Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Birêveberîyên tenduristîyê li Idlib, Heleb û Hemayê fînansê ji dest didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Navenda dermankirina zarokên nûçêbûyî li Helebê gerekdarî pêdivîyên sereke yên kehrebê ye bo parastina alavên jîyanparêz. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Navenda dermankirina zarokên nûçêbûyî li Helebê gerekdarî pêdivîyên sereke yên kehrebê ye bo parastina alavên jîyanparêz. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Birêveberîyên tenduristîyê li Idlib, Heleb û Hemayê vê dawîyê ragihand ku xizmetguzarîyên ew pêşkêş dikin dê pir kêm bibin bi hilawestina piştevanîya derveyî ya ku bo berdewamkirina kar werdigirt, çalakvanekî xwecihî ragihand.

Çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got ku ev dê bandorê li tendeuristîya giştî bike, ku birêvebrî piştevanîya navendên tenduristîyê li herêmê dikin.

Idlibî dîyar kir ku xizmetguzarîyên tenduristî li herêmê dê li ser esasekî tam xwebeş were pêşkêşkirin, ku teqez dê asta dermankirina ku ji sivîlan re tê pêşkêkirin li herêmê kêm bibe.

Idlibî anî ziman ku "piştevanîya darayî û lojistîk bo navendên tenduristîyê li Idlib û Helebê hat pêşkêşkirin di rêya birêvebrîyên tenduristîyê li parêzgehê."

Nexweş li benda dermankirinê ne li navendekê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Nexweş li benda dermankirinê ne li navendekê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Ev navenda tenduristî li Helebê ditirse ku neçar bibe operasyonên xwe rawestîne ji ber kêmbûna piştevanîya darayî. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Ev navenda tenduristî li Helebê ditirse ku neçar bibe operasyonên xwe rawestîne ji ber kêmbûna piştevanîya darayî. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Wî got ku xwebexşên herêmî û navdwletî piştevanîya navendên tenduristîyê yên xwecihî kir di rêya van birêvebrîyan re, ku birêvebrîyan di heman demê de ragihand ku ew piştevanîya xwe bo van navendan radiwestînin ji ber rawestansina piştevanîya xwebexşan.

Idlibî eşkere kir ku bijîşk û xebatkarên tenduristîyê yên dixwazin di karên xwe de bimînin dê vê yekê bêyî tu pereyan bikin.

Wî got "ev yek dê bandoreke neyînî li dermankirinê bike ya ku ji sivîlan re pêşkêş dibe li herêmê," wî da zanîn jî ku "bêhtirî 100 nexweşxane û navendên tenduristîyê girêdayî van birêvebrîyan in."

Hilawestina pereyên xwebexşîyê

Idlibî got ku tevî pereyên pêwîst bo dana mûçeyên bijîşk û xebatkarên tenduristîyê, pere bo dapoşîna buhayên derman, alavên tenduristîyê û çaksazkirina wan jî pêwîst in.

Herwiha pere bo çaksazkirina embulans, otombêlên veguhastinê û sotemenîyê jî pêwîst in, û bo sotemenîya ku ji generatorên kehrebê jî ku alavên tenduristîyê yên sereke û yên din vêdixin.

Idlibî teqdîr kir ku bêhtirî 2,500 bijîşk û xebatkar, di nav de tîmên embulansê, ji ber rawestandina fînansê dê bandor li wan bibe.

Piranîya xwebexşan piştevanîya xwe hilawestand piştî ku Tehrîr el-Şam herêm kontrol kir wî got, "ji ber ku piranîya rêxistinên tenduristî û alîkarîyê pêşkêşkirina piştevanîyê ji komine taybet re weke komên terorîst qedexe dike."

Hevbendîya tundrew meha borî bijîşk li Idlib û Hemayê girt , Birêveberîya Tenduristîyê ya Idlibê li Kefr Neblê girt û tiştên wê desteser kir.

Hinek xwebexş piştevanîya xwe hilawestand li ser esasê ku ev herêm nema herêmeke şer e, piştî rêkeftinine agirbestê yên di navbera rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê de.

Idlibî anî ziman ku hejmarek rêxistin piştevanîya xwe berî du mehan rawestand, lê belê hinekan piştevanîya xwe berdewam kir heta ku xwebeşin din şûna wan bigirin.

Wî dîyar kir ku "lê peywendî û danûstandin derbarê vê yekê de heta niha tu encam bi dest nexist."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500