Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsên xwecihî erkên xwe yên ewlehî li parêzgehên Îraqî pêk tînin

Ala Husên li Bexdayê

Fermandarê polîsê Zî Qarê di 9ê Kanûna Duwem de stasyona polîsê el-Fidaa careke din vedike piştî ew hate nûtahîlkirin. [Wêne ji Polîsê Zî Qarl hatiye wergirtin]

Fermandarê polîsê Zî Qarê di 9ê Kanûna Duwem de stasyona polîsê el-Fidaa careke din vedike piştî ew hate nûtahîlkirin. [Wêne ji Polîsê Zî Qarl hatiye wergirtin]

Weke nîşanekê ser zêdebûna ewlehîyê li parêzgehên Îraqî, Fermandarîyên Operesyonan dê nêzîk erkên ewlehî bispêrin hêzên polîsên xwecihî, berpirsan ji Diyaruna re got.

Li gorî plana nû, ya hikûmet nêt dike ku vê salê pêk bîne, spartina erkên ewlehî dê li parêzgehên başûrî dest pê bike û di pişt re dê dirêj bide ber bi parêzghên Îraqî yên mayî ve.

Aniha Fermandarîyên Operesyonan erkên ewlehî li hemû parêzgehên Îraqî girtine ser milên xwe, bi giştî her fermandarîyek bi rewşa ewlehî re dide û distîne li parêzgehekê, tenê Fermandarîya Operesyonên el-Rafîdênê, ewlehîya çar parêzgehan di heman demê girtiye ser milên xwe.

Fermandarê Operesyonên el-Rafîdênê liwa Elî Ibrahîm Dabon, ê ku serperiştîya ewlehîyê li parêzghên Zî Qarê, Musena, Meysan û Wasitê dike li başûrê Îraqê, got ku hurgilîyên planê hîn tên giftûgokirin di zincîreke civîn û kenferensan de bi fermandarên polîsên xwecihî re.

"Spartin di li ser qonaxan be, dê li parêzgehên başûrî dest pê bike" wî ji Diyaruna re got da ku di pişt re bigihe barêzgehên mayî, li ser vbingeha demplaneke ku dirêj nade heta piştî meha Tîrmehê," wî ji Diyaruna re got.

Polîsê xwecihî li her parêzgehekê dê erkê ewlehî bi temamî bigire ser milên xwe, wî got, wî not kir ku Wezareta Karê Hundir dê weke xaleke peywendîyê kar bike û dê ji hêla xwe ve şîretan ji Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ve wergire, bi serkêşîya Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar.

"Bi vî awayî, rola Fermandarîyên Operesyonan li parêzgehan dê tenê çavdêrîkirin, şerperiştî û pêşkêşkirina raportên rêzî derbarê rewşa ewlehî li her parlzgehê," Dabûn got.

Di heman demê de, artêş dê berdewam bike da ku ewlehîyê li dervey bajaran û li ser sînorê Îraqê bisepêne, wî anî ziman.

"Polîsê xwecihî dê hemû erkên ku berê ji alîyê Fermandarîyên Operesyonan dihatin çareserkirin bigirin ser milên xwe, di nav wan de parastina ewlehîya sazemenîyên hikûmetê, qayimkirina ewlehîyê û şopandina tekekesên tên xwestin," wî got.

Serokê polîs li her parêzgehê, li gel serokê komîteya ewlehîyê ya herêmî -- ê ku bi gelemperî weke parêzgar e -- dê weke desthilatdarîya ewlehî ya bilind kar bike li her parêzgehê.

Hikûmetên xwecihî "amade ne''

Berpirsên hikûmeta xwecihî pêşwazîya planê kir, gotin ku ew bi awayekî tam amade ne da ku erkên ewlehî bigirine ser milên xwe tevî ku karmend û navgîn kêm in.

"Hikûmeta xwecihî ya Zî Qarê û hêza wê ya polîs bi awayekê tam amade ne da ku erkên ewlehî ji dest Fermandarîya Operesyonan bigirine ser milên xwe," endamê encumena parêzgehê Hesen Weryûş ji Diyaruna re got.

Wî tirsa xwe derbarê binesazîya polîs a lawaz, pêdivîyên guncan û kêmbûna hejmara karmendan derbirîn kir.

"Lêbelê, hîn em dikarin erkên ewlehî ji dest Fermandarîya Operesyonan bigirine ser milên xwe bi saya xebatên polîs û hevkarîya niştecîyan," wî got.

Hikûmeta xwecihî berî vê di civîneke bi Serokwezîrê berê Heyder Ibadî re di Tîrmeha 2018an de plana hikûmeta federal giftûgo kir da ku piştgirîya polîsê Zî Qarê bi pêdivî û karmendan bike, wî got.

Ev demeke dirêj e hikûmeta xwecihî kar dike da ku bi awayekî serbixwe bê Fermandarîyên Operesyonan tedbîrên ewlehî qayim bike, Waryoş got, wî not kir ku wan plan dikir ku sîstemeke tevgir a çavdêrîy kamereyên ewlehîyê berî kirîza aborî.

Piştgirîya civakî ya xurt

Parêzgehên başûrî gelek hêmanên hêzê li gel wan hene ku alîkarîyê bi wan re dikin di danûstandina bi rewşa ewlehî ya xwemalî re bê ku hewcedarîya wan bi Fermandarîyên Operesyonan yan artêşê re hebe, şîrovekerê siyasî Wîsam Seyid Tahir ji Diyaruna re got.

"Hêmanê hêzê yê herî girîng di van parêzgehan de ew e pêkhatina wan a êlî û hevgirtina civakî di nav wan," wî got, ev yek dibe sedema têkilîyên xurt bi hêzên ewlehîyê re li parêzgehan.

"Ti sîstema ewlehê nikare bi ser bikeve bê piştgirîya niştecîyên [xwecihî] ya ah=gahîyên hewalgîrî yên niştecî dabîn dikin," Tahir got, û not kir ku herdu şert û merc aniha li parêzgehên başûrî hene.

Wî not kir ku xebatên hewalgirî yên geşdar ji alîyê ajansên ewlehî li hemû parêzgehên Îraqî, "ên bûne hêmaneke girîng di têkbirina êrîşên teror de berî ku biqewimin û tinekirina serkirdeyên terorîst yên herî berz li welat".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500