Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşeke DAIŞê ya angaştkirî 16 kesan li bakurê Sûrîyayê dikuje

AFP

Di skrînşûtekê ku ji vîdoyeke AFPTV hat kişandin di16ê Kanûna Duyem de dîyar dike ku hêzên Amerîkî li qada êrîşê ya li bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyayê kom bûne. [AFP/ANHA]

Di skrînşûtekê ku ji vîdoyeke AFPTV hat kişandin di16ê Kanûna Duyem de dîyar dike ku hêzên Amerîkî li qada êrîşê ya li bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyayê kom bûne. [AFP/ANHA]

Êrîşeke xwekuj a ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) angaşt kir, 16 kes kuşt di nav de herî kêm du leşkerên Amerîkî hatin kuştin roja Çarşemê (16ê KAnûna Duyem) li bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyayê li nêzî sînorê Turkîyayê.

Neh sivîl û pênc endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) di nav kuştîyên êrîşa li ser xwaringehekê de bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Li gorî Rewangehê, herî kêm du endamên Amerîkî yên hevpeymanîya navdewletî di êrîşa ku pagera wan armanc kiribû, hatin kuştin.

Di daxuyanîyekê de ku li ser medyaya civakî hatiye weşandin, hevpeymanîya navdewletî got endamine hêzên Amerîkî di nav wan kesên ku di êrîşê de hatin kuştin de bûn, bêyî hejmara wan destnîşan bike.

Skrînşûtek ji vîdyoyeke ku Ajansa Nûçeyan a bi navê Hawarê (ANHA) di 16ê Kanûna Duyem de raghand dîyar dike ku endamekî nenaskirî yê hêzên ewlekarîyê li qada êrîşê ya li bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyayê bû. [AFP/ANHA]

Skrînşûtek ji vîdyoyeke ku Ajansa Nûçeyan a bi navê Hawarê (ANHA) di 16ê Kanûna Duyem de raghand dîyar dike ku endamekî nenaskirî yê hêzên ewlekarîyê li qada êrîşê ya li bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyayê bû. [AFP/ANHA]

"Endamine hêzên Amerîkî di tedqînekê de hatin kuştin gava wan îroj pegereke xwe ya rotînî pêk tanî li Sûrîyayê," peyvdarê hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de anî ziman.

"Em hîna agahîyan kom dikin û dê hûrgulîyan di demeke pêş de parve bikin."

Wênene ji ajanseke Kurdî ku kavil li derveyî xwaringehê li navenda bajêr hatin belavkirin dîyar kir, û pêşîya avahîyê ji ber teqînê reş bû.

Rewangehê ragihand ku ev yekemîn êrîş bû li dijî hevpeymanîya navdewletî li bajêr ku 10 mehan şerê DAIŞê kiriye.

DAIŞ berpirsyarîya vê êrîşê li ser medyaya civakî angaşt kir.

Navê ku DAIŞê pêşkêş kiriye nîşan dide ku yê teqîner Sûrî ye.

Tiştekî DAIŞê li bajarê Minbicê nemaye, û aniha berevanîya dawîn molgehên xwe dike li dijî QSD li rojhilatê Sûrîyayê.

Lê rêxistin hîn xwedî karîn e, ku dikare êrîşên xwekuj ên xwîndar pêk bîne li gelek deverên welat.

Kurd plana "herêma ewle" red dikin

Teqîn hat gava Kurdan plana Turkî ya çêkirina "herêmeke ewle" li alîyê Sûrî li ser sînor red kirin, Kurdên ku beşeke mezin li bakurê Sûrîyayê desteser dikin.

Roja Sêşemê, Serokê Turkîyayê Receb Teyip Erdoxan got ku Enqera dê "herêmeke ewle" li bakurê Sûrîyayê çêbike piştî pêşinyara Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Herêma veqetîner a plankirî dê beşeke mezin ji herêma di bin serwerîya Kurdan a xwedî birêvebrîyeke xweser li bakur û bakur-başûrê Sûrîyayê, bihindirîne.

Rêberê siyasî yê bayebilind Aldar Xelîl got ku çi belavkirineke Turkî li herêmên Kurdî tiştekî "nayê qebûlkirin" e.

Xelîl dîyar kir ku Kurd dê belavkirina hêzine NY qebûl bikin li dirêjahîya xetên di navbera şervanên Kurdî û hêzên Turkî de.

Lê "bijarteyên din nayên qebûlkirin ji ber ku serwerîya Sûrîyayê û ya herêmên me yên xwedî birêveberîyeke xweser binpê dikin," wî anî ziman.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku hesteyên piştê yên QSD ne, xwedî roleke mezin di şerê li dijî DAIŞê de bûn.

Wan binkeftine pir giran dan di pêvajoyekê de ku ber bi dawîya xwe ve diçe, bi dorpêçkirina DAIŞê di molgehekê de ku 15 kîlomitr dam derbas nake.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500