Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzn Îraqî li dirêjahîya dikevin tevgerê de

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî yên li nêzî sînorê Sûrîyayê bi cih bûne, fermaninan di vê wêneyê de distînin, ku 22ê Tebaxê li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî yên li nêzî sînorê Sûrîyayê bi cih bûne, fermaninan di vê wêneyê de distînin, ku 22ê Tebaxê li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî tevgera xwe ya ewlehî li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re xurt kirin, berpirsekî Îraqî roja Pêncşemê (27ê Kanûna Yekem) ragihand.

Li alîyê din ê li parêzgeha Dêra Zorê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD)pêşketineke nû pêk tîneli dijî komên dawî yên çekdarên mayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Hêzên me dest pê kirine bi awayekî xurt nêzîkî snîor belav dibin," serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd, ji Diyaruna re got.

Kiûd got ku Fermandarîya Operasyonên Cezîrê û Firqeya 7mîn ya artêşê plan dikin ku hin hêzan ji hundirê Enbarê vekişînin û wan li ser sînor belav bikin.

Otombêleke leşkerî ya Îraqî pageran li devera li dirêjahîya sînorê ewlehî ya raserî sînorê Sûrîyayê pêk tîne di vê wêneyê de, ku 21ê Mijdarê li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Pasevanên Sînor hatiye wergirtin]

Otombêleke leşkerî ya Îraqî pageran li devera li dirêjahîya sînorê ewlehî ya raserî sînorê Sûrîyayê pêk tîne di vê wêneyê de, ku 21ê Mijdarê li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Pasevanên Sînor hatiye wergirtin]

Kiûd eşkere kir ku ew dê şîyan û xetên xwe yên kontrolkirinê qayim bikin da ku nehêlin kes bi dizî derbas bibe, û not kir ku yekîneyên serbazî bi piştgirîya navgînên zirxî gihane devera sînorî da ku tevlî hêzên ku berê li wê deverê bi cih in bibin.

Kiûd got ku ligel zêdekirina hêzên li ser sînor, çalakîya serbazî ya zêde heye ku zincîreke tedbîrên parêzî di nav xwe de dihewîne, da ku çi devera ku rastî hewldanên derbasbûna bi dizî were asê bikin.

Wî got ku "aniha sûrekî me yê xwedan têlên kelemdar heye ku bi dirêjahîya 15 kîlometran li ser sînor dirêj dibe" li rojavayê navçeya Qaimê ya Enbarê, "û kar berdewam e da ku sûr ber bi bakur ve dirêj bikin heta bigihêje sînorê bi Sûrîyayê re li parêzgeha Nînewayê".

Wî got ku hêz dê bikaranîna kamîrayên ewlekarî yên bi germahîyê kar dikin bi dirêjahîya 40 kîlometran û avakirina bircên bîton bi dirêjahîya kîlomitrekî li ser sînor berdewam dikin, ligel kolana xendek û danîna dîwarên axî.

Şopandina bermahîyên DAIŞê û kesên bi dizî derbas dibin

Kiûd got ku çalakîyên ewlehî yên taybet li biyabanê berdewam in hevdem ligel tedbîtên parêzî.

"Hêzên me teqrîben rojane erkên serbazî dikin da ku cih û şanên terorîstan bişopînin û bidin dûv kesên bi dizî derbas dibin," wî got, û anî ziman ku ev çalakîyên tên cîbicîkirin li ser bingeha çavdêrîyê û agahîyên îstixbaratî ne.

Wî got ku di heman demê, balefirên hevpeymanîya navdewletî di xebatên ewlekirina sînor de bi awayekî xurt beşdar bûn, di rêya lêdana veşartgehên bermahîyên DAIŞê de bi piştgirîya hêzên Îraqî.

"Berî sê rojan, balefirên hevpeymanîya navdewletî li veşartgehên terorîstan û komên endaman dan li nêzîkî serbazgeha asmanî ya Saedê (li bakurê Rutbayê), û xisar di nav refên wan de çêbûn," wî got, bêyî ku tu hûrgilîyên din par ve bike.

Kiûd got ku serkirdeyên ewlekarî û niştecîyên xwecihî bawerîya xwe anîn ziman derbarê ewlehîya sînor û şîyana hêzên Îraqî ya ewlekirinê li dijî her binpêkirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500