Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî şanên DAIŞê li derdora Mûsilê armanc dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî operesyoneke ewlekarî cîbicî kir da ku girên Bdûşê li bakurê Mûsilê di Mijdara bûrî de ji şanên DAIŞê paqij bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operesyoneke ewlekarî cîbicî kir da ku girên Bdûşê li bakurê Mûsilê di Mijdara bûrî de ji şanên DAIŞê paqij bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operesyonên Nînewayê "operesyonên parêzî" cîbicî dike da ku derdora Mûsilê ji şanên "Dewleta Îslamî" paij bike, zabitekî serbazî îro Çarşemê (9ê Kanûna Duwem) got.

Ji destpêka Kanûna Duwem ve, hêzên hevbeş deverên derdora Mûsilê dimalin da ku wan ji şanên DAIŞê ên razayî û tekekesê ji ber tawanên terorê tê xwestin paaij bikin, Cîgirê Fermandarê Operesyonan liwa Casim Mihemed Xelîfa ji Diyaruna re got.

"Bi alîkarîya firqeyên artêşê yên 20mîn û 16mîn û heşda êlî me devera Badûşê li [bakur û rojavayê Mûsilê] bi temamî misoger kiriye" wî got.

Hêzên ewlekarî pêşî navên niştecîyên deverê seh kirin li hember databêseke hewalgirîyê ya endamên DAISê, wî got.

Leşkerên Îraqî di pagera ewlekarî de beşdar dibe li bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî di pagera ewlekarî de beşdar dibe li bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Di encamê de, "çar mêrên ji ber tawanên terorê dihatin xwestin ên ku bi rêxistinê re kar kirin dema wê Mûsil kontrol dikir hatin girtin", Xelîfa got.

Hesên gumanbar bo birêveberîya dijî terorîzmê li Nînewayê hatin radestkirin bo pegerînê, wî anî ziman.

"Herwiha hêzên me zincîreke mîsyonên lêgerînê li gund û deverên Badûşê ên [dûr û paşguhkirî] cîbicî kirin, cihê ku heft tunel li çîyayên deverê hatin kifşkirin, tunelên ku weke malên mêvandarîyê ji alîyê dijmin ve dihatin bikaranîn," wî got.

"Tunel bi hevkarîya hevpeymanîya navdewletî hatin êrankirin" wî anî ziman.

Operesyonênên lêgerînê herwiha rojava û başûrê derdora Mûsilê dane ber xwe, di nav de Şura, Hemam Elîl û Qeyara.

"Di van operesyonan de, me pênc terorîst girtin," Xelîfa got, wî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê hêza xwe li deverên dûr û çal û xwar qayim kir cihê ku endamên DAIŞê weke veşartgehekê bi kar dianîn.

"Operesyonên me hîn bi dawî nebûne" wî teqez kir. "Em berdewam dikin da ku em orta mûsilê û hemû derdora wê asê bikin."

Sînorê bi Sûrîyayê re ewle ye

Niştecîyên Badûşê pêşwazîya hêzên ewlakerî kirin û alîkarîyê bi wan re dikin, Xelîfa got.

Rewşa ewlehî aniha aram, wî got, "herwekî di şedebûnên endamên parlemanê Îraqî de dîyar bû yên ku vê dawîyê serdana bajarê Mûsilê kir û çend civîn bi serkirdeyên ewlehî û yên xwecihî û niştecîyan re li dar xistin".

Sînorê rojavyî yê parêzgeha Nînewayê, yê ku nêzîkî Sûrîyayê ye, ji alîyê gelek hêzan ve tê pagerkirin, wî got. "Yekîneyên me li wê deverê bi Firqeya artêşê ya 16mîn, heşda êlî ya el-Rebîa, polîs û Pagera Sînor re bi cih bûne, ."

"Ev hêz hemû çavdêrîya sînor dikin, nahêlin terorîst bi dizî derbas bibin," Xelîfa got, wi anî ziman ku ev hevkarîyê bi Hêzên Sûrîya Demokratî re (QSDê) dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir bedew e!

BERSIV BIDE

Xwedayo, serkeftina li dijî DAIŞê bixe para me!

BERSIV BIDE