xwe", Dêya Mustefa, ku cilên reş li xwe kiribûn, wiha ji AFP re vegot.

Dêya Mustefa, jinbîyeke 27 salî ye, bi kurên xwe re di dikana beqalîyê de li bajarê Musilê li bakurê Îraqê di 28ê Mijdara 2018an de. Li jêr hukimê DAIŞê, jin weke keseke aqil piçûk dihat raçavkirin, nikare tiştekî bike bê destûra bav yan hevjînê xwe, lê îroj wan kargehine piçûk damezrandine li Mûsila Îraqê. [Zayid Obêdî/AFP]

Jineke Îraqî li firoşgeha xwe ya keresteyên bedewkarîyê dixebite li bajarê Mûsilê, li bakurê Îraqê, di 20ê Kanûna Yekem a 2018an de. [Zayid Obêdî/AFP]

Temenê wê 27 sal e û ew jinbî ye -- mêrê wê li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibû kuştin di dema dagirkarîya wê ji bajar re.

Di sala 2014an de tundrewan kontrola Mûsilê kir, lê artêşa Îraqî bi piştevanîya asmanî ya navdewletî berî sal û nîvekê bajarê Îraqî yê kavil rizgar kir.

Cihê projeya wê li taxa Farûq e, û Dêya Mustefa bi hewcedarî dahata firoşgehê ye bo xwedîkirina zarokên xwe, yên şeş û çar salî.

Tevî nepejirandina di destpêkê de -- ku ji ber çandeke muhafizkar a ku tundrewan çandîye tê -- lê di dawîyê de vîna Dêya Mustefa zora kesên muhafizkar bir.

Xîlafeta ku DAIŞê ragihand hişt ku Dêya Mustefa û hevalrêyên xwe di sîyê de bijîn -- û rê nedida wan ku ji malê derkevin li navenda parêzgeha Nînewayê, û tevlîbnûa di qada giştî de ji xwe ne pêkan bû.

Hebûna lafîteyên yên mîna lafîteya firoşgeha Dêya Mustefayê berî aniha ne pêkan bû.

Seroka malbatê

Dora du sêyekên ciwanan li Îraqê dibêjin ku ew piştgirîya mafên jinê yên karkirinê dikin û dora 42% ji kesên bi temen piştgirîya vî mafî dikin, li gorî lêkolîneke NY.

Heman lêkolînê dîyar kir ku bi tenê 14% ji jinan kar dikin yan li kar digerin, û dora 73% ji xortan kar dikin, û di sektorê taybet de bi tenê 2% ji karmendan jin in.

Û rêjeya bêkarîyê, ku li seranserê welat 10.8% e, li Nînewayê û parêzgehên din ên ku li jêr kontrola DAIŞê bûn bêhtir e.

Milmilanîya xwînrêj a ku ev dora çar dehsalan li welat heye -- ku bi şerê Îraqî-Îranî 1980-88 dest pê kir -- bi sedhezaran xelk kuştin, û gelek rewşên berdanê jî anîn holê.

Di encamê de, yek ji 10 malbatên Îraqî jin serkêşîya wan dikin, li gorî NY.

"Divê xweîsbatkirina Dêya o Mustefa nemûne be," Adil Zekî, cîranekî ku gelek caran tê firoşgeha wê bo kirîna çoklatan û botleke şerbeta fêkî.

Danîya Salim ji Mûsilê ne gelekî bi hewcedarî kar e bo bidestxistina pereyan.

Lê paş ew tev malbata xwe ji ber tundrewan revîya, wê xwesteka xwe li Hewlêrê, li paytexta herêma Kurdistanê dît.

Jina 23- salî ya ku derçûya Aborîyê ye, li wir di firoşgeheke gulan de xebitî, û ew li wir fêrbû çawan qeftên gulan berhev bike.

Paş ew vegerîya Mûsilê, di Tebaxa 2018an de wê fireşgeheke gulan vekir û aniha ew pir pêşketîye.

"Ji min re ev tehedîyek bû -- rêyek bû bo baştirkirina hebûna jinê di civakê de, û ew hebûna bi awayekî mezin tê guhertin," wê got.

''Gava pêşîn''

Ji dema ku DAIŞ li Mûsilê têk çû -- bajarê ku demeke dirêj landikeke bazirganîya Rojhilata Navîn bû -- rewşeke çandî û rewşenbîrî ya taybet peydabûye.

Gelek jin rêya xwe di qada giştî de durist dikin, û ew kar ji xwe re li tenîşt mêran dibînin, û hinek ji wan projeyên taybet bi xwe dest pê dikin.

"Ev firoşgeh bi tenê destpêk e û gavên din dê paşê werin," Salimgot, berî xwe vegere berhevkirina gulên xwe.

Ji çalakvana mafên jinê, Rîm Mihemed re, tiştek bingehîn e ku dewlet piştgirîya jinan bike bo ew projeyên kar ên taybet bi xwe dest pê bikin.

"Divê mafên wan ên civakî werin misogerkirin, û cihê wan di jîyana siyasî û çandî de were garantîkirin," wê got.

Xelef Hedîdî, yê ku birêveberîya pilangêrîyê yê parêzgeha Nînewayê ava kiriye, got ku ew vê peyamê hildigire.

Wî got ku dê dayînên biçûk bi qasî pênc heta 10 milyon dînar ($4,200 bo $8,400), ji jinan re werin peyakirin, û berîtî jî ji xort û keçan re ye.

Wî soz da ku ev yek dê di demeke nêz de pêk were paş ku parêzgeha 1 milyar dolarî ji budceya Îraqê werbigire, lê wî dîyar nekir gelo wê kengî ev yek pêk were.

Bi rêya Twitterê pêwendîyê bike Bi rêya Facebook pêwendîyê bike
Tu vê mijarê diecibînî?
5
0

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan Captcha