Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Berxwedanîya li dijî rejîmê parêzgeha Deraayê dide ber xwe

Welîd Ebul Xêr Qahîrayê

Ev sloganên li dijî serokê Sûrîyayê Beşar Esed li ser dîwarekî li parêzfgeha Deraayê li başûrê welat tên dîtin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Ev sloganên li dijî serokê Sûrîyayê Beşar Esed li ser dîwarekî li parêzfgeha Deraayê li başûrê welat tên dîtin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Alozî li parêzgeha Deraaya Sûrîyayê di navbera hêzên rejîmê û şênîyan de serî hildidin û aniha bi awayê zincîrek ji êrîşên li ser bingehên rejîmê ji alîyê berxwedana cemawerî li başûrî ve tên pêş, çalakvanekî wiha got.

Di heman demê de, kesine nenaskirî durişmên li dijî rejîmê li ser dîwaran li bajar û bajarokên Deraayê nivîsandin, û wêneyên serokê Sûrîyayê Beşar Esed şewitandin, çalakvan Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

"Rewş li parêzgeha Deraayê di rastî de ne weke wê wêneya ku rejîmê hewl dide ji parêzgehê re binexşîne," wî got.

Di demekê de ku rejîm hewl dide bibêje ku parêzgeh aram û ewleh e, û xelk bi selametî dijîn paş rêkeftinên lihevhatinêû gehiştina hêzên rejîmê, "lê rastî pir cuda ye", wî got.

Ciwanên Deraayê di rêzê de rawestîyan e bo asayîkirina rewşa xwe di çarçoveya rêkeftinên lihevhatinê de. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Ciwanên Deraayê di rêzê de rawestîyan e bo asayîkirina rewşa xwe di çarçoveya rêkeftinên lihevhatinê de. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî xalên pişkinînê yên weke vê rêbendê li bajarê Deraayê pêk tîne, lê çalakvan dibêjin ev bi tenê hewldan in bo girtina dijberên xwe. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî xalên pişkinînê yên weke vê rêbendê li bajarê Deraayê pêk tîne, lê çalakvan dibêjin ev bi tenê hewldan in bo girtina dijberên xwe. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Wî got ku hêrs li dijî hêzên rejîmê gihiştiye asta teqînê, û berxwedanîya cemawerî êrîşên xwe li dijî rejîmê zêde dike, û piranîya êrîşan serbazgehên rejîmê dikin hedef li bajarokê Tefesê li rojavayê Deraayê.

Koma berxwedanê êrîş bir ser cih û leşkerên li wir, peyvdarê berxwedana cemawerî, Sulêman Şaebî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî nikarî hejmareke bi dîqet ya qurbanîyan dîyar bike ji ber rêkarên ewlehî yên tund li derdora cihê bûyerê, lê wî got ku ambûlans bo demeke dirêj mijûlî veguhestina birîndaran bûn.

Redkirina cemawerî

Mesalma dîyar kir ku di heftîyên pêşîn yên sala nû, berxwedanîya cemawerî hejmarek ji êrîşan li dijî baregehên rejîmê li seranserê Deraayê pêk anîn.

Wî got ku nerazîbûna cemawerî li dijî rejêmê bi awayê nivîsîna durişman û şewitandina wêneyên serok tê pêş, bi taybetî li Dail, li bakurê Deraayê, û Newa, li gundewarê rojavayî yê Deraayê.

Wî got ku van kiryaran hêzên rejîmê û ajansên hewalgirî neçar kirin ku hêzên zêdetir belav bikin bo sînorekî ji van kiryaran re deynin.

Wî got ku ev hêz girtinan pêk tînin, û hejmarek ji ciwanan girtin, û herwiha li dijberên rejîmê, yên ku dixwazin rewşa asayî bikin paş rêkeftinên lihevhatinê bi rejîmê re teng dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500