Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

13 serkirdeyên DAIŞê tên kuştin di êrîşeke asmanî ya Îraqî de li Sûrîyayê

Xalid Taî

Balefireke şer ya coreyê F-16 ya Îraqî xwe ji erkekî şer re amade dike, di vê wêneya ku di 31ê Kanûna Yekem de hatiye weşandin. [ Wêne ji Fermandarîya Hêza Cewî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefireke şer ya coreyê F-16 ya Îraqî xwe ji erkekî şer re amade dike, di vê wêneya ku di 31ê Kanûna Yekem de hatiye weşandin. [ Wêne ji Fermandarîya Hêza Cewî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefirên şer ên Îraqî roja Duşemê (31ê Kanûna Yekem) êrîşeke asmanî ya nû li ser çepereke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di hundirê Sûrîyayê de cîbicî kir, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş got.

Balefireke F-16 a Îraqî êrîşek li ser bajarokê Sosayê yê Sûrî yê ku heşt kîlometran dûrî sînorê Îraqî cîbicî kir, peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî got ku êrîş li ser bingeha agahîyên deqîq bû, agahîyên ku ji alîyê hewalgirîyê û birêveberîya dijî terorîzmê ya Şana Bazên Hewalgirîyê hatin dabînkirin.

Wî got ku di encamê de ew xal bi awayekî tam hat wêrankirin -- maleke du qat -- û 30 serkirdeyên DAIŞê yên ku civîneke nepenî li dar dixistin da ku êrîşên terorî plan bikin mirin.

Çavdêrekî cewî ya Îraqî tevgera bermahîyên "Dewleta Îslamî" dişopîne. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Cewî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Çavdêrekî cewî ya Îraqî tevgera bermahîyên "Dewleta Îslamî" dişopîne. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Cewî ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Dema ku ez li Navenda Operasyonên Hevbeş bûm, min wêne û vîdyoyên operasyonê dîtin, ew gelekî serkeftî bû, êrîşeke xwedî kwalîteyeke bilind û bandorbar bû li dijî serkirdeyên dijmin ên bilind," Resûl got.

Êrîşê "alîkarî kir di wêrankirina şîyanên paşmayîyên DAIŞê de û tevgera wê pûç kir", wî anî ziman.

Êrîş "dê ranewestin"

Êrîş beşeke ji "xebatên me yên berdewam bo çikandina jêderên terorîzmê û nehiştina gefên terorîstên DAIŞê li dijî aramî û ewlehîya welatê me", wî got.

"Êrîşên me yên asmanî dê ranawestin û em dê tu delîvê nedin dijmin bo ew berê xwe bide xaka me yan jî kiryarên terorî pêk bîne," Resûl teqez kir.

Resûl got ku rewşa paşmayîyên DAIŞê li deverên Sûrîyayê yên hevsînorî li gel Îraqê kambax bûye ji ber êrîşên me yên berdewam li ser dawîn asêgeha wan.

Hêzên Îraqî berîya aniha du cihên DAIŞê li Sûsayê di 11ê Kanûna Yekem de kirin armancû bi dehan endamên rêxistinê di êrîşan de hatin kuştin.

"Bombebaranê civîneke serkirde û endamên DAIŞê armanc kir, û di encamê de 30 kes mirin," peyvdarê Wezareta berevanîyê, lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Paşê gelek êrîşên asmanî li dijî çeperên terorîstan li heman deverê pêk hatin û herî kêm 13 terorîst hatin kuştin, di nav de endamên ketîbeya inxîmasîyan [xwekujan], yên ku hazirî dikirin da ku bi dizî derbasî Îraqê bibin û êrîşên terorî cîbicî bikin," Xefacî da zanîn.

Di bûyereke cuda de, 40 endamên DAIŞê hatin kuştin di êrîşeke balefirên şer ên Îraqî de li ser du xalan roja 20ê Mijdarê, ku xala yekem depoyeke çakan li Sûsayê bû, ku ew ya "Lîwayê Farûq" ê DAIŞê bû.

Êrîşa asmanî ya duyem bingeha lîwayê li bajarokê Bexûza Sûrîyayê armanc kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500