Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî rê li ber hewlên tecnîdkirinê yên DAIŞê digire

Xalid Taî

Xebatkarên elwekarîya Îraqî pasevanîya endamên DAIŞê dikin, ên ku bi anîna xwekujan bo Bexdayê gunehbar in. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Xebatkarên elwekarîya Îraqî pasevanîya endamên DAIŞê dikin, ên ku bi anîna xwekujan bo Bexdayê gunehbar in. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Ajansên Hewalgirîya Îraqî rê li ber xebatên tecnîdkirinê yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digirin, pispor û berpirsyaran ji Diyaruna re ragihand.

"Dijmin hewl dide ku endamên nû vekişîne nav rêzên xwe, lê bi saya amadebaşîya hewlagirîya me ya serbazî, hewlên wan tên pûçkirin," peyvdarê Wezareta Berevanîyê, lîwa Tehsîn Xefacî ragihand.

Wî got ev yek rê nade DAIŞê ku dîsan xwe bi rêxistin bike û bihêz bibe.

Wî got ku çavdêrîkirin û şopandina bermahîyên DAIŞê bûn encama destnîşankirina çalakîyên wan di qonaxên wan ên pêşîn, "û girtina kesên berpirs ji tecnîdkarîyê û belavkirina îdyolojîyên tundrew û dadgehkirina wan".

Hêzên Îraqî di Mijdarê de sê endamên şaneke DAIŞê girtin, yên ku dixwestin endamên nû li Badûşê, li bakurê Mûsilê, tecnîd bikin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di Mijdarê de sê endamên şaneke DAIŞê girtin, yên ku dixwestin endamên nû li Badûşê, li bakurê Mûsilê, tecnîd bikin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku roja 11ê Kanûna Yekem, ajansên hewalgirîyê sê endamên şanekê girtin ku ciwan ji DAIŞê re tecnîd dikirin li taxa Mensûr li Bexdayê.

Xefacî got ku endamên şanê ji nêz ve dihatin şopandin paş ku me agahîyên wergirtin ku ew ciwanan tecnîd dikin bo ew tevlî rêxistina tundrew bibin.

"Endam zû hatin naskirin û di operasyoneke nehênî û pir pîşeyî de hatin girtin," wî got.

Rêgirtin li ber xebatên tecnîdkirinê

Xefacî daxuyand ku xebatên ewlehî yên derbasbûna nava rêzên DAIŞê di asteke bilind de ne, û di pûçkirin û têkdayîna şanên rêxistinê de serketî ne.

DAIŞ aniha hewl dide ku di rêya înternetê re çekdarên nû tecnîd bike, û berê jî ew bi vî awayî di tecnîdkirina çekdarên Îraqî û biyanî de di nava rêzên xwe de bi ser ket.

Lê rêxistin rastî zehmetîyan di tecnîdkirinê de tê ji ber endamên wê li ser înternetê jî tên şopandin.

Aniha rêxistin hewl dide endamên nû li kampên bêwaran li deverên ku hîna rewşa wan a ewlehî şikeva ye, profesorê siyasetê, Xalid Ebdul-Îlah wiha ji Diyaruna re şirove kir.

Tecnîdkarên DAIŞê "yekser bang li zarokên endamên rêxistinê yên hatine kuştin yan ên hatine girtin dikin bo wan ji rê bibin û han bidin ku tolhildanê bikin", wî got.

Ji bo rê li ber van hewldanan bigirin, "ajansên hewalgirîya Îraqî tevgerê dikin da ku nema bihêlin terorîst pereyan bidin malbatên DAIŞê li hember dilsozîya wan û tecnîdkirina zarokên wan", Ebdul Îlah dîyar kir.

Wî got ku serkeftinên vê dawîyê ev in: Girtina tecnîdkarekî DAIŞê û "rêklamkarî medyayî" li navçeya Hemam Elîl li başûrê Mûsilê.

Wî eşkere kir ku di bûyereke cuda de roja 17ê Mijdarê, ajansên hewalgirîyê sê kesên dihatin xwestin li Badûşê, li bakurê Mûsilê girtin, ku wan hewl dida kesin din tecnîd bikin bo şaneke terorî li bajar avak bikin.

Pêwîstîya bi stratîjîyeke gelemperî

Ebdul Îlah teqezî li ser girîngîya misogerkirina nemana bandora DAIŞê li ser malbatên çekdarên xwe kir, daku tu derfet bo peydabûyîna nifşekî din ji terorîstan nebe.

Wî bang bo stratîjîyeke gelemperî kir da ku lawên endamên DAIŞê tevlî rêxistinê nebin û şopa bavên xwe negirin.

Ebdul Îlah anî ziman ku "divê hikumet tenê xwe nespêre xebatên ewlehî û hewalgirîyê, rast e ku ew giring in, lê belê divê guh bide nûavakirin û perwerdehîya van zarokan jî, ji ber ku ev yek pir girîng e."

"Jîyan li jêr destên DAIŞê xemdar û pir biêş bû ji kesên ku li jêr kontrola rêxistinê man," serokê komîteya encumena ewlehî ya parêzgeha Nînewayê Mehmûd Cibûrî got.

"Tu kes ji xelkên ku êş li jêr destên terorîstan xwerine nahizirin ku tevlî refên wê bibin," wî ji Diyaruna re got. "Eger em behsa malbatên DAIŞê bikin, em dê bibînin egera tevlîbûna zarokên wan bo rêxistinê bêhtir be."

Cibûrî dîyar kir ku ajansên hewalgirîyê bi temamî ji vê egerê re hişyar in, "û ew li ser asteke bilind a berpirsîyarîyê karên xwe dikin daku tecnîdkaran û alîgirên wan armanc bikin.

"Li alîyekî din, ku divê guhdan li malbatên wan bê kirin ji hêla civakî, çandî û derûnî ve bo ew nekevin dava terorîstan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir baş e! Xwedê xebatên ajansên hewalgirîyê û hemû hêzên elwekarîyê pîroz bike. Têkildarî mijara kampan, divê hikûmetê gavên bilez biavêje bo rêgirtin li ber mînakên bed ên wiha. Divê em ji bîr nekin ku di van kampan de, zarokên endamên DAIŞê yên ku temenên wan zêdeyî 10 salî hene, cilên Îslamî li wan tê kirin û wêneyên wan tên girtin. Divê hûn bi awayekî rast ji wan nêzîk bibin, ez piştrast im ku hûn dê vê yekê bikin!

BERSIV BIDE

Xwedê xebatên hewalgirîya serbazî û hemû Îraqîyên birûmet biparêze!

BERSIV BIDE

Ev mijareke pir girîng e.

BERSIV BIDE