Ajansên sînorî yên Îraqîhejmarek ji hewlên derbaskirina hebên hişbin bi qaçaxî ji Îranê bi bin xistin,lê dîsan ev mijar dimîne jêdereke nîgeranîyeke mezin, jêderên ewlekarî ji Diyaruna re gotin.
Qaçaxçîyên Îranî bi awayekî berfireh di belavkirina hebên neyasayî de li Îraqê cih digirin, û ev arîşeya mezin gihiştiye "asteke xeternak", şirovekarê serbazî û stratîjîst Rebîe Cewarî ji Diyaruna re şirove kir.
Wî got ku ev çalakîya neyasayî di sînor re bi rêya "kesên gendel" û ajans û navbênkarên ji hinekmilîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve tê hêsankirin, û da zanîn ku Îraq bûye "bazareke berhemxwerî û trafîkê [ya hebên hişbir]".
Cewarî got ku hêzên ewlehîyê erkên girîng pêk tînin bo rûbirûbûna qaçaxîya dermanên hişbir di sînor re, lê bal kişand ku ew arîşe nehatiye çareserkirin, û hîna dermanên hişbir rêya xwe bo nava welat peyda dikin.
Qaçaxîya dermanên hişbir di asteke hestyar de ye
Di konferanseke rojnamevanî de roja 17ê Mijdarê, Serokê Polîsê Besra Reşid Flêh ragihand ku "80% ji dermanên hişbir ên derbasî parêzgeha Besrayê dibin ji Îranê tên".
Flêh got ku polîsê Îraqî destûr ji Fermandarîya Operasyonên Hevbeş û Wezareta Hundir wergirtiye bo encamdayîna operasyonên berfireh bo ewlekirina zincîra sînorî ya Besrayê ya ku 94-kîlometran bi Îranê de dirêj dibe.
"Em dê pir bi cidî bixebitin bo parastina van sînoran bi hevahengî ligel Fermandarîya Pasevanîya Sînor û hêzên deryavanîyê yên li Besrayê cih girtine," wî anî wiha ser ziman
"Dê ava Şet el-Erebê şopandinên berfirehtir bibîne bo rawestandina herikîna dermanên hişbir ji Îranê," wî got.
"Bikaranîn û bazirganîkirin di çend salên borî de duqat bûye û gihiştiye asteke pir metirsîdar," Fadil Xerawî, yê ku di Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Îraqî de dixebite, wiha daxuyand.
"Di sala 2014an, dora 400 kes ji ber bikaranîna dermanên hişbir, û bazirganîkirina bi madeyên narkotîk hatin girtin," wî ji Diyaruna re zelal kir.
Gerawî dîyar kir ku vê salê, hejmara girtîyên ji ber sûcên hevşêwe zêdetir bûye û bêhtir ji 8,000an, û gelek ji wan girtîyan ciwanên nûhatî ne.
Gerawî got ku komîsyonê "hevdîtin bi 400 bikarhînerên heban re kirin û gelek sedemên li pişt dîyardeya belavbûna dermanên hişbir destnîşan kirin, ku ew têkildarî alîyên derûnî, ewlehî, civakî û aborî ne".
Wî hinek rêkar bo nehiştina belavbûna hebên hişbir û bazirganîya wan pêşinyar kirin, di nav de xurtkirina kontrola li dergehên sînorî û destpêkirina programên niştîmanî bo bilindkirina hişyarîyê ji xeterên heban û çawanîya xwebidûrxistina ji wan.
Wî herwiha bang bo avakirina kilînîkên pêgehandinê bo çareserkirina kesên xermanê heban kir û wiha got "divê ew weke nexweşên ku pêwîstîya wan bi guhlêdanê û piştgirîyê ye bên çareserkirin, zindan ne çareserî ye".
Bi dehan qaçaxçî hatine girtin
Ji destpêka sala 2018an heta meha Mijdarê, hêzên ewlekarîyê "187 sûcên têkilarî qaçaxîkirina dermanên hişbir tomar kirin", serokê Rêveberîya Dergehên Sînorî, Kazim Îqabî roja 16ê Kanûna Yekem ji Alsumeriya News re ragihand.
Sala borî, hêzên Pasevanîya Sînor bi dehan qaçaxçî li dergehên sînorî yên Şelemça, Şêb û Zurbatiyayê bi Îranê re girtin, û gelek celeb û mêjerên dermanên hişbir bi wan re hatin desteserkirin.
Qaçaxçîyên Îranî yên dermanên hişbir Îraqê "weke korîdorekê bo veguestina van jehran bo welatên herêmê bi kar tînin", pispora stratîjî Ala Neşû daxuyand.
Ev çalakî bi awayekî sîstematîk tên encamdayîn û "gefeke mezin li ser ewlehî û pêşeroja welatê me durist dikin", wî ji Diyaruna re ragihand, û bal kişand ser zêdebûna rêjeya bikaranîna dermanên hişbir di nav sîpek û ciwanan de.
"Em bi hewcedar in ku em yasayekê derbînin ku qaçaxî û bazirganîya narkotîkan weke tawan raçav bikin û cezayên herî giran bisepînin," Neşû got.