Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam tirsê dixe dilê xelkê de li bakurê Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev gotinên han li ser malekê li gundewarê Idlibê hatine nivîsandin "ev mal ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatiye desteserkirin", ji ber ku xwedîyê wê li dijî hevbendîya tundrew e. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev gotinên han li ser malekê li gundewarê Idlibê hatine nivîsandin "ev mal ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatiye desteserkirin", ji ber ku xwedîyê wê li dijî hevbendîya tundrew e. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam berdewam e di qayimkirina kontrola xwe de li deverên rojavayê Sûrîyayê piştî ew kete rêkeftineke agirbestê bi Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê re û dest danî ser swênkarên aborî û baregehên serbazî, li gorî çalakvanekî Idlibî.

Niştecih van tevgerên berfirehxwazî red dikin, yên ku bûn hilawistina encumena xwecihî û Polîsê Idlibê yê Azad û girtin û destesekirina malan û samanan, çalakê Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Herwiha Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrîyayê, desteya opozîsyonê ya sereke ye, roja Yekşemê (13ê Kanûna Duyem) hewldanên Tehrîr el-Şam ên "kontrolkirina" hemû deverê rexne kirin, AFP ragihand.

"Girîng e em çareserîyeke bingehîn bibînin ku sînorekî ji hebûna wê li Idlibê û li her devereke din re deyne," hevpemanîyê di daxuyanîyekê de got di dawîya civînekê derbarê pêşketinên dawî li Sûrîyayê.

Endamên Tehrîr el-Şam li pêşîya baregeheke ewlehî ya komeke dijber ku wan dest danîye ser rawestiya ne li gundewarê Idlibê. [Wêne ji alîyê Museb Esaf ve hatiye wergitin]

Endamên Tehrîr el-Şam li pêşîya baregeheke ewlehî ya komeke dijber ku wan dest danîye ser rawestiya ne li gundewarê Idlibê. [Wêne ji alîyê Museb Esaf ve hatiye wergitin]

Idlib bi saya devereke veqetiner hat parastin li gorî rêkeftineke Tirkî -Rûsî ku gihanê de di meha Îlonê, da nehêlin ku rejîm êrîş bike û devera bakurî ji çekdarên opozîsonê vegerîne.

Weke beşekî ji rêkeftinê, dihat bawerkirin ku komên tundrew ên mîna Tehrîr el-Şam di nîvê Cotmehê de ji devera bêçek vekişin, lê ew yek nebû.

Gef li ser herêmê zêde dibe

Desteserkirina Tehrîr el-Şam ji herêmê re gefa êrîşa ji alîyê rejîmê ve vedijîne.

Vê yekê hişt ku Hevpeymanîya Niştimanî bang bo rêkeftinekê bi Tirkîyayê re bike bo parastina sivîlan û,"rêgirtin li ber rejîm û piştgirîyên wê, yên Rûsî û Îranî, ku komkujîyekê [bi rê ve bibin] bi bihaneya ku terorîst li herêmê hene".

Di rêya rêkeftina agirbestê bi Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê re, Tehrîr el-Şam dest danî ser deverên Maeret Numan, Cebel Zawîyayê û Arîhayê, Esaf got.

"Tehrîr el-Şam aniha herêma bakurî bi temamî kontrol dike, herêma ku Idlib û derdora parêzgehên Hema û Helebê dihewîne," wî ji Diyaruna re got.

Li gorî rêkeftinê, Tehrîr Şam û ya jê re tê gotin "Hikûmeta Felatê", enîya wê ya siyasî, dê hemû erkên îdarî bi rê ve bibin.

Polîsê Idlibê yê Azad bidawîanîna hebûna xwe îlan kir û baregehên xwe girtin.

Bi hezaran çekdarên opozîsyonê, piranîya wan ji Ehrar el-Şam û Siqûr el-Şam, bijartin ku ber bi herêma Efrînê ve herin li şûn ku tevlî Tehrîr el-Şam bibin, bijareya ku di bendên rêkeftinê de hatibû misogerkirin, Esaf got.

Bajar têkbirina Polîsê Azad red dikin

Yek ji encamên sereke ji berfirehkirina Tehrîr el-Şam ew e ku Polîsê Azad dawî li hebûna xwe anî, Esaf got.

Polîsê Azad dozên ewlehî û yên derbarê birêvebirina civakê çareser kirin û aniha biHisba Tahrir el-Sham (polîsê olî) re hatiye berdêlkirin, wî got.

Hin bajaran hilawîstina karê Polîsê Azad qebûl nekir, û îlan kirin ku hêzên polîsê wan hîn çalak in.

Di nav wan bajaran de maeret Numan û Kefrûma yên îlan kirin ku hîn polîsê wan çalak in û yekser girêdayî encumena xwecihî ne û ew çi destwerdana ji derve di karê encumenê û hêza polîs de red dikin.

Niştecîyê Maeret Numan daxuyanîyek weşandin û tê de red kirin ku tu baregehên Tehrîr el-Şam vekin û ya jê re tê gotin Hikûmeta Felatê jî red kirin "ji ber ew ne nûnerekî qanûnî ye ji xelkên Sûrî re", Esaf got.

Tundîya li dijî sivîlan berdewam e

Esaf got ku di heman demê de, Tehrîr el-Şam tundîya xwe li dijî sivîlan berdewam dike û ew lîsteyan bi navên dijberên xwe çêdike û dide dûv wan tekekesan.

Wî got ku hevalbenda tundrew êrîşan berdide ser malên taybet, ew li tekekesên tên xwestin digere, û dest danî ser bi dehên malan bi bihaneya ku xwedîyên wan endamên komin dijberî wê ne.

Esaf got ku ev mal dikevine bin desthilatdarîya Tehrîr el-Şam de û tên bikaranîn da ku endamên wê di wan de werin bicihkirin.

Wî got ku herwiha endamên Tehrîr el-Şam êrîşî dadgeh û stasyonên polîs kirin û dest danîne ser tiştên û pereyên di wan de, wan ev yek li Arîha, Xedfa, Jerjinaz û Kefrûmayê kir.

Wî anî ziman ku hevalbendîya tundrew herwiha dest danî ser depoyên ard û genim ên ku li jêr kontrola alîyên ku ew bi rê ve dibirin bûn.

Esaf got ku tevî şer rawestiyaye û dijberên Tehrîr Şam vekişîn,çalakîya gelêrî berdewam berfirehbûna wê red dike.

Wî daxuyand ku pagerên Tehrîr el-Şam rastî xwepêşandanên ku hebûna wê red dikin hatin, weke çawa vê dawîyê li Kefirûmayê çêbû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500