Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq êrîşê dibe ser "terorîzma dijîtal"

Xalid Taî

Ciwanên Îraqî rahînanê derbarê Înternet û Kompîterê li Bexdayê werdigirin. Hikûmeta Îraqî forum û malperên ku îdîolojîya tundrew han didin diçewisîne. [Wêne ji birêveberîya rahînankirin û karkirinê ya Wezareta Kar a Îraqî hatiye wergirtin]

Ciwanên Îraqî rahînanê derbarê Înternet û Kompîterê li Bexdayê werdigirin. Hikûmeta Îraqî forum û malperên ku îdîolojîya tundrew han didin diçewisîne. [Wêne ji birêveberîya rahînankirin û karkirinê ya Wezareta Kar a Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî şerekî dijwar digire ser forum û malperên Înternetê yên ku îdîolojîya tundrew û gotara kîndarîyê han didin, pisporan ji Diyaruna got.

Sazîyên Hikûmetê "pisporîyeke teknîkî ya îstisnayî" dîyar kir di çewsandina terorîzma dijîtal û têkbirina çalakîyên terorî de.

Tîmekî taybet ji birêveberîya agahîyên teknolojîyayê û ragihandinê di Wezareta Hundir de vê dawîyê 88 hisabên medyaya civakî yên ku tundîyê han didin girtin.

Ev hisabên înternetê "îdîolojîya tundrew û firoştina çekan li ser Facebook, Twîter û Instagramê han didin", wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Girtina van hisaban encama "çavdêrîya berdewam û qebûlkirina ji alîyê dadgehê ve ye", daxuyanîyê got.

"Alavên sereke"

Rojnamevanê Îraqî Brahîm Sirajî, yê ku birîveberîya Komeleya Berevanîya Mfên Mirov dike, ji Diyaruna re got ku xebatên hikûmetê di şerê li dijî "terorîzma dîjîtal" zêde dibin.

"Rêxistinên terorîst û tundrew ên mîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nema dikarin bi awayekî azad ramanên xwe li ser înternrtê han bidin," wî got.

Hikûmet "cedî ye û israr dike ku çi hisabê îneternetê yê ku bi awayekî bed kuştin, nefret û dijminahîyê han didin kifş bike û bigire", wî anî ziman.

"Bi dehan platformên terorî [li ser Înternetê] hatine rakirin," Sirajî got.

Wezareta Karê Hundir, bi alîkarîya Wezareta Ragihandinê, bêtirî 90% ji hisabên medyaya civakî yên DAIŞê yên ku terorîzm han didan û gotegot belav dikirin girtin, wezaretê di daxuyanîyekê de di dîroka 10ê Tîrmehê de eşkere kir.

Sirajî girîngîya şopandina xebatên mîna van bi rêya "darizandina" kesên van malperan temwîl dikin ya dişopînin teqez kir.

"Divê em bi awayekî cedî bifikirin derbarê bikaranîna înternetê bi awatekî rêzikî, bê ku em azadîya kesane sînor bikin," wî got, "da ku em nehêlin komên terorîst careke din derkevin holê û bandora xwe teqez bikin."

Wî got ku şerê li dijî tundîyê ne tenê berpirsyarîya hikûmetê ye lêbelê ew dikeve ser milê civakê de jî.

"Divê tekekes jî tiştê ji dest wan derkeve bikin di rêya xeberlêdanê [li hisabên gumanbar] û hişyarîyê," wî anî ziman.

"DAIŞ rastî pêngaveke dijwar tê derbarê çalakîyên wê yên li ser înternetê," Sirajî got, lê ev nayê wateya ku rêxistin dê dest ji înternetê ber de "ji ber ew alaveke sereke ye bo tecnîdkirina çekdaran û belavkirina îdîolojîya wê".

DAIŞ rastî berhengarîyan tê

Di tomarkirineke vîdyo de ku di destpêka Mijdarê de li ser înternetê hatiye weşandin, endamin DAIŞê bang li alîgirên xwe dikin ku hebûna xwe li ser înternetê û medyaya civakî zêde bikin û îdîolojîya rêxistinê ya tundrew li ser înternetê belav bikin.

Dengê endamekî DAIŞ di tomareke vîdyo de tê dibêje, "eger ew hisabê te bigirin, sê hisabin din çêke û eger ew her sê hisaban bigirin 300 hisaban çêke."

Serokê Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Bexdayê, Haşim Hesan got ku "DAIŞ baş girîngîya medyaya civakî dizane û çawa ew bi awayekî berfireh tê bikaranîn, bi taybet di nav ciwanan de".

Rêxistin li rastê ma bi desthilatdarî û bê erd "lê ew hewl dide xwe bispêre çîyana xwe ya teknolojî da ku ew desthilatdarî û hebûna xwe ya girîmaneyî jî ji dest nede," wî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku ikûmeta Îraqî xebatên xwe duqat dike derbarê ewlekarîya dîjîtal û gelekî çavdêrîya kenalên li ser înternetê yên terorîzmê han didin dike, pesnê sazemenîyên têkildar dike bo "pisporîya wan a istisnayî" di wî warî de.

Hesan teqezî li ser girîngîya xwedîderketina li "stratîjîyên niştimanî ku programên hişyarkirinê dihewînin daku xelkê li dijî îdîolojîya tundrew vaksîn bikin, bi taybet di rêya Înternetê re kir."

"Îraq xwedan dîrokeke baş e di warê armanckirina şanên dîjîtal ên terorîst de di van her çend salên dawî de," Îsam Feylî, yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê hîn dike, got.

"Gelek sazîyên Îraqî hene ku di vî warî de kar dikin, di nav wan de Wezareta Hundir, ajansên hewlgirî û ewlehîya niştimanî," wî ji Diyaruna re got.

Wî piştrast kir ku DAIŞ rastî berhengarîyên mezin tê di belavkirina îdîolojîya xwe de li ser înternetê.

"Tevî van xebatan, arîşe li derveyî sînor dimîne ji ber ku hisabên tundrew ji deveyî welat hatine çêkirin û têne birêvebirin," wî got, û bang bo wajûkirina peymanên hevkarîyê û guhertina agahîyan bi welatên din re bo çareserkirina vê arîşeyê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Komeke piçûk heye. Wan 1,00,000 hisabên DAIŞê û hisabên You Tubê rikirin. Hahahaha! Ew çi 88 in?

BERSIV BIDE