Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Balafirên şer 5 çekdarên DAIŞê li biyabana Rutbayê dikujin

Xalid Taî

Wêneyek ji asman hatiye kişandin, helîkoptereke Îraqî tê de xuya dibe ku biyabana Rutbayê dişopîne da li paşmahîyên DAIŞê bigere di Mijdara borî de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Wêneyek ji asman hatiye kişandin, helîkoptereke Îraqî tê de xuya dibe ku biyabana Rutbayê dişopîne da li paşmahîyên DAIŞê bigere di Mijdara borî de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Pênc paşmahîyên DAIŞê li biyabana Rutbayê hatin kuştin li rojavayê parêzgeha Enbarê, berpirsekî Îraqî roja Duşemê (14ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Balafirine Îraqî roja Şemîyê kamyoneke biçûk ku pênc terorîst tê de bûn bombebaran kirin," şaredarê Rutbayê Îmad Dulêmî wisa ji Diyaruna re ragihand.

Dulêmî anî ziman ku êrîş "li devereke biyabanî ya bi navê Celbatê, ku dora 80 kîlometrea li başûrê Rutbayê ye, pêk hatiye."

Dulêmî dîyar kir ku tundrew li jêr çavdêrîya asmanî bûn ji hêla Fermandrîay Operasyonên Enabrê ve, û gava dixwestin xwe li biyabanê veşêrin hatin bombebarankirin piştî êrîşekê li ser devereke Îraqî li ser sînorê bi Siûdîyê re -- ku tu zîyan bi xwe re neanî.

Yekîneyên Îraqî li paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biybana başûrê Rutbayê digerin di vê wêneyê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên Îraqî li paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biybana başûrê Rutbayê digerin di vê wêneyê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Dulêmî got ku "terorîstên hatine kuştin pir tirsnak bûn," îşaret bi hersê "serkirdeyên payebilind ên di rêxistina terorîst de" kir.

Wî anî ziman ku Selah Ehmed Oda Herat berpirsê şaneke terorîst bû ku rol di kuştina berpirs û kesine xwecihî li navçeya Rutbayê gerandibû.

Dulêmî da zanîn ku qurbanîya herî berz a şanê, Şêx Munîr Ekab bû, îmamekî mizgeftê û birêveberê dibistanekê li devera Qerîya Alamnîya li Rutbayê bû, ku di 19ê Cotmehê de hat kuştin.

Wî got ku "herdu terorîstên din Kerîm Elawî Herat û Ehmed Mihemed Mehmûd Qerexolî bûn."

Dulêmî eşkere kir ku ew berpirsên gelek êrîşên terorîst bûn û beşdarî operasyonintalankirina pereyên niştecihan di heyma kontrola DAIŞê ya li ser Rutbayê de bûbûn.

Derbasbûna DAIŞê kêm dibe

Dulêmî got ku kuştina van endaman "serkeftineke mezin e bo hêzên me, ku vê dawîyê balê dikşînin ser pêkanîna êrîşine deqîq li dijî armancine terorî yên destnîşankirî."

Wî got ev êrîş hevdem ligel teftîşkirina berdewam a deverên biyanî, û da zanîn jî ku hêzên ewlekarîyê roja Yekşemê operasyoneke serbazî pêk anîn da ku li paşmahîyên DAIŞê û veşartgehên wê li başûrê Rutbayê bigirin.

Wî anî ziman ku "hêz bihnê li terorîstan li biyabanê diçikînin û tu derfetê nadin wan ku bi serbestî tevbigerin an di çi demê de baregehin razî çêbikin."

Dulêmî dîyar kir ku tevî operasyona biyabanî temam nebûye jî, "pêvajoyên serbazî heta asteke mezin karîbûn hejmara paşmahîyan û bandora wan kêm bikin."

"Haletên derbasbûna terorîstan bo navçeya Rutbayê pir kêm bûne," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Eger milîtan girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bin, kanî çek û cebilxanîya wan?!!! Belkî ev kesine bêguneh bin û tu girêdana wan bi DAIŞê re nebe, belkî çûne bîyabanê da ji xwe re kapkulîlkan biçinin û bifroşin. Eger bi rastî hûn li endamên DAIŞê digerin, ew bi hemû hêz û karînên xwe li Wadî Huranê dimînin. Biçin wir û şerê wan bikin; çavên xwe negirin!

BERSIV BIDE

Vacî- mentiqî ye

BERSIV BIDE

Çima "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wiha dibêjet?! Berevajî vê yekê, gelek xelk hene dê bi roj bi we re bin û bi şev êrîşê berdin ser we. Hebûna DAIŞê di sazîyên serbazî de heye. Piranîya siyasetvanan DAIŞ in. Bi tenê biçe biyabanê, li Rutbayê, û paşmahîyên rastî yên DAIŞê bi çavên xwe bibîne.

BERSIV BIDE