Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam hebûna xwe li gundewarê Helebê berfireh dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Helebê tên dîtin, ew ketine şerekî dijwar de bi Tehrîr el-Şam re. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Helebê tên dîtin, ew ketine şerekî dijwar de bi Tehrîr el-Şam re. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Şerê li gundewarê rojavayî Helebê di nav Tehrîr el-Şam ûEnîya Rizgarkirina Sûrîyayê debû encama berfirehbûna rûbera kontrolaTehrîr el-Şam li deverê, piştî ku wê kontrola hejmarek ji gund, bajarok û deverên stratîjî kir, çalakekî Sûrî got.

Hejmarek ji sivîlan hatin kuştin û hineke din hatine birîndarkirin di operasyonên ramaliştinê de, yên ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatin cîbicîkirin li deverên ku wê dest danî ser, çalakvanê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî daxuynd ku Tehrîr el-Şam roja Duşmê (31ê Kanûna Yekem) dest bi êrîşeke berfireh kir li ser devera gundewarê rojavayî yê Helebê , bi taybet devera ku ji alîyê Nûredîn Zenkî ya ser bi Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê tê kontrolkirin.

Wî got ku ew bû encama ku deverên li jêr kontrola Nûredîn Zenkî bikevin jêr kontrola Tehrîr el-Şam, piştî ya yekem ferman da çekdarên xwe ku vekişin ji ber bajarok û gundên li jêr kontrola wê rastî bombebaraneke dijwar hatin.

Derbasgeha bajarê Dar Îzayê piştî vekişîna Nuredîn Zenkî û derbasbûnaTehrîr el-Şam. [Wêne ji Museb Esab hatiye wergirtin]

Derbasgeha bajarê Dar Îzayê piştî vekişîna Nuredîn Zenkî û derbasbûnaTehrîr el-Şam. [Wêne ji Museb Esab hatiye wergirtin]

Endamên Nûredîn Zenkî li gundewarê Helebê tên dîtin, cihê ku ew lê şerê Tehrîr el-Şam dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Nûredîn Zenkî li gundewarê Helebê tên dîtin, cihê ku ew lê şerê Tehrîr el-Şam dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Maleke li gundewarê rojavayî yê Helebê nişanên gule li ser dîyar in ji ber şerê di nav Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê û Tehrîr el-Şam de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Maleke li gundewarê rojavayî yê Helebê nişanên gule li ser dîyar in ji ber şerê di nav Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê û Tehrîr el-Şam de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku Tehrîr el-Şam dest danî ser bajarokên Hebata û Kefernatinê, herwiha Cebel Şêx Berekat, ya ku devereke stratîjî ya sereke ye, Dar Îzayê û bajarokên Saedîyayê, Acil, Bsartûn, Teked û Fedrayê.

Herwiha hevbendîya tundrew hejmarek xalên pişkinînê li ser rêya Qelet Semanê kontrol kirin, herwiha xalên pişkinînê yên Hebata û Zaeterê, li gorî Esaf.

Roja Çarşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku şer li ber bi parêzgeha Idlibê ya cîran ve belav bû, AFP ragihand.

"Şer dijwar bû û ber bi bakur û başûr û rojhilatê parêzgeha Idlibê ve belav bû," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Wî got ku 48 kes hatin kuştin, hejmara roja Sêşemê zêdetir bû û komên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê yên din aniha tevlî şer bûn.

Êrîş û îdamkirin

"Tehrîr el-Şam êrîş û operasyonên maliştinê cîbicî dike li deverên aniha ew kontrol dike," Ebdul Rehman got, û dîyar kir ku wê hejmarek ji opereasyonên îdamkirina meydanî cîbicî krine.

Li bajarokê Urem el-Kubra, heşt çekdarên Enîya Rizgarikrina Sûrîyayê hatin îdamkirin, li gorî serokê Rewangehê.

"Herwiha gulebarankirina bêserûber li ser sivîlan hejmarek xelk kuştin," wî anî ziman, "di nav wan de Usama Tano ji Dar Îzayê, û du kesên din ên ku nehatin naskirin ji ber laşên wan li kolanan man, li cihê ku ew lê hatin gulebarankirin."

Herwiha, hejmarek mezin ji sivîlan birîndar bûn dema ku çekdaran hev gulebaran dikir, bi taybet li bajarokê Tekedê, û heşt endam ji malbatekê hatin birînadarkirin çaxê ku mala wan hat bombebarankirin, li gorî serokê Rewangehê.

Tu hejmara dawî ya birîndaran hîn nehatiye îlankirin, "lê dijwarîya şer û rastîya guhertina helwesta hêzên opozîsyonê dîyar dikin ku hejmareke mezin ji her du alîyan hatiye kuştin".

Wî got ku hejmarên seretayî dîyar dikin ku 21 endamên Tehrîr el-Şam û bêtirî 30 çekdarên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê hatin kuştin, û hejmarek ji çekdarên Nûredîn Zenkî ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatine dîlgirtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500