Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq hemu komgorên qurbanîyên DAIŞê vedixepêre

Xalid Taî

Tîmeke teknîkî ya Îraqî komgorekê vedike, ku bi dehan qurbanîyên DAIŞê tê de ne, li koşka serokatîyê li bajarê Tekrîtê li Selahedînê, di 24ê Îlonê de. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergiritin]

Tîmeke teknîkî ya Îraqî komgorekê vedike, ku bi dehan qurbanîyên DAIŞê tê de ne, li koşka serokatîyê li bajarê Tekrîtê li Selahedînê, di 24ê Îlonê de. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergiritin]

Hikumeta Îraqî planek bo xepirantina hemû komgorên ku termên qurbanîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên 2019an dihindirînin datîne, berpirsekî Îraqî roja Înê (4ê Kanûna yekem) ragihand.

Ev yek gorên ku termên sivîlan û xebatkarên hêzên ewlekarîyê yên ku ji hêla DAIŞê ve di navbera salên 2014 û 2017an de hatine kuştin dihindirîne, Fadil Xerawî, yê di Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî de dixebite, got.

Xerawî ji Diyaruna re got ku li gorî planê, tîmin ji Sazîya Şehîdên Îraqê dê berpirsyarîya vekirina komgoran li gorî pîvanên navdewletî bikin, herwiha dê zîyanan negihînin tu delîlên tawanan.

Wî got ku tîm dê endam û pisporine ji birêveberîyên hikumetê bihindirînin, "dê termên qurbanîyan derbixînin."

Endamên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî û pisporên dadwerî komgoreke qurbanîyên DAIŞê li devera Ebû Îsayê li parêzgeha Enbarê teftîş dikin, di vê wêneyê de ku divegere Kanûna Yekema 2016an. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Endamên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî û pisporên dadwerî komgoreke qurbanîyên DAIŞê li devera Ebû Îsayê li parêzgeha Enbarê teftîş dikin, di vê wêneyê de ku divegere Kanûna Yekema 2016an. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Xerawî anî ziman ku hejmara tam a qurbanîyan ne naskirî ye, "ku gorin piçûk hene navbera 10 û 30 qurbanî tê de ne, û goreke mezin li başûrê Mûsilê heye bi navê Xefsayê, ku tê payîn ku bi hezaran qurbanî tê de hene."

Dora 200 komgorên ku termên qurbanîyên DAIŞê dihindirînin hene, piranîya wan li bakurê welat in.

Xerawaî anî ziman ku hejmareke piçûk a komgorên ku li parêzgeha Selahedînê hatine dîtin hatine vekirin, û paşmahîyên mirovan hatin derxistin û hatin naskirin.

Xerawî got ku "vekirina hemû goran divê hejmara giştî ya kesên ku hatine kuştin û agahîne din derbarê rewşên kuştina wan de ji me re dîyar bike."

Xerawî da zanîn ku nasnameya qurbanîyan dê di rêya DNA re were destnîşankirin, yên ku bi DNA ya dê û bav û endamên malbatê yên sax rehevkok in.

Bidawîkirina êşa malbatên endaman

Xerawî got ku Komisyona Bilind a Mafên Mirov a serbixwe ya Îraqî doza piştigirîya teknîkî, lojistîk û qanûnî ji tîman re ji hikûmetê kiriye da ku ew karibin berpirsyarîya xwe bi lez pêk bîne.

Wî dîyar kir ku gereke qedandina vê xebatê dawîyê li beşekî biêş ji malbatên qurbanîyan re bîne, û da zanîn jî ku xelk dixwazin çarenûsa zarokên xwe nas bikin û termên wan wergirin da merasîmên xakspartinê pêk werînin.

Ev yek dê bihêle endamên sax ên malbatê doza mafên xwe yên qanûnî bikin, wî anî ziman.

Sala par, tîma NY a berpirsyar ji lêkolînkirina tawanên DAIŞê dikir, komgorek li bajarokê Şengalê li parêzgeha Nînewayê teftîş kir ku termên sivîlên Êzîdîyan dihundirandin, Xerawî ragihand.

Wî got ku herwiha tîmê komgorên qurbanîyên komkujîya Spaykerê teftîş kirin li Selahedînê, da zanîn jî ku tîm dixwaze serdana deverên gorên mayî jî bike.

Wî got pku iştgirîyek ji NY heye da kesên tawanbar pêşberî dadê bibin, û wan li dadgehên Îraqî ceza bikin, li gorî biryarên Encumena Ewlekarîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500