Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Navendên nûjdarî yên pispor dîsan li Enbarê vedibin

Sêf Ehmed li Enbarê

Zarokek ji Enbarê tedawîya fîzîkî werdigire li navenda destûpêyên destkird a Felûcayê, ya ku vê dawîyê hatiye nûkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Zarokek ji Enbarê tedawîya fîzîkî werdigire li navenda destûpêyên destkird a Felûcayê, ya ku vê dawîyê hatiye nûkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Vê dawîyê li parêzgeha Enbarê hejmarek ji dezgehên nûjdarî û tedawîyê yên pispor hatine vekirin, di nav de navendên penceşêrê, klînîkeke dinan, navendeke destûpêyên destkird û taqîgehên bijîşkî û yekîneyên li nexweşgehan, li gorî perpirsyarên xwecihî.

Vekirin û nûkirina sazîyên nûjdarî û berdestkirina xizmetguzarîyan paş derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hate meydanê, rêxsitna ku parêzgeh di wêranîyeke giştî de hiştibû ku ziyan gihand heta bi navendên nûjdarîyê û çareserîyê.

Berî dagirkarîya rêxistinê di sala 2014an de, ev sazî dihatin bikaranîn bo dabînkirina xizmetguzarîyên li ser asteke bilind ji welatîyan re, endama encumena parêzgeha Enbarê, Emîra Aday wiha ji Diyaruna re anî ser ziman.

Lê li jêr kontrola DAIŞê, "ev dever meydana çalakîyên terorî bûn, û ev yek bû sedema wêranbûyîna jêrxaneyê", Adayî wiha şirove kir.

Zilamin li navenda destûpêyên destkird ya Felûcayê bendewarîya nûjdarekî dikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Zilamin li navenda destûpêyên destkird ya Felûcayê bendewarîya nûjdarekî dikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Navenda pijîşkî ya Axa li Ameriyet el-Simûd vê dawîyê hatiye nûkirin û ji wê çaxê ve ew pêşwazîya pir nexweşan dike. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Navenda pijîşkî ya Axa li Ameriyet el-Simûd vê dawîyê hatiye nûkirin û ji wê çaxê ve ew pêşwazîya pir nexweşan dike. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Nexweş bi rêz li pêş dergehê klînîkeke pijîşkîya dinanan rawetîyane li navçeya Hîtê ya parêzgeha Enbarê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Nexweş bi rêz li pêş dergehê klînîkeke pijîşkîya dinanan rawetîyane li navçeya Hîtê ya parêzgeha Enbarê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wê daxuyand ku ji dema ku hêzên Îraqî careke din parêzgeh bi temamî kontrol kirin, sazîyên nûjdarî li Remadî, Felûca û Hîtê hatine nûkirin, û ew dikarin "xizmetguzarîyên pêşketî ji welatîyan re pêşkêş bikin".

"Li parêzgeha Enbarê, navendeke destûpêyên destkird li Felûcayê tê vekirin, navenda ku hêvî heye ew bibe girîngtirîn karê Wezareta Tenduristîyê û Birêveberîya Tenduristîya Enbarê," wê anî ser ziman.

Navend serpereştîya sazkirina destûpêyên destkird bo mêr û jinan û herwiha peydakirina tedawîya sirûştî û kursîyên bi dolab dike.

"Piranîya bajarên Enbarê bi hewcedarî xizmetguzarîyên bingehîn, nexweşxane û navendên nûjdarî yên pêşketî ne," Aday got.

Adayî got ku ziyan gihiştîye piranîya navendên nişînbûyî, û da zanîn ku dûrahîyeke mezin di navbera navendên guhlêdana tenduristî heye, û "bajar berfieh dibin û nifûsa parêzgehê sal bi salê zêde dibe", lewra pêwîstî bi hebûna sazîyên xizmetguzarîyê yên bêhtir heye.

