Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqû Pêşmerge hevkarîya serbazî xurt dikin

Xalid Taî

Fermandarên serbazî ji Wezareta Brevanîyê ya Îraqî û Pêşmerge di 26ê Kanûna Yekem de giftûgo dikin da ku hevkarîyê xurt bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên serbazî ji Wezareta Brevanîyê ya Îraqî û Pêşmerge di 26ê Kanûna Yekem de giftûgo dikin da ku hevkarîyê xurt bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Kurdî û Îraqî, ên ku bi dirêjahîya şer bi hev re kar dikin li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl didin ku hevkarîya xwe ya hevbeş zêde bikin da ku bermayîyên rêxistinê yên dawî tine bikin.

Ji çaxê ku DAIŞê deset danî ser rûberin ferih ji Îraqê di havîna sala 2014an de, hêzan milbimil şer bi hev re kir da ku erd ji rêxistinê vegerînin.

Lê ev hevkarî kêm dema ku alozîyên siyasî ketine nav hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de piştî refrandoma Îlona sala 2017an ya ku Kurdên Îraqî tê de vegeriyan serxwebûna xwe li devera bakurî.

Herdu alî hewl didin ku rewşa normal vegerînin û DAIŞê sûd ji van alozîyan wergirt da ku çalakîya xwe zêde bike li ser sînorê îdarî di navbera herêma Kurdisatanê de û parêzgehên Îraqî yên din.

Endamin hêzên taybet ên Kurdî endamin DAIŞê di 8ê Kanûna Yekem de digirin li parêzgeha Silêmanîyayê bi piştgirîya ji alîyê hêzên Îraqî ve. [Wêne ji PUKMedia hatiye wergirtin]

Endamin hêzên taybet ên Kurdî endamin DAIŞê di 8ê Kanûna Yekem de digirin li parêzgeha Silêmanîyayê bi piştgirîya ji alîyê hêzên Îraqî ve. [Wêne ji PUKMedia hatiye wergirtin]

Rêkeftineke tam di navbera Wezareta Kar û barên Pêşmerga û Wezareta Berevanîyê ya Îraqî de hîn nehatiye imzekirin, sekreterê giştî yê wezareta Pêşerga Jebar Yawir ji Diyaruna re got.

"Têkilî, têgihiştina hevbeş, civîn û serdan di navbera efser û berpirsyarên herdu wezaretan de hene," wî got.

Ev xebat rê li ber giftûgoyên berfireh xweş dike bê çawa bi hev re kar bikin da ku bermayîyên DAIŞê têk bibin û dozên ewlehî yên din çareser bikin, wî anî ziman.

Hevkarîya dualî

"Berî derketina DAIŞê holê, navendeke hevkarîya dualî, herwiha pagerî û xalên pêşkinînê ên hatine danîn ji alîyê hêzên Îraqî û Kurdî yên hevbeş," Yawer got.

Ev yek pênc xalên pêşkinênê li Diyalayê, şeş li Kerkûkê û 13 li Nînewayê, wî got.

"Bi hev re, em dê dergeh û derbasgehên ber bi bajar û taxan ve, û em dê bi hev re bicivin agahîyan bi hev re biguhêzin derbarê çi tevgera terorîst," Yawer got.

"Em bi ser ketin û me jîngeheke ewle ji niştecîyên sivîl re çêkir" li van deveran, wî got.

Piştî dagirkirina DAIŞê ji Mûsil û bajarên din re, şervanên Pêşmerge û artêşa Îraqî bi hev re şer kirin da ku gelek bajaran ji rêxistinê rizgar bikin, wî got.

"Aniha em bi lez ber bi qonaxeke kevkarîyê ya nû ve diçin," Yawer got.

"Tiştê girîng ew e ku wan [herdu alîyan ] li hev kiriye ku çi hevkarîdive çêbibe da ku gefa terorîst bi dawî bikin û kemû keesên bêwar ên li herêma Kurdistanê vegerînin," wî got.

Dora mîlyonek bêwar li herêma Kurdistanê hene, wî not kir.

Meraq bo ku bi hev re kar bikin

"Ji bo bercewndîyên me ye ku em xebatên xwe yên hewalgirî, serbazî û ewlehî qayim bikin ji ber terorîzm gefeke ji her kesî re," Yawer got.

