Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Gelek operasyon bermahîyên DAIŞê li Nînewayê dikin armanc

Xalid Taî

Hêzin ji SWATa Îraqî û tîmên taktîkî yên ku dest bi daketina cewî kirine li navçeya biyabanî ya Hetrayê, çar serkirdeyên DAIŞê kuştin, di 23yê Kanûna Yekem de li vê deverê tên dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzin ji SWATa Îraqî û tîmên taktîkî yên ku dest bi daketina cewî kirine li navçeya biyabanî ya Hetrayê, çar serkirdeyên DAIŞê kuştin, di 23yê Kanûna Yekem de li vê deverê tên dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî zincîrek ji operasyonên ewlehî pêk tînin, yên ku bermahîyên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) armanc dikin li parêzgeha Nînewayê, berpirsekî serbazî yê berz Înê (28ê Kanûna Yekem) got.

Di van her çend rojên dawî de, hêzin ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hejmarek operasyonên biserketî cîbicî kirine, fermandar liwa Necm Edîn Kerîm Cibûrî ragihand.

Van êrîşan giranî daye deverên biyabanî yên ku parêzgehên Nînewa, Enbar û Selahedînê ji hev cuda dikin, wî ji Diyaruna re got.

"Di 23yê Kanûna Yekem de, hêzeke taybet a asmanî ya SWATê û tîmên taktîkî êrîş kirin armanceke terorîstan li navçeya Hetrayê û karîbûn çar terorîstên ku di rêxistina DAIŞê de fermandar bûn bikujin," wî got.

Balefireke Îraqî deverên dûrdest ên nêzîkî bajarokê Hemam Elîlê li Başûrê Mûsilê vekolîn dike di vê wêneya ku di 1ê Îlonê de li ser înernetê hatiye weşandin . [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Balefireke Îraqî deverên dûrdest ên nêzîkî bajarokê Hemam Elîlê li Başûrê Mûsilê vekolîn dike di vê wêneya ku di 1ê Îlonê de li ser înernetê hatiye weşandin . [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî nêzîkî maleke vehesînê ya DAIŞê radiwestin, mala ku li biyabana Hetrayê li başûr û rojavayê Mûsilê hat kifşkirin di vê wêneya ku di 1ê Cotmehê de li ser înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî nêzîkî maleke vehesînê ya DAIŞê radiwestin, mala ku li biyabana Hetrayê li başûr û rojavayê Mûsilê hat kifşkirin di vê wêneya ku di 1ê Cotmehê de li ser înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

"Ew operasyoneke deqîq bû û leşkerên me tê de asteke bilind ji zîrekîyê nîşan dan, û wan dijmin xafil kir û waneyeke dijwar dan wan," wî anî ziman.

"Piştî vê mîsyonê, Firqeya 20mîn ya artêşê operasyoneke lêgerînê li bilindahîyên rojavayî yên Nînewayê cîbicî kir û herwiha me operasyoneke parêzî mîna wê li giravên çemê Diclayê li başûrê Mûsilê cîbicî kir," wî got.

Cibûrî got ku pêngaveke berfireh roja Çarşemê dest pê kir bo şopandin bermahîyên DAIŞê yên ku xwe li biyabana Hetrayê vedişêrin.

Ev pêngava ku heta roja Înê berdewwam bûn, bû encama wêrankirina maleke vehesînê ya DAIŞê, pêdivîyên jîyanê, dan û depoyên sûtemenîyê.

Şopandina bermahîyên DAIŞê

Cibûrî got ku hêzên Îraqî lêgerîneke berdewam li devera Mûsilê cîbicî dikin bo şopandina şanên DAIŞê.

"Roja Sêşemê, sê endamên şaneke terorîst li gundê Ubûrê li gundewarê rojvayî yê Mûsilê hatin girtin," wî got.

"Teroîstekî xeternak Çarşemê li Mûsilê hat girtin, terorîstê ku di guhestina alavên teqîner yên lezoq de (bombeyên mezeloq) pispor bû," wî anî ziman.

"Operasyon bi alîkarîya hêzên hevpeymanîya navdwwletî hatin cîbicîkirin, yên ku herwiha alîkarî bi şervanên me re kirin ku pisporî û rahînanê wergirin ji bo ku erkên ewlehî yên herî zehmet cîbicî bikin," Cibûrî got.

Tedbîr hatin kirin bo qayimkirina berevanîyên bajarên Nînewayê piştî êrîşeke bi otombîleke bombrêjkirî roja Sêşemê li Tel Eferê ku du kes tê de hatin kuştinû 11 kes hatin birîndarkirin, êrîşa ku ji alîyê DAIŞê ve hat angaştin.

"Me ferman da ku bajar ji hemû alîyan ve bê girtin û tenê sê xalên sereke bên hiştin ji bo derketin û derbasbûnê," Cibûrî got.

Wî got ku navgînên ku derbasî bajar dibin bi kamîrsyên ewlehî û kûçikên polîsî tên çavdêrîkirin di çarçoveya xebatên istixbaratî û lêpanê.

"Heman tedbîr li bajarê Geyarayê hatin cîbicîkirin û xebatên me berdewam in da ku berevanîyên li derdora bajaran qayim bikin," wî anî ziman.

Binpêkirina dawî li Tel Eferê "bûyereke ewlehî bû ku dibe li her deverê biqewime û ew nayê wateya ku şiyana DAIŞê heye ku gundekî yan bajarekî kontrol bike", Cibûrî teqez kir.

"Me vê salê bi dehan terorîst kuştin û me bi sedan girtin û em berdewam in di zuhakirina jêderên wan ên mirovî û şîyanên wan ên êrîşkirinê de bi rêya pêkanîna van operasyonên dijwar," wî got.

Parastina giyanên sivîlan

"Operasyonên ewlehî yên li Nînewayê berdewam dikin xeterîya terorîstên mayî dorpêç dikin," serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê Mihemed Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Terorîst êrîşên tirsonek cîbicî dikin, ku hin caran bandora wan li sivîlan heye li gundên dûrdest, ew van êrîşan didin ber rûwên xwe ji ber têkçûnên wan û moralê wa yên nizim," wî got.

Cibûrî got ku hêzên ewlekarîyê her tiştî dikin da ku ewlehîya welatîyan misoger bikin.

"Çalakîyên ku vê dawîyê wan cîbicî kirine, bi taybet daketina asmanî li Hetrayê, beşek in ji tedbîrên ku dikin da ku li bermayîyên teror teng bikin, beşeke ji mîsyonên kwalîteyê ku şîyanên hêzên me yên pêşketî û amadebûna wan dinimînin," wî got.

Wî anî ziman ku di heman demê de, balefirên hevpeymanîyê li veşartgehên DAIŞê dixistin.

Cibûrî daxuyand ku hefteya borî, balefirên hevpeymanîyê deverin li Hewêj Diclayê bombebaran kirin, ew dever jî giravine himbiz in li ber çemê Diclayê ne, li başûrê Mûsilê.

Cibûrî eşkere kir ku bombebarankirinê gelek tunelên çemento yên veşartî yên ku bermahîyên DAIŞê ew bi kar tanîn wêran kirin, di nav wan de sê tunel li giravên Zûr Kanûsê yên ku digihine parêzgeha Selahedînê, û herwiha hejmareke endamên DAIŞê kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500