Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Barana xurt li kampên bêwarîyê li Idlibê dibare

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Keçeke Sûrî di nav ava lehîyê de, ya li pêşîya konê wê di kampeke bêwarîyê de hatiye hev, li nêzî Seraqibê, radiweste. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergitin]

Keçeke Sûrî di nav ava lehîyê de, ya li pêşîya konê wê di kampeke bêwarîyê de hatiye hev, li nêzî Seraqibê, radiweste. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergitin]

Çalakekî xwecihî got ku barana xurt a li Idlibê bariya belengazî ji niştecîyên kampên bêwarîyê re anî, niştecîyên ku konên wan ji ber barana xurt û çemên buhurî li ber lehîyê çûn.

Rewş ji ber kêmbûna xwarin, alîkarîyên bijîşkî û mirovî xirabtir dibe, ji ber piranîya rêxistinên xwecihî û navdewletî operasyonên xwe li herêmê gîro kirine , çalak Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Bêwarên i deverên gundewarî li başûrê Helebê û rojhilatê Idlibê çend kampên nefermî li gelek beşên Idlibê danîn, wî got, bi taybet li devera derdora Seraqibê.

Wî got ku ev pêla bêwarbûnê ya aniha dest pê kir berî bêtirî salekê, û berdewam dike ji ber bombebarankirina berdewam li ser van deveran ji alîyê rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê ve.

Niştecîyên campên bêwarîyê yên li ber lehîyê çûn li bajarokê Seraqibê tu alîkarîya mirovî wernegirtin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Niştecîyên campên bêwarîyê yên li ber lehîyê çûn li bajarokê Seraqibê tu alîkarîya mirovî wernegirtin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Zarok hewl didin ku cokên sade vekin da ku rê li pêşîya ava barana xurt ya kombûyî vekin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin ]

Zarok hewl didin ku cokên sade vekin da ku rê li pêşîya ava barana xurt ya kombûyî vekin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin ]

Wî daxuyand ku bi hatina zivistanê re, niştecîyên bêwar li jêr "şert û mercên zehmet" dijîn, ji ber ev kamp bûne gulên mezin ên herîyê.

Idlibî anî ziman ku niştecîyan dît ku konên binav bûn yan li ber bayê xurt çûn.

Alîkarî têrê nakin

Zêdey vê yekê, Idlibî got ku bêwar derdê kêmûneke mezin ji pêdivîyên sereke dikişînin, bi taybet alavên germkirin, betanî, cilên zivistanê, derman û guhdana bijîşkî û pêdivîyên xwarinê gelekî kêm in.

Wî got ku ev heta astekê vedigere rewşa darayî ya zehmet ya ew xwe tê de dibînin, û heta astekê ji ber tunebûna alîkarîyê ji alîyê rêxistinên hewarçûn, bijîşkî, xwecihî û navdewletî.

Da ku li hember van berhengarîyan rawestin, niştecîyên kampê bi rêbazên sade bi kar tînin da ku ava baranê û herîya ku di kampên wan de giha hev paqij bikin, di rêya kolana cokên avê yên sade û xendekan bi alavên bi dest çêkirî.

Tevî ku heta astekê ev yek alîkar bû, "lê têrê nedikir ku kar were pêkanîn ji ber gelek baran bariya", Idlibî got.

Wî dîyar kir ku alîkarîya kêm a ku carê ji alîyê niştecîyên xwecihî ve dihat dabînkirin hat qutkirin, ji ber şerê li herêmê û hemara mezin a xalên pêşkininî ji alîyê Tehrîr Şam ve, cihê ku niştecî bi awayekî ketober tên girtin.

Wi got ku Tehrîr el-Şam ti alîkarî ji bêwaran re dabîn nekir, tevî ku wê kontrola xwe bi zorê li ser herêmê sepand û nehişt ku alîkarîyên mirovî derbas bibin.

Idlibî got ku bêwar gelekî ditirsin infilowenza û nexweşîyên demsalî yên din li kampan belav bibin herwiha tirs heye derbarê tendirustîya niştecîyên temen dirêj, bi taybet ên ku berê êşa nexweşîyên demdirêj dikişînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500