Nûçeyên Iraqê
Aborî

Berpirsyarên Enbarê hêvî dikin ku destpêkirina projeya bajarê zîrek dê weberhîneran vekişîne

Xalid Taî

Berpirsyarên Enbarê roja 11ê Kanûna Yekem muzekerenameyeke lihevkirinê bi kompanîyeke Kûrîya Başûrî û hinek kompanîyên Amerîkî re wajû kirin bo avakirina bajarekî zîrek li ser beravên Gola Hebanîyayê. [Wêne ji nivîsgeha medyayî ya parêzgeha Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Enbarê roja 11ê Kanûna Yekem muzekerenameyeke lihevkirinê bi kompanîyeke Kûrîya Başûrî û hinek kompanîyên Amerîkî re wajû kirin bo avakirina bajarekî zîrek li ser beravên Gola Hebanîyayê. [Wêne ji nivîsgeha medyayî ya parêzgeha Nînewayê hatiye wergirtin]

Di demekê de ku desthilatîya xwecihî ya Enbarê dixwaze ku weberanînê vekişîne, ew dîdgeha xwe li ser esasê rêkeftineke nû bo avakirina bajarekî nû didyne bo çalakirina aborîya parêzgeha rojavayî ya Îraqê.

Berpirsyarên Enbarê roja 11ê Kanûna Yekem muzekerenameyeke lihevkirinê bi çendîn kompanîyên weberanînê yên navdewletî re wajû kirin bo avakirina bajarekî zîrek li ser beravên Gola hebanîyayê.

Ev yekemîn projeya ji vê corê ye ji dema derxistina "Dewleta Îslam" (DAIŞ) ji bajarên Enbarê berîya salekê.

Projeya bajarê zîrek ê Hebanîyayê nîşana "destpêkirina xebatên me yên weberanînê" ên qonaxa paş-rizgarkirinê ye, serokê komîteya weberanînê ya encumena parêzgeha Enbarê, Hemîd Ehmed Haşim, ragihand.

Pira hesinî li bajarê Hîtê, li rojavayê Enbarê, ku "Dewleta Îslamî" di sala 2014an de ew wêran kiribû, bi dirêjahîya sala par dihat nûavakirin. [Wêne ji Temwîla Nûavakirinê ya Deverên ji ber Operasyonên Terorî Ziyandar in hatiye wergirtin]

Pira hesinî li bajarê Hîtê, li rojavayê Enbarê, ku "Dewleta Îslamî" di sala 2014an de ew wêran kiribû, bi dirêjahîya sala par dihat nûavakirin. [Wêne ji Temwîla Nûavakirinê ya Deverên ji ber Operasyonên Terorî Ziyandar in hatiye wergirtin]

"Me muzekerenamyeke lihevkirinê bi Kompanîyeke Kûrîya Başûrî û Kompanîyê Amerîkî wajû kir bo destekdayîna vê projeya qerase," wî ji Diyaruna re ragihand.

Bajarê nû dê li gorî "dawî dîzaynên talarsazî bê avakirin, li ser beravên Gola Hebanîyayê li rojhilatê Enbarê", Haşim dîyar kir.

Ew dê beşên niştecihbûnê, geştîyarî, nûjdarî û werzişî bihundirîne, û herwiha şahrêyeke ku bajar bi Bexdaya paytext ve girêde bo hêsankirina rêbwarîya di navbera herdu bajaran de.

Wî got ku weberhîner dê "kargehên jîngehdost yên xwecihî ava bikin" bo peydakirina matryalên pêwîst bo avakirina bajarê zîrek.

Haşim got ku ew hêvî dike proje "weberanînên li ser asteke berfireh peyda bike", û wiha anî ziman: "Ji dema ku me bajarên xwe ji DAIŞê rizgar kirine, em gavên mezin didin ber bi nûavakirinê ve û em gelek proje pêk anîn bo parastina seqamgîrîyê."

Wî got ku proje giranîyê dide jêrxaneyê bi rêya dîsan avakirina sazîyên xizmetguzarî û nûkirina rê, pir û torên av û kehrebeyê.

"Pilana me ya îsal ji avakirina nexweşxaneyeke mezin li Remadî ku 600 textan bihewîne, û herwiha nûkirina 86 piran li ser rêyên navdewletî yên ku diçin sînorê bi Urdin û Sûrîyayê re, bicihanîna çend projeyên mezin ên din pêk tê," wî got.

Rakêşana weberhîneran bo Enbarê

Bêhtir ji 64 delîvên weberanînê di çend sektoran de di destê hikûmeta xwecihî ya Enbarê de hene, endamê encumena parêzgeha Enbarê Taha Ebdul Xenî, yê ku serokatîya komîteya xizmetguzarî û avakirinê dike, eşkere kir.

"Ev delîv li Konferansa Çaksazîkirina Enbarê ya ku roja 17ê Cotmehê li paytexta Urdinê, Eman hatibû girêdan, hatibû raberkirin," wî ji Diyaruna re daxuyand.

Wî got "hemû tişê ji dest me tê em dikin bo qayilkirina weberhîneran ku werin parêzgeha me," û teqez kir ku aniha Enbar "ewle ye û jîngeheke guncan ji bo weberanînê".

Ebdul Xenî di berdewamîya axiftina xwe de got ku Enbar ji gelek alîyan ve bala webirhîneran dikşîne mîna rûbera erdnîgarî ya berfireh, ya ku bi samanên xwezayî û madên xav zengîn e, û da zanîn ku tiştê weberanînan vedikşîne ew e "misogerkirina geşedayînê û seqamgîrîyê".

Bajarê zîrek ê Hebanîyê, ku pilana wê berî dagirkarîya DAIŞê hebû, destpêkeke "serkeftî ye û gaveke mezin ber bi pêş ve ye", Ebdul Xenî wiha dibîne.

Wî got ku bajar dê "kar ji bi hezarên bêkaran re li parêzgehê peyda bike û dê aborîyê bi hêz bike û piştgirîya geştîyarîyê û geşedayînê bike".

Bajarê dê zîrek li ser 16,000 fedanan bê avakirin û dê dora $9 milyar lê biçin, li gorî Ebdul Xenî.

''Rakirina bajaran ji nav kavilan''

Bajarê zîrek ê Hebanîyayê dê li ser pênc qonaxan were encamdayîn bi dirêjahîya dehsala werê, serokê şaredarîya navçeya Xalidîyayê Elî Dawûd ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku qonaxa yekem a projeyê dê meha Adarê dest pê bike bi avakirina hotêleke mezin ku ji 36 qatan pêk tê, û herwiha avakirina apartmentên bo kirê û cihên xweguzarîyê.

Dawûd got ku qonaxên din ên projeyên dê komavahîyên niştecihbûnê yên ku ji 10,000 apartment û vêlan û nexweşgeheke xwedan 300 text pêk tê dihundirîne.

Wî got ku herwiha zanîngeh, dibistan, bajarên werzişî û xweguzarîyê û binesazîya din a xizmetguzarîyan dihundirîne.

Wî bal kişand ku aniha birêveberîya Xalidiyayê piranîya projeyên şaredarîyê yên ku hatibûn rawestan di heyama şer de berdewam dike, û da zanîn ku ew dê di demeke nêz de pakêteke nû ya projeyên avakirinê dest pê bike, ku ji nûkirina rêyên sereke, resîfan û xizmetguzarîyên ava nepaqij pêk tê.

"Cenga me ya li dijî terorê qediyaye û aniha divê em bajarên xwe ji nav kavilên şer rakin, û em dê ranewestin heta bidestxistina pêşketineke seranserî," wî wiha got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500