Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Workşopa Kwêtê armanc dike ku li dijî gefên kîmawî derkeve

Sultan Bareî li Riyadê

Berpirsên artêşa Kwêtê rahînanê ji alîyê hêzên Amerîkî ve werdigirin, rahînanên derbarê tedbîrên ku divê bikin eger ew rastî êrîşeke kîmawî yan byolojî hatin. [Wêne ji artêşa Kwêtê hatiye wergirtin] 

Berpirsên artêşa Kwêtê rahînanê ji alîyê hêzên Amerîkî ve werdigirin, rahînanên derbarê tedbîrên ku divê bikin eger ew rastî êrîşeke kîmawî yan byolojî hatin. [Wêne ji artêşa Kwêtê hatiye wergirtin] 

Navenda Encumena Birêveberîya Awarteyan a girêdayî Encumena Hevkarîya Kendavê li Kwêtê workşopek ji 10 heta 13ê Kanûna Yekem li dar xist da ku şîyanên dewletên Encumena Hevkarîya Kendavê bilind bike ku karibin li hember gefên çekên kîmawî û byolojî bisekinin.

Workşop -- "a Dezgehên Gefên Kîmawî û Byolojî" -- ji hêla pisporên YE yên Kîmawî, Byolojî, Tîrêjî û Nuklerî ve, di çarçoveya însîyatîva Navendên CBRN ên girêdayî YE ji bo dewletên Kendavê pêk hat.

Hejmarek mezin a pispor û pîşedarên birêvebirina metirsîyê li workşopê amade bûn, ji dewletên Kendvê û nûnerin ji Dezgeha NY ya herêmî bo Lêkolînên Tawan û Dadê (UNICRI) û Firqeya Piyadê ya 35an a Artêşa Amerîkî.

Workşop çêbû piştî ku di lêkolîneke Encumena Kendavê de xuya kir ku gefên herî mezin li herêmê bûyerine CBRN ji qazî ve û ni ji qazî ve bûn.

Kesên beşdar di workşopa Dezgehên Gefên Kîmawî û Byolojî de ku li Kwêtê di 10-13ê Kanûna Yekem de hatiye lidarxistin di vê wêneya hevbeş de ne. [Wêne ji KUNA hatiye wergirtin]

Kesên beşdar di workşopa Dezgehên Gefên Kîmawî û Byolojî de ku li Kwêtê di 10-13ê Kanûna Yekem de hatiye lidarxistin di vê wêneya hevbeş de ne. [Wêne ji KUNA hatiye wergirtin]

Muqedem Nasir Raşid, berpirsekî piyadê yê Artêşa Kêwêtî û beşdarê workşopê ji Meşariq re got ku workşop ji xebatên berdewam ên dewletên Kendavê tê, bo bêhtir ji bersivdayîna hevbeş re li dijî çi awareteyê amade bin.

Raşid dîyar kir ku ev yek di rêya "nirxandina hertim a dawîn lêkolîn, belge û alavan re pêk tê ku ne tenê şîyanên wê yên berevanî û êrîşî xurt dike, lê belê şîyanên wê yên parêzî jî da ku li hember gefên gengaz bisekine.

Wî da zanîn ku gef çekên byolojî û kîmawî dihindirîne, ku hinek komên terorîst û dewletan bo gefan li ewlehîya sivîlan bixwin bi kar tînin.

Raşid got "ev gef zû belav dibin û xwedî bandoreke wêranker in, ku dihêle redkirin, an gava ku ev gef çêbibin bersiva wan were dayîn, tiştê ku di serî de ji dewletên Kendavê tê xwestin."

Raşid anî ziman ku beşdarbûna pisporên NY û Artêşa Amerîkî di workşopê de "pir girîng e," daku pisporên Kendavê karibin dawîn pêşketinên teknolojî nas bikin û hevahengîyê ji herdu alîyan ve xurt bikin.

Wî got hinek gef di navbera hemû alîyan de hevpar in, weke gefên ku komên çekdar ên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û komên din ên tundrew, weke Qaîda û "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) durist dikin.

Herwiha pîşedarên ku di warên xizmetên tunduristî yên lezgîn, rizgarkirin û jîngehê de dixebitin, li workşopê amade bûn, "çimkî ew beşek in ji bersivdayîna giştgîr a van gefan û herwiha bo sivikirina bandorên wan gefan."

Pasdaran gefeke herêmî çêdike

Dewletên Kendavê, di rêya Navenda Birêvebirina Awarteyan re, lîsteyeke metirsîyan kom kiriye ku dibe rastî wê were, di nav de gefên herêmê, eqîd Raşid Mihemed Marî, yê Birêveberîya Dijî Hişbiran a polîsa Dubey got.

Marî ji Diyaruna re ragihand ku ev gef ji hêla Pasdaran û milîsên girêdayî wê ve tên, ji ber ku "ew xwedî şîyanan in ku dikarin di çi demê de li vê herêmê bixin."

Wî got "dêmek, çavdêrîya ji nêz ve tiştekî pir pêwîst e ji dewletên Kendavê re," û da zanîn jî ku divê ev yek çêbibe di rêya hevahengîya berdewam a di navbera Kendavê û artêşa Amerîkî de.

Metirsîyên ku ji çekên byolojî û kîmawî tên pir "mezin in" û "bandora wan wêranker e," lîwa Mensûr Şehrî pêvekê serbazî yê berê yê Siûdîyê got.

Wî dîyar kir ku gavên bersivdayîna van gefan di du rêyan re çêdibin: yekem di rêya çavdêrî û şopandinê da ku ev êrîş pêk neyên, ya duyem jî ku çawa bersiva wan bidin gava ku pêk hatin û çawa dê bandorên wan sivik bikin.

Şehrî ji Diyaruna re got ku "hevkarîya hevbeş di nav dewletên Kendavê de girîng û bingehîn e da ku bersiva gişgir ji van gefan bi ser bikeve."

Şehrî anî ziman ku herwiha girîng e ku alîkarîyê bi hêzên Amerîkî re yên li herêmê belav in, bikin ji ber pisporî û rahênanên li gel wan di vî warî de.

Wî ragihand ku Dewletên Kendavê û Amerîka dû hevkarên serbazî û siyasî ne, û da zanîn jî ku "ew rastî êrîşeke gengaz a hevbeş ji alîyê Feyleqa Pasevanan ve tên", ya dibe ku çekên kîmawî yan byolojî bi kar bîne, û dibe ku ne yekser be di rêya wekîlên xwe yên li herêmê, mîna milîsa Hizbulaha Lubnanî û ya Hûsî li Yemenê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500