Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Dozgir: Jineke DAIŞê ya Elman hişt keçeke ''ya kole'' ya 5-salî ji tîna bimire

AFP

Ev zarok a malbateke bêwar a Îraqî ye ku zarokên wê weke endamên DAIŞê tên naskirin, ew li kampa Cedaa ye li gundewarên Qeyarayê, li başûrê Mûsilê rawestîyaye, roja 19ê Tîrmeha 2017an. [Sefîn Hemîd/AFP] 

Ev zarok a malbateke bêwar a Îraqî ye ku zarokên wê weke endamên DAIŞê tên naskirin, ew li kampa Cedaa ye li gundewarên Qeyarayê, li başûrê Mûsilê rawestîyaye, roja 19ê Tîrmeha 2017an. [Sefîn Hemîd/AFP] 

Dozgirên Elman Înê (28ê Kanûna Yekem) tohmetên bi kirina tawanên şer derheqê endameke jin a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihandin, jina ku hişt keçeke 5-salî ji tîna li ber tavê di kelkela germê de bimire.

Dozgiran got ku gunehbar li Mûsilê li Îraqê dijî paş ku DAIŞê ew dagir kir, û bi tenê eşkere kirin ku bi nasname Elman e û temenê wê 27 sala û ew weke Jennifer W. bi nav kirin, û dîyar kirin ku mêrê wê keç weke "kole" di sala 2015an de ji xwe re kirîbûn.

"Paş ku keçik nexweş ket û textê xwe şil kir, û weke ceza merê gunehbarê keçik li derve di kelkela germê de girêda, û hişt ew ji tîna bimire," wan di daxuyanîyekê de got.

"Gunehbarê rê da mêrê xwe ku vî karî bike û wê tiştek nekir bo parastina keçikê."

Dozgirên federal gotin ku wan tohmetên têkildarî tawanên şer û sûcên kuştinê roja 14ê Kanûna Yekem di dadgeheke Myûnixê de ya pispor di warê pirsên terorîzmê û ewlehîya dewletê de dane pêş.

Jennifer W. di Tebaxa 2014an de ji Elmanyayê derket û di rêya Turkîya û Sûrîyayê re berê xwe da Îraqê û ew tevlî DAIŞê bû.

Ew di komeke rêxistinê deku weke polîsê exlaqî reftar dikir tecnîd bûbû, û wê paşê dê pager li bajarên di destên DAIŞê de, Felûca û Mûsil, pêk bîne.

"Erkê wê misogerkirina pêbendîya jinan bi reftar û cilên ku rêxistinê sepandine bû," daxuyanîyê got.

"Ji bo tirsandinê, tohmetbarê tifingeke ji celebê Klanşkovê, demançek û kemberekî teqîner hildigirtin."

Li Turkîyayê hat girtin û radestî Elmanîyayê hat kirin

Di Kanûna Duyem a 2016an de, çend meha paş mirina zarokê, W. serdana balyozxaneya Elmanî li Enqerayê kir daku kaxezên xwe nû bike.

Dema ku wê dev ji erkê xwe di nava DAIŞê de berda, ew ji alîyê ajansa hewalgirî ya Turk hat girtin û paş çend rojan redestî Elmanyayê hat kirin.

Ji ber nebûna belgehên li dijî wê, rê ji wê re hat dayîn ku vegera mala xwe li wîlayeta Seksonîya Jêrîn.

"Ji wê demê ve armanca wê ya xuyayî ew bû ku vegere xaka li jêr serdestîya DAIŞê," dozgiran got.

Dema ku wê di Hezîrana heman salê de hewl dida ku dîsan biçe Sûrîyayê, polîsê Elmanî ew girt.

Tu dîrok bo destpêkirina dadgehkirina wê nehatiye dîyarkirin. Eger ew sûcdar be, ew dê tevahîya jîyana xwe di zindanê de biborîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500