Nûkirina navendên nûjdarî

"Rêxistinên xizmetguzarî û hikûmî piranîya navendên pijîşkî û yên pispor ên Enbarê nû kirine," endamê encumena parêzgeha Enbarê, Mihemed Yasîn ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev xebat ji nûkirina navenda MRI li Nexweşgeha Remadîyê, û dabînkirina çareserîya nexweşîyên demdirêj li seranserê Enbarê, û nûvekirina klînîkên dinanan û navendên çareserîya penceşê pêk tê.

Yasîn bal kişand ser pêwîstîya beşê rojavayî ji parêzgehê bi hebûna navendên nûjdarî yên pispor, "bi taybet navendên destûpêyên destkird", ji ber ku bi tenê yekane navend li Felûcayê heye, ku vê xizmetê dike.

"Em kar li ser dabînkirina çareserîya nûjdarî bo kampên bêwaran li Enbarê, û dabînkirina hemû amûrên nûjdarî yên girîng dikin," wî eşkere kir.

"Xebatên hikûmetê li parêzgeha Enbarê giranîyê didin nûkirina sazîyên sazkirina destûpêyên destkird li Felûcayê," birêveberê medyaya navendên tenduristî yên navçeya Ameriyet el-Simûd, Nazim Şukur ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku navendên destûpêyên destkird ên zêdetir pêwîst in, da ku bêhtir ji navendekê hebe bo kesên ku destûpêyên xwe wenda kirine di encama operasyonên terorî û serbazî de li Enbarê.

"Li navenda sazkirina destûpêyên destkird li Felûcayê pir amûrên pêşketî û nûjen peyda ne, û tîmekî pir şareza ji Bexdayê rahînan ji stafê kar yê navendê re dabîn kir," wî got.

Wî eşkere kir ku hinek endamên staf bo Elmanîya û welatên din di çend mehên borî de hatine şandin bi armanca rahînanê.

Xizmetguzarîyên nûjdarî yên bêhtir pêwîst in

"Navendên pispor ên kar dikin ji klînîkên dinanan û çend navendên nûjdarî yên ku bo nexweşgehên tengavîyê hatine veguhertin li bajarokê Colana Felûcayê pêk tên," Şukur ragihand.

Şukur eşkere kir ku Navenda Taqîgehên Nûjen li taxa Hey Eskerî li Felûcayê jî hat nûkirin.

"Navendên tendirustî û çareserîyê li Ameriyet el-Simûd hatin nûkirin û wq aniha zxizmetên girîng ên çareserîya nûjdarî dabîn dikin," wî got.

Wî got ku sazîyên li kampên Hebanîya û Bezbiz jî hejmareke baş ji nexweşan di mehên dawî yên salê de çareser kirin.

"Enbar bi hewceyî navendeke çareserîya penceşêrê, û navendeke sazkirinan dermanan e," şênîyekî Remadî, yê 44-salî bi navê Ehmed Tahir wiha got.

"Tevî ku navendên nûjdarî û nexweşgehên ku xizmetguzarîyên herî pêşketî dabîn dikin hene, hîn jî pêwîstîya me bi hebûna xizmetguzarîyên di asta xizmetguzarîyên berdest li welatên din ên cîhanê heye," wî ji Diyaruna re daxuyand.

"Enbar sêyeka Îraqê pêk tîne û gelek deverên dûrdest dihundirîne, bi taybetî bajarên rojavayî, lewra pêwîstî bi nexweşgeheke nûjen heye," wî got.

Wî got ku pêwîstîyeke mezin bi hebûna nexweşgeheke çareserîya penceşêrê ku tedawîya kîmawî ji nexweşan re pêşkêş bike heye.

"Gelek klînîk û navendên nûjdarî hene, lê em bi hewce ne ku avakirina Nexweşgeha Nû ya Hîtê dewam bike, paş ku ew kar ji 2014an heta vî çaxî rawestîyayê maye," şênîyekî navçeya Hîtê, yê 35-salî, bi navê Salim Hemûd, wiha got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500