Zincîreke civînên vê dawîyê di navbera zabitên Wezareta Berevanîyê û Wezareta Kar û Barên Pêşmerge "dinimîne ku meraqekî dualî heye ku bi hev re kar bikin", peyvdarê Wezareata Brevanîyê liwa Tehsîn Xefajî ji Diyaruna re got.

"Komîteya hevahengîyê pêşketineke mezin çêkir û me encamin erînî cîbicî kirin bo qayimkirina çalakîyên serbazî û ewlehî, herwiha çalakkirina odeyeke operesyonan a hevbeş," wî got.

Di 26 Kanûna Yekem de, zabit ji herdu wezaretan li Bexdayê civiyan.

Herdu alîyan li hev kir "kar bi rihê tîmekî û destnîşankirina xalên têkilîyê, û nehêlin ku terorîst bi dizî derbas bibin û bi awayekî hevbeş kontrola erdê bikin," li gorî daxuyanîya Wezareta Berevanîyê.

Xefacî destnîşan kir ku herdu alî "her û her bi hev re kar kir û karîn agahîyên hewalgirî bi hev re biguhêzin ên ku bi saya wan kesayetên paye bilind û torên mezin xistin û êrîşên terorîst têk birin".

"Hewcedarîya herdu alîyan bi hev heye"

Hêzên Kurî di 8ê Kanûna Yekem îlan kir ku wan şeş endamên toreke DAIŞê girtin ên plan dikirin ku êrîşên xwekuj li parêzgeha Silêmanîyê bikin, di encama guhastina agahîyên hewalgirî di navbera hêzên Îraqîû Kurdî de.

Pêşmerga roleke girîng lîstin di pêkanîna serkeftinê li dijî DAIŞê, Xefajî got, wî anî ziman "ji me re girîng e ku em berdewam bi hev re kar bikin, plan û agahîyan bi hev re biguhêzin û bi awayekî hevbeş di operesyonên ewlehî de beşdar bibin".

Çi hevkarîya di navbera hêzên federal û hêzênPêşmerge de "bêguman gaveke erînî ye, ji ber herdu alî hewcedarîya wwan bi hev heye" şîrovekerê ewlehî Fadil Rexîf ji Diyaruna re got.

"Hîn DAIŞ dimîne jêdereke gefê, herwekî ku hîn hin endamên wê dimînin, tevî ku rêxistin bi giştî ji hêla serbazî ve hatiye têkbirin," wî got.

Divê hêzên Kurdî û Îraqî hevkarîyê pşê bixin da ku bidin dûv şanên razayî yên DAIŞê û veşartgehên rêxistinê li deverên çîyayî yên dûr di navbera herêma Kurdistan û parêzgehên nêzîk de wêran bikin, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Îraq û Pêşmerge!!! Ev asayîkirin bi tenê bo parçekirina Îraqê ye li jêr destê Amerîkîyan û Mûsadê Îsraîlê.

BERSIV BIDE

Divê hikûmeta Îraqî ne dehbe be û divê bi tenê bi Pêşmehgeyên Bafil Talebanî re hevkarîyê bike. Pir kalfehmî û xemsarî ye hevahengîkirina bi hêzên Barzanî re, ji ber ku Barzanî hevkar bû di peydabûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re. Ew herwiha li pişt refrendomê bû. Vegera wî û hewla wî ya asayîkirina pêwendîyan bi dewletê re planeke nû ye bo kontrolkirina beşekî mezintir ji dewleta Îraqê. Divê hikûmet ji bîr neke ku hêzên Barzanî li hember hikûmeta federal di sala 2013an de kêşe derxistin û navçeya Rebîa radestî hikûmeta hêzên Îraqî nekirin. Her rêkeftineke bi Kurdan re divê misoger bike ku Pêş Xabûr, Deşta Nînewayê, Kerkûk, Mexmûr, Saedîya û Celawla ji alîyê hikûmeta federal ve bi rê ve bibin, û xalên sînorî û balefirgên li herêmê radestî hikûmetê bên kirin, weke hemû deverên din ên Îraqî, û hêzên sînor ên Îraqî li bakur jî werin bicihkirin, Lêbelê, hikûmet binketî ye û awatên gel bi cih nayîne.

BERSIV BIDE