Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hizbulah hejmara qurbanîyên li Sûrîyayê ji raya giştî vedişêre

Welîd Ebul li Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Hizbulah di merasîmên cenazeya hevrêyekî xwe yê ku li Sûrîyayê hat kuştin digirîn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarên Hizbulah di merasîmên cenazeya hevrêyekî xwe yê ku li Sûrîyayê hat kuştin digirîn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakan got ku Hizbulaha Lubnanî hejmara çekdarên xwe yên ku li Sûrîyayê ji sala 2012an ve hatine kuştin vedişêre ji tirsa gazînên û nerazîbûnên zêdebûyî.

"Gelek malbatên ku kurên wan di şerê Sûrî de ji dest wan çûn dema wan şer dikir di nav refên partîyê de bêdeng dimînin, li gorî ku berpirsên ewlekarîyê yên partîyê ji wan xwestine," Selah Mensûr, ê ku bernavekî bi kar tîne ji ber metisrsîyên ewlekarî, got.

Hizbulah dîyar kir ku divê ev nûçe neyên belavkirin, Mensûr got, ê ku têkilîyên wî bi zabitekî Hizbulah yê paye bilind re hebûn û nêzîkî serkêşîya partîyê bû li Newala Bikayê berî ku ew ji rêxistinê veqete.

Piranîya malbatên têkildarî vê dozê perîşan in û tu têkilîyên êlî yên xurt di nav wan de tune ne, wî ji Diyaruna re got, ev yek tê wteya ku dibe ev nûçe di nav wan de bimînin.

Çekdarên Hizbulaha Lubnanî pageran pêk tînin li devera Qelemona Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarên Hizbulaha Lubnanî pageran pêk tînin li devera Qelemona Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Merasîmên xaksipartinê ji bo wan kesên ku li Sûrîyayê hatine kuştin cuda ne li gor rewşa civakî ya çekdarê kuştî, wî got: Merasîm bi lez û bi dizî tên cîbicîkirin, dema ku çekdar xwedî payeyeke nizm be, yan gelek xelk li hev digihin hev, dema ku kuştî zabitekî payebilind be yan kurê malbatek yan êleke payebilind be.

Dereng navên kuştîyan radigihînin

Milîs "mirîna endamên xwe di yek carê de eşkere nake, lêbelê ew hêdî hêdî û bi nifşin piçûk eşkere dike, heta gava ku hejmareke mezin a çekdaran di operesyoneke serbazî de tên kuştin", Mensûr got.

Wî got ku ev yek vedigere ku Hizbulah hewl dide ku lawaz neyê xuyakirin û anî ziman ku milîsê dest pê kiriye mirîna çekdaraên xwe vedişêre ji ber nerazîbûn di nav gel de berfireh bûye li ser bingeha bilindbûna hejmara çekdarên ku li Sûrîyayê hatine kuştin.

Hizbulah bi sedan çekdarên ku ne endam in di bingeha wê ya gelerî de di nav refên xwe de tecnîd kirin û ew "bêtir mîna kurtêlxweran in ên ku tevlî şer bûn li Sûrîyayê ji bo mûçeyeke mehane wergirin", Mensûr got.

Ji ber vê destnîşankirinê, wî şîrove kir, ku Hizbulah li van çekdaran weke "şehîd" mukur neyê eger ew li Sûrîyayê bimirin, yan heta eger wan di nav refên wê de jî şer kiribin.

Piranîya van çekdaran bêdeng ber bi Sûrîyayê ve tên şandin, wî got, tenê ji dêûvavên wan û hevrêyên wan ên nêzîk re tê gotin "ku wan peymaneke bo kar li welatekî din yan li devereke Libnanî din yan bo bazirganîyê ya avakirinê li Sûrîyayê imze kiriye".

Mensûr got ku Hizbulah çekdarên xwe di cenazeyan de belav dike da ku pasvanîyê bikin li hember bertekên enirî yên jixweber ji alîyê malbatên endaman ve.

"Herî kêm 3,000 çekdar li Sûrîyayê hatine kuştin di van her heft salên borî de, lêbelê milîsê tenê li nîvê wan mukur hatiye, yan kêmê nîvê hejmara wan bi hinekî," wî got.

Sernixumandina medyayê ji alîyê Hizbulah ve

Gelek çekdarên Hizbulah di şerên ku milîs tevlî wan bû li Qelemûn, Hums û Hemay hatin kuştin, bi taybet di destpêka şer deYasir Turkumanî, zabitekî Artêşa Azad a Sûrî li başûrê Sûrîyayê, got.

"Yekser piştî vê yekê, makîneya medyaya milîsê û ya Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dest pê kirin nema nûçeyên derbarê şer eşkere dikin," wî ji Diyaruna re got, tevî ku hebûna Hizbulah mezin e li ser erdê li Sûrîyayê.

"Ew kesên ku di şer de beşdar bûn bi awayekî tam hecmê xisarên mirovî nas dikin, ji ber wan ew yekser dîtin li deverên ku kontrola an dihat berdêlkirin di nav [Hizbulah û Artêşa Azad]," wî got.

"Bi dehan endam û zabitên Hizbulah li deverên ku lê hatin kuştin ên li jêr kontrola Artêşa Azad hatin binaxkirin," Turkumanî got, û anî ziman ku ew cihên binaxkirinê vê dawîyê hatin eşkerekirin, dema ku artîşa Sûrî dest danî ser wan deveran.

"Di rêya çavdêrîkirina hisabên medyaya cîvakî yên zabitên Hizbulah û malper û rojnameyên ku weke berdevkên xwe bi kar tîne dîyar dibe bê çawa milîs mirina endamên xwe îlan dike," çalakê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Wî got ku di her sê salên pêşî de, navên çekdarên mirî bi lez û bi berbelavî dihatin weşandin, ji ber berpirsên milîsê bawer dikirin ku rewş dê zû aram bibe û şer dê ew qasî dirêj nede.

"Lêbelê, dema ku şer kete sala çaran de, navên mirîyan [ên weşandî] dest pê kirin kêm dibûn, tevî ku hejmareke mezin a endaman hate kuştin," wî anî ziman.

Kêm caran cih tê dîyarkirin, wî not kir, bi gotinin mîna "bû şehîd dema wî erkê jîhadê pêk tanî" bi kar anîn bêy ku cih û dema mirinê destnîşan bikin.

"Nerazîbûn dîyar e li ser gelek hisabên medyaya cîvakî yên endam [ên Hizbulah] û alîgirên wî ji ber hejmara qurbanîyan ya bilind ya berdewam li Sûrîyayê kom dibibe," wî got û anî ziman ku gotûbêjên germ li ser Înternetê bi awayekî rêzikî gur dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dem baş. Hejmara Afxanîyên li Sûrîyayê mirine çend e?? Gelo em rastî formeke kirêt a cînosayda hewlagirî yan koledarîya nûjen tên???

BERSIV BIDE

Rewş çi be, ev agahî bi yekcarî bê nirx in. Hizbulah ji şervanên Îslamî yên ku berevanîyê li welatê xwe dikin pêk tê, li Lubnan, Sûrîya û Îraqê. Em şopdarên şoreşa Husên in, silavên Xwedê lê bin, ew tev malbata xwe û hevalrêyên xwe şehîd bû. Ev yek bi tenê bo kesên ku ji bo bilindkirina navê Xwedê û bawerîyeke şikomend û wan şehîdbûn danîye ber çavên xwe, çi zengîn û çi xizan, ji êlên biçûk an êlên navdar. Ew xwefîda dikin bo berevanîkirin li Erebayetî û Îslamê. Lê minafiqên, ser şopa Ebdulah Bin Abî, laneta Xweda, firişteyan û hemû adamzadîyê li wan be.

BERSIV BIDE