Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Endamên DAIŞê yên li Sûrîyayê hatine girtin li Îraqê tên dadgehkirin

Ala Husên li Bexdayê

Wêneyên yek ji her 15 endamên DAIŞê yên ku li Sûrîyayê di Cotmehê de hatibûn girtin bi alîkarîya hewalgirîya Îraqî di kovara Qedaya Îraqê de hatibûn belavkirin. [Wêne ji kovara Qedayê hatiye wergirtin]

Wêneyên yek ji her 15 endamên DAIŞê yên ku li Sûrîyayê di Cotmehê de hatibûn girtin bi alîkarîya hewalgirîya Îraqî di kovara Qedaya Îraqê de hatibûn belavkirin. [Wêne ji kovara Qedayê hatiye wergirtin]

Bi hevahengî ligel ajansên hewalgirîya Îraqî, Hêzên Sûrî hejmarek ji endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê girtin, û ew bo Îraqê hatin radestkirin bo ew pêşberî dadgehê bibin.

Di Cotmehê de, 15 tundrewên Îraqî li Sûrîyayê hatin girtin û paş wê bo Îraqê hatin vegerandin, li gorî raporteke kovara Qedayê.

Yek ji wan bi belgeyên sexte li Sûrîyayê tevger dikir.

Girtî "destên wan operasyonên terorîst de li Îraqê hebûn berî ku ew birevin Dêra Zorê", bajarê ku baregehên DAIŞê li wir hene, li gorî kovarê.

Bûyer jî nîşaneke li ser baştirbûna performansê û serkeftina ku ajansên hewalgirîya Îraqî pêk anîne li ser endamên DAIŞê li derveyî welat, şirovekarê warê ewlehîyê Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev yek vedigere "birêveberîyeke nû ku bi ser ket di pêşxistina rêbazên kar û bidestxistina qazencên nû di heyameke pir kurt de".

Şopandina endamên DAIŞê

"Serokatîya nû waneyên girîng ji ezmûnên berê girtine û nexşeyek saz kirin" bo tevgerên endamên DAIŞê li derveyî welat, Ebû Rexîf ragihand.

Wan sûd ji "têkilîyên navdewletî yên bihêz û pragmatî wergirtin û pevguhertina agahîyên hewalgirî rê da hêzên ewlekarîyê li wan dewletan ku terorîstan bigirin û şanên wan ên terorî têk bidin", wî got.

Ebû Rexîf got ku ajansên hewalgirîya Îraqî "bi ser ketin di nêçîrkirina DAIŞê de li seranserê cîhanê bi rêya pevguhertina agahîyan bi ajansên ewlekarîyê yên welatên hevalbend re".

Wî got ku ev agahî ji cih, navên sexte û bernavan, wêneyên pasportan û wêneyên kesên tên xwestin pêk tên.

"Aniha Îraq çavkanîyeke girîng a agahîyan e bo hemû dewletan li seranserê cîhanê," wî got, û da zanîn ku "Îraq yarîzaneke girîng e di warê hevahengîya li dijî terorê de".

Baştirbûna performansa hewalgirîyê

Pêşveçûna performansa sazîyên hewalgirîya Îraqî di operasyonên şopandina tundrewan de li derveyî Îraqê şopeke wê ya erênî li ser ewlehîya welat heye, xebîrê ewlehî Casim Hanûn ji Diyaruna re şirove kir.

Wî got ku herwiha hewalgirîya Îraqî "misyonên hestyar û girîng pêk tînin bo girtina terorîstan li nava Îraqê û bo dabînkirina gencîneke agahîyên hewalgirî û ewlehî ji artêşa Îraqî re".

Wî got ku ev yek tê wateya "ku kes nikare ji ber dadgehê bireve", û da zanîn ku ev yek dê rêgir be li hember armanckirina Îraqê ji alîyê êrîşkaran ve.

Pêşveçûna performans û çalakîya ajansên hewalgirî li ser asta herêmî û navdewletî nîşan dide ku kesên ku tawan li Îraqê kirine qet ne ewle ne, şirovekarê warê serbazî yê Îraqî, Sefa Asem wiha got.

Milîtanên ku rol di êrîşên terorî de li Îraqê girtine "dê ewle nemînin eger ew ji welat birevin jî", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku operasyonên hevbeş di navbera ajansên hewalgirî yên Îraqî û navdewletî de dê wan bi bin bixin bi rêya belavkirina nav û agahîyên wan.

"Îraq bûye çavkanîyeke agahîyên ewlehî bo welatên li herêmê," wî got, û da zanîn ku Îraq di hejmarek ji konferansên ewlehî de cih girtiye bo raberkirina dîdgeha xwe ya têkildarî mekanîzma şopandin û girtina tundrewan.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Rawestin!

BERSIV BIDE

Pêşî ewlehîyê li Îraqê misoger bikin û paşê berê xwe bidin Sûrîyayê.

BERSIV BIDE