Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bexda rêbendên çemento û xalên pişkinînê ji kolanan radike

Ala Husên li Bexdayê

Desthilatên Îraqî palnekê bo rakirina hemû nîşanên serbazî ji Bexdaya paytext pêk tînin. Di vê wêneyê de, ku di 26ê Kanûna Yekem de hatiye belavkirin, otomîlek rêbendên çemento ji kolana Kerxê radike. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Desthilatên Îraqî palnekê bo rakirina hemû nîşanên serbazî ji Bexdaya paytext pêk tînin. Di vê wêneyê de, ku di 26ê Kanûna Yekem de hatiye belavkirin, otomîlek rêbendên çemento ji kolana Kerxê radike. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Piştî çend salan ku nîşanên serbazî xuya bûn, paytexta Îraqî aniha rakirina binesazîya leşkerî ji kolanên xwe dibîne weke nîşaneke başbûna ewlehîyê.

Palana ku di 16ê Kanûna Yekem de hat destpêkirin daketina Fermandarê Operasyonên Bexdayê ferîq Celîl Rubeyî ligel hejmareke ji berpirsên payberz dît, da ku ew serperiştîya rakirina 22 xalên pişkinînê yên ewlehî û rêbendên çemento li deverine cihêreng li Bexdayê weke qonaxeke destpêkî bikin.

Ev bivekirina hinek ji Herêma Kesk a pir asêkirî ji niştecihan re hemdem bû, piştî derbasbûna 15 salan li ser girtina wê ji ber sedemine ewlehî.

Bexda bi sedan xalên pişkinînê yên ewlehî tijî ye, yên li destpêka kolanên niştecihî, li nêzî ofîsên hikumetê û rêyên bitevger hatine danîn, û rêbendên çemento taxin bi temamî girtine, herwiha gelek resîf û sûrên di hindirê Herêma Kesk de jî.

Rêbendên çemento tên rakirin û kolan tên vekirin li navçeya Harisîya li Bexdayê di 17ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Rêbendên çemento tên rakirin û kolan tên vekirin li navçeya Harisîya li Bexdayê di 17ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Bexda dê ji xalên pişkinînê vala bibe

"Plan dixwaze hemû rêbendên çemento û xalên pişkinînê ji paytextê rake di heyama şeş mehan de," Mihemed Rubeyî, cîgirê serokê komîteya encumena ewlehî ya parêzgeha Bexdayê, got.

Rubeyî ji Diyaruna re got ku ajansên hewalgirîyê dê berpirsyarîya parastina ewlehî û şopandina komên terorîst bigirin ser xwe, herwiha îşaret bi tora berfireh a kamîrayên çavdêrîyê, yên ku ajansên ewlekarîyê dest bi danîna wan kiriye, kir.

Wî anî ziman ku "rewşa ewlehî li Bexdayê asayî bûye, nemaze piştî serkeftina li dijî 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ)."

Rubeyî dîyar kir ku rewşa siyasî jî başbûye, û nîşanên belî derbarê başbûna rewşa aborî û geşbûna bazirganîyê de hene.

Wî da zanîn ku divê em hişyar bin û hesabê xwe bikin, "çimkî dijmin hîna kîndar e û bendewarîya derfetekê dike [da êrîş bike]."

Rêkarên nehiştina rewşa serbazî li Bexdayê piştî çend rojan ji ragihanda Serokwezîr Adil Ebdul Mihdî hat, dema got ku hikumet dê beşeke Herêma Kesk veke, ku ofîsên fermî yên sereke lê hene, bo pênc saetan her êvar ji roja 10ê Kanûna Yekem ve.

"Vekirina Herêma Kesk di çarçoveya fermanên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de yê têkildarê vekirina hemû kolanên girtî li Bexdayê tê," lîwa Casim Yehya, fermandarekî di hêza erkê taybet ya berpirsîyartîya parastina Herêma Kesk dike, got.

Wî ji Diyaruna re got ku rakirina rêbendên çemento û vekirina kolanan di rêya xebatên hevbeş de di navbera Emanet Bexdad, Fermandarîya Opoersyonên Bexdayê û hêza erkên taybet de pêk hatin.

Têkbirina şanên razayî

Ajansên ewlekarîyê yên Îraqî di têkbirina piranîya şanên razayî de bi ser ket di hindirê Bexdayê de, "ku gefa herî tirsnak li ewlehîyê dixwe di hindirê bajaran de," anelîzerê serbazî yê Îraqî Sefa Asim ji Diyaruna re got.

Asim eşkere kir ku wan ewlehî li derveyî paytextê jî peyda kiriye, bi taybetî li devera kemberê ya li dora Bexdayê piştî têkbirina hewîngeh û deverên şanên razayî li Ceref Sexirê û deverên ku ber bi parêzgeha Enbarê ve diçin.

Asim anî ziman ku "biryara rakirina rêbendan ne biryareke korfelaqî bû, lê belê piştî plankirin û amadekarîyên heft mehan bû ku başbûneke ewlehî û sekinandina binpêkirinên ewlehî bi xwe re anî."

Wî ragihand ku biryar "dê di nava welatîyên asa de bertekeke erênî be," û da zanîn jî ku dê ev yek bihêle welatî bêhtir hevkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re bikin.

Tirsên ewlehî yên berê yên Bexdayê dorpêç dikin "dê dîsan dubare nebin" madem sînorê navdewletî yê bi Sûrîyayê re baş parastî ye da komên terorîst derbas nebin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500