Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bermahîyên DAIŞê vedikişin deverên dûrdest ên Diyalayê

Xalid Taî

Endamekî DAIŞê ji ber gunehekî terorî li devera Hemrînê di vê wêneyê de, ya divegere Tebaxa sala 2017an, hatiye girtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin] 

Endamekî DAIŞê ji ber gunehekî terorî li devera Hemrînê di vê wêneyê de, ya divegere Tebaxa sala 2017an, hatiye girtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin] 

Raportên hewalgirîya Îraqî rêjeyên bilind ji şerê navxweyî dîyar dikin di nav bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li parêzgeha Diyalayê, li gorî berpirsên Îraqî, û wan ev yek vegerand fişara derveyî, jihevketina hundirîn û moralê kêm.

"Bermayîyên DAIŞê bi dizî vekişiyane deverên dûr, bi taybet li hewzê Weqfê, girên Hemrînê û navçeya Ezîmê," serokê polîsê Diyalayê Fêsel Ebadî ji Diyaruna re got.

"Tenê komên piçûk ji nebitir ji 100 endamên DAIŞê mane," wî got, û not kir ku ev kesên dervey qanûnê piranîya wan di şkeftan de li qeraxa parêzgehê.

"Operasyonên me li dijî van endaman bûne sedema ku ew ketine rewşeke nîgeranî û azara derûnî de, ji ber jêderên wan yên darayî û mirovî heta asteke mezin kêm dibin û ti bandora wan nemaye," Ebadî got.

Leşkerên Îraqî maleke mêvandarîyê ya ku ji alîyê DAIŞê li bexçeyên parêzgeha Dîyalayê tê bikaranîn şewitandin, di vê wêneyê de, ya divegere Cotmeha sala 2017an. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî maleke mêvandarîyê ya ku ji alîyê DAIŞê li bexçeyên parêzgeha Dîyalayê tê bikaranîn şewitandin, di vê wêneyê de, ya divegere Cotmeha sala 2017an. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqê hatiye wergirtin]

Êrîşên hêza cewî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî "DAIŞ kêm kir û ew kirine komin jikevketî ku hêza wan nîne careke din xwe bidin ser hev û xwe ji nû ve ava bikin", wî got.

Wî got ku fişara ji derve parçebûn qayim kiriye û şer di hundirê rêxistinê de çêkir, û anî ziman ku hewalgirî destîşan dike ku şerê navxweyî di refên wê de zêde dibe.

Wî got ku gelek caran ev yek çêdibe ji ber bersûckirinên di navbera serkirde û endaman de, yên ku hevûdu bi xiyanet , bêîtaetî yan biryarên yekalî didin tawanbar dikin.

Ebadî endamên DAIŞê şiyanse kirin ku ew "bê prensîp, nirx û sîstemeke bawerîyê ne", û anî ziman "ku ew bi eslê xwe ji hemû alîyên cîhanê ne hatine da ku bawerîya mirîn û wêrankirinê li ser welatê me belav bikin".

"Li qada şer me ew têk birin û îro, em didin dûv wan heta hinaseya dawî û em dê ranewestin heta em wan bi temamî wêran nekin," wî got.

Wî daxuyand ku polîsê Îraqî her tiştê ji dest wan derdikeve dikin da ku Diyalayê ji gefên terorîzmê biparêzin, bi piştgirîya hemû çînên civakê.

Kêmbûna hejmara kesên derveyî qanûnê

Parlementerê Îraqî Ebdul Xaliq Ezawî, yê ku nûnertîya Diyalayê di parleman de dike, ji Diyaruna re got ku milîsên girêdayî DAIŞê hîn xwe li parêzgehê vedişêrin.

"Endamên DAIŞê hîn li el-Weqif, bexçeyên el-Muxeysa, newalên Hemrînê û sînorê bi parêzgeha Selahedînê re ne," wî got.

"Lêbelê, ew komine gelekî piçûk û jihevketî ne li vir û wir ku hîn ew derdê arîşe û şerê navxweyî dikişînin û aniha bandora wan kêm e," wî anî ziman.

Dûr e ku ev bermayî karibin tiştekî bikin ku rewşa ewlehîyê têk bide, "bi sayadestê hesinî yê polîsê xwecihî û yekîneya artêşê ya 5în, li gel Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, ajansên hewwalgirîyê û hêzên heşda êlî û gelêrî".

Piranîya xebatên ewlekarî di Kanûna Yekem de endamên DAIŞê li Diyalayê kirin armanc, wî got.

"Herî kêm heft malên mêvandarîyê û pêdivîyên jîyanê û xwarin hatin wêrankirin û bêtirî 20 qeyikên ku dijmin bo guhastinê bi kar dianîn hatin şewitandin û wêrankirin," wî got.

"Sê endamên DAIŞê di êrîşeke asmanî de li Gola Hemrînê hatin kuştin," wî anî ziman.

Bandorê li Diyalayê qels dikin

Li gorî endamê encumena parêzgeha Diyalayê Xudir Muslim, şerê navxweyî "asta wêrankirin û rewşa derûnî ya kambax a ku terorîst gihane wê dinimîne".

Wî teqez kir çi qasî girîng e ku "sûdê ji vê rewşê wergirin da ku çekdarên DAIŞê yên mayî yên xwe li Diyalayê vedişêrin tine bikin".

Diyala "girîngîyeke wê ya stratîjî ji terorîstan re heye, ji ber xwezaya wê ya guxrafî ku veşartgehên xwezayî ji wan re dabîn dike, nêzîkbûna wê ji paytext, Bexdayê, re û hebûna rêyên bazirganî ku wê bi parêzgehên din ve girêdide", Muslim got.

"Lêbelê, hêzên me serkeftineke bêhempa pêk tînin di paqijkirina parêzgehê ji komên DAIŞê," wî got.

"Rewşa ewlekarî bi awayekî balkêş bi pêş dikeve û rêxistina terorîst aniha lawaz dibe û bandora wê nema," Muslim got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em ji wan re amade ne.

BERSIV BIDE

Sipas!

BERSIV BIDE