Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandarîya Polîsê Nînewayê 4,000 endaman tevlî polîsê dike

Xalid Taî

Polîsê Nînewayê beşdarî pêşandankê dibe bi boneya bîranîna yekem a têkçûyîna DAIŞê di 10ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin] 

Polîsê Nînewayê beşdarî pêşandankê dibe bi boneya bîranîna yekem a têkçûyîna DAIŞê di 10ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin] 

Ji destpêka 2019an ve, Fermandarîya Polîsê Nînewayê roja Çarşemê (16ê Kanûna Duyem) ragihand ku 4,000 polîs dîsa tevlî refên xwe kir.

"Berî kêmbûnek di xebatkarên polîsê de hebû, lê fermandarîya me şûna vê hejmara mezin dagirt," fermandarê polîsê lîwa Hamid Namis Cibûrî ji Diyaruna re got.

Hinek endamên polîsê Nînewayê di serdegirtina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a parêzgehê de xwe ji kar vekişand di Hezîrana 2014an de, û bi fermanine wezaretê dîsan hatin erkdarkirin piştî daxwaza wan a vegera tevlîbûnê.

Cibûrî anî ziman ku serbarîya van hêzan dê piştevanîya xebatên parastina parêzgeha Nînewayê bikin, û bi taybetî Mûsilê, ku polîs berpirsê ewlehîya hemû tax û deverên derdorê ye.

Komeke metryalên ku di çêkirina teqemanî, bombeyên destî û mûşekan de bi kar tên ji hêla polîsê ve di 30yê Cotmehê de hatin dîtin, di kargeheke kavil de ku ji girêdayî endamekî DAIŞê ye li Mûsişê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Komeke metryalên ku di çêkirina teqemanî, bombeyên destî û mûşekan de bi kar tên ji hêla polîsê ve di 30yê Cotmehê de hatin dîtin, di kargeheke kavil de ku ji girêdayî endamekî DAIŞê ye li Mûsişê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Ev gav weke bersivdayîna daxwazine berî tê, ku ji hêla berpirsine parêzgehê zêdekirina hejmara polîsê hatibû pêşkêşkirin, bi derbaskirina mezinahîya parêzgehê û naskirina ku hinek deverên dûr "hîna wargeheke milîtanan in," di ber çavan re.

Wî anî ziman ku hêzên Fermandarîya Polîsê Nînewayê pêkanîna misyonine sereke bo lipeyketina şanên DAIŞê berdewam dike û herwiha kesên xwestî eger endam an jî hevkarê DAIŞê be.

Cibûrî got ku ji destpêka vê salê ve, parêzgeha Nînewayê 10 zilam girt ên ku bo dadê xwestî bûn bi tawana xebata di refên DAIŞê de di heyama kontrolkirina Mûsilê navbera salên 2014 û 2017an de.

Cibûrî eşkere kir ku piranîya girtîyan çekdarên DAIŞê yên berê bûn, du ji wan beşdarî şerên li dijî hêzên Îraqî bûbûn di heyama şerê vegerandina bendava Mûsilê de.

Cibûrî dîyar kir ku zilamên xwestî li deverine cihêreng li Mûsilê hatin girtin, weke Mîsaq, Wehda, Bekir, Tehrîr, Tisîn, Ureybî û Kerac Şemal.

Veşartgeh û embarên çekan

Cibûrî got ku veşartgehên pir ên DAIŞê li herêma Mûsilê hatin dîtin.

Cibûrî dîyar kir ku "berî du rojan me peyamek ji welatîyekî wergirt derbarê alav û çekine ku di maleke wêran de hatine demirandin ku li endamên DAIŞê vedigerin li taxa Nehrewanê li rojavayê Mûsilê."

Wî got ku "me yekser tîmek çêkir" endamine polîsê Nînewayê yê rewşên awarte û endamine ajansên hewalgirîya Nînewayê û dijî teror hindirand, bi serperiştîya wezaretên Hundir û Berevanîyê.

Cibûrî ragihand ku bi alîkarîya yekîneya K-9an, "embar hatin dîtin û wêrankirin," da zanîn jî ku emabar kemberke teqîner, tifing, 11 bombeyên destî, 820 tifingên girover û 12 embarên tifingan dihundirand.

Cibûrî anî ziman ku di dawîn operasyonê de, hêzê stargeheke DAIŞê û du tunêl wêran kirin li devera Sehcîyê, li başûr-rojavayê Mûsilê.

"Operasyonên me yên ewlehîyê û pêvajoyên lêgerînê rojane pêk tên," wî eşkere kir.

Cibûrî ragihand ku "her birêveberîyek an yekîneyeke fedrmandarîya me bi erkên xwe ve radibin di çarçoveya berpirsyarîyên deverê yên xaknîgarî de, û bi hevkarîya xelkên xwecihî re."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500