Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pasdaran û rejîm li Dêra Zorê milmilanîyê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Newaf Beşîr, fermandarê milîseke ser bi Pasdaran ve bi navê Lîwayê Baqir, bi çekdarên lîwayê xwe re sekinî ye. [Wêne ji înternetê hatiye wergirtin]

Newaf Beşîr, fermandarê milîseke ser bi Pasdaran ve bi navê Lîwayê Baqir, bi çekdarên lîwayê xwe re sekinî ye. [Wêne ji înternetê hatiye wergirtin]

Alozîyên di navbera Feyleqên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên ser bi rejîma Sûrîyayê ve gihştin xaleke pir kelandî, ji ber nakokîyên li ser kontrola bajarê Dêra Zorê.

Herwiha li hember banga rejîma Sûrîyayê bo ciwanên di nav rêzên milîsên ser bi Pasdaran vebo tevlîbûna leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekîdi artêşa rejîma Sûrîyayê hêrs zêde dibe.

Alozî di navbera her du alîyan de ji bajarê Dêra Zorê bo navçeyên li derdora wê dirêj bûn, bi taybetî yên li jêr kontrola êlên deverê de, çalakvan Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Serokê êla Begarayê, Newaf Beşîr, yê ku ser bi Pasdaran ve ye, hewl dide ku rûbera kontrola milîsa xwe li Dêra Zorê û derdora wê û heta bi bajarê Elbû Kemal berfireh bike, li ser hesabê rejîma Sûrîyayê.

"Rûbirûbûnek di navbera Setûf Merî, ku fermandarekî xuyayî yê milîsên ser bi rejîma Sûrîyayê ve ye, û Beşîr rû da," Ebid got.

"Nakokî berfieh bû û Subhî Zayid Henan jî tevlî bû, ew kesayet jî bi têkilîyên xwe yên bihêz bi ajansên hewalgirî yên rejîmê re tê naskirin," wî got.

Abid got ku Henan jî endamê êla Begara ye, lê ew qebûl nake ku bi Pasdaran re kar bike. Wî têkilîyên xwe di salên borî de bi rejîmê re xurtir kirine, û ew yek ji piştevanênhebûna leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî ye.

Rejîma Sûrîyayê ew vexwendin

Beşîr bo Şamê berî çend rojan hat bangkrin, û ew aniha li wir e.

Abid got ku ew hat vexwendin ji ber milmilanî û nakokîyên heyî û redkirina Beşîr ji fermanên ku rejîma Sûrîyayê derxistine, fermanên têkildarî sepandina leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî.

Wî got ku Beşîr bi eşkere ragihand ku ew li dijî van fermanan e, ev yek jî di civateke cemawerî de li Dêra Zorê pêk hat.

"Beşîr dibîne ku ferzkirina leşkerîyê dê hêza wî pir kêm bike, ji ber ku hemû endamên milîsa wî ji leşkerîya neçarî re tên xwestin," Abid got..

Wî eşkere kir ku Beşîr hewl dide ku çekdarên xwe biparêze û wan veguheze gundê Muheymîdayê, cihê jidayîkbûna wî, ji ber ku ew li derveyî kontrola rejîmê û Pasdaran e, bo ew ji leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî bi dûr bin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500