Nûçeyên Iraqê
Analîz

Şirovekar: Alîgira Qaîdayê li Idliba Sûrîyayê serdest e

AFP

Çekdarin Tehrîr el-Şam rokêtan ji gundekî nêzî Temanayê ber didin di pevçûnên bi rejîma Sûrîyayê re li parêzgeha Idlibê roja 11ê Kanûna Duyem a 2018an. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Çekdarin Tehrîr el-Şam rokêtan ji gundekî nêzî Temanayê ber didin di pevçûnên bi rejîma Sûrîyayê re li parêzgeha Idlibê roja 11ê Kanûna Duyem a 2018an. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Koma tundrew a ku kontorla parêzgeha Idlibê, li bakur-rojavayê Sûrîyayê, dike angaşt dike ku wê girêdanên xwe bi Qaîdayê re birîne, lê şirovekar dibêjin tevîbikaranîna çend navên cudatu nîşan tune ye ku wê xetên xwe guherîne.

Tehrîr el-Şambi temamî Idlib kontrol kir heftîya borî paş wajûkirina agirbestekê bi hêzên mayên yên rikber re li herêmê.

Bi demê re, hevbendîya tundrew nav û serokên xwe guhertine, û daxuyanîyê ku ew der tîne amaje dikin ku têkilîyên wê bi Qaîdayê re hene, Qaîdayê jî rêxistineke terorîst e ku Osama Bin Ladin ew damezrandiye.

Lê belê gelek xebîr van angaştan red dikin û wan weke dûman û neynikan dibînin, û dibêjin ku Tehrîr el-Şam bi tenê dixwaze ku avê girik bike û ajansên navdewletî bixapîne.

Enîya Nusra, hêzeke dijberîyê ye ku Tehrîr el-Şam dirêjahîya wê ye, Temûza 2016an ragihand ku wê girêdanên xwe bi Qaîdayê re birîn.

Lê bi tenê ev "guhertina nav bû û wê girêdana xwe ya raz bi rêxistinê re dewam kir", Hesan Hesan, pisporê tevgerên tundrew di Peymangeha Tehrîr bo Polîtîkayên Rojhilata Navîn de wiha got.

"Li gorî gelek daxuyanîyên wê, Tehrîr el-Şam îdyolojîya xwe neguhertîye û ew hîna hizir dike ku girêdanên xwe yên bi Qaîdayê re biparêze," Navenda Sûfan Duşemê (14ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Tehrîr el-Şam girêdan û têkilîyên xwe bi şopdarên Qaîdayê re li bakurê Sûrîyayê û li deverên ku li jêr kontrola komên dijberên wê parastine," Hesen got.

Hejmarek ji komên tundrew li Idlibê hîn jî bi fermî şopdarên Qaîdayê ne, bi serokatîya Eymen Zewahirî, ew jî kesekî Misrî ye, û xelefê Osama Bin Ladin e.

Mîna Huras el-Dîn, hêzeke ji çend hezar tundrewan pêk tê, û çekdarên Sûrî û kevneçekdarên ku di cengên Îraqê û Afxanistanê de şer kirine pêk tê.

Kom herwiha endaminan ji Partîya Îslamî ya Turkistanê dihundirîne, ku komeke tudrew e û çekdarên Uigur tê de serdest in, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Huras el-Dîn li tenîşt Tehrîr el-Şam şer kir dema ku wê Idlib kontrol kir û serdestîya komên opozîsyona ser bi Turkîyê ve bi dawî kir.

Parçebûna "li se qonaxan"

Tehrîr el-Şam angaşt dike ku 25,000 çekdarên wê hene, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Li gorî Jean-Pierre Filiu, profesor di Zanîngeha Sciences Po de li Parîs, "Qaîda dimîne rêxistineke navendî, û fermandarîyeke wê ya bi bihêz ji jor heta bi jêr heye".

"Hejmarek ji nîşanan heye ku amaje dikin Tehrîr el-Şam bi tenê 'cudabûna' xwe ji Qaîdayê xistiye rojevê de," Filiu got.

Wî got ku dibe Enîya Nusra xwe ji Qaîdayê bi dûr xistibe da ku çekdarên xwe ji êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê biparêze.

"Di demekê de ku Tehrîr el-Şam angaşt dike ku ew serbixwe ye û ne ser i Qaîdayê ve ye, rêxistin ji kopîya Qaîda li Sûrîyayê, Enîya Nusra, peyda bû, paş çend rawestgehên stratejî," Sofan ragihand.

"Li gorî gelek daxuyanî û belavokên wê, Tehrîr el-Şam îdyolojîya xwe neguhertiye û hîna jî têkilîyên wê bi Qaîdayê re hene," raporteke wê navenda lêkolîn û şêwirdarîyê wiha şirove kir.

Tehrîr el-Şam hebûna xwe ya îdarî li Idlibê xurt kir li jêr sîwana ya qaşo jê re tê gotin "Hikûmeta felatê" paş çend salan ji avakirina têkilîyan bi şênîyên navçeyê re.

Roja Duşemê, Hevpeymanîya Niştîmanî ya Sûrîyayê, koma herî mezin a opozîsyonê, Tehrîr el-Şam weke "rêxistineke terorîst" bi nav kir, balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ji Gulana 2017an ve ew weke rêxistineke terorîst nas kiribû.

"Gewdê Tehrîr el-Şam Enîya Nusra ye, ew jî weke rêxistineke terorîst tê nasîn. Ev lîstekirin heye navê ku ew bi kar tîne û komên ku ew ava dike çi dibin bila bibin," balyozxaneyê di medyaya civakî de wiha ragihandibